Mewlana ji îslamîstên Abantê hemdemîtir e

NETKURD: 2009-02-16 22:48:15

 Di civîna Abantê ya îro (15/02)de hin axaftinên rêvebirên esasî yên Abantê bala min kêşan; bi taybetî dîtinên Dr. İbrahim Kalın, Alî Bulac û hin abantiyên ser bi cemaeta Fethullah Gulen ve, qenaeteka welê li min peyda kir ku ew nehatine Hewlêrê ji bo li ”çareseriyeka mişterek a ji bo aştî û paşerojê bigerin” lê ew wek ”akıncı”yên (ew siwarên here destpêkê yên osmaniyan ku ji bo fetha Ewropayê rêvekirî dikirin) misyonerên ”sentezîstên tirk îslami”ya Fethullah Gulen Xoce ne.

Ji xwe mesaja Fethullah Gulen bi xwe îşareta wê yekê dabû. Di mesaja wî de (ne ku Kurdistan) bi gotinekê be jî peyva kurd tunebû. Wî ne behsa serokên Herêma Kurdistanê, lê bi çavekî dilbijokiya misyonerî,ya ”rêvebirên Erbilê” dikir.

Axaftina Doç. Dr. İbrahim Kalın, gelek balkêş bû. Wîew li ser wê yekê avakiribû ku divê di çarçeweyeka exlaqî de li pirsgirêka kurd bê nihêrtin, ne li ser esasê berjewendiyan, lê yê hêjayiyan (rûmetan) mesele bê nirxandin.

Wî digot divê meriv li gor pirsên nuha yên tekane yên berbiçav tev negere, mesele nuha ne pirsa Kerkukê ye, ne ya PKK-ê, ne ku pirsa kurd li Tirkiyeyê ê nuha çawa bê çareserkirin e. Mesele divê dûrûdirêj bê fikirîn, carekê herkes karibe nasnameya xwe ji xwe dabixe, kurd dev ji kurdîtiya xwe, tirk dev ji tirkîtiya xwe, ereb dev ji erebiya xwe, misilman dev ji misilmantiya xwe berde û bê nasname herkes dûrûdirêj, li ser esasê exlaqî bifikire û were pêş.

Du xalên gelek balkêş di vir de hene.Ya ku ew dibêje divê meriv nuha meselên berbiçav dernexe pêş û dûrudirêj bifikire, wek peyama pêxemberekî ye ku umetta xwe ya faqîr a belengaz (a her awe mafên wê binpêkirî, ya ku tu hêviyeka din li ber wê nemaye) teslîmî edaleta îlahî bike, bêje jiyana îro a nuha a bi belengazî ne muhîm e, hûn meselan maddî mefikirin, exlaqî û îlahî bifikirin, hêviya xwe bi Xwedê ve girêbidin ku roja Qiyametê ê ”Buhuşta Berîn” bibexişîne we.

Lê Doç. Dr. İbrahim Kalın ne pêxember e, yên ku wî xitabî wan dikir ne umeteka wî ya xwedan şertên wekhav e.Nexwe meselene “wehiyeka îlahî”, lê “plangêriyeka şeytanî” ye.

Ev gotin, di wan şertan de tê kirin ku tirk, ereb û faris xwedan dewlet in, her mafên wan hene. Wankurd avêtine erdê û ketine ser dilê wan. İbrahim Kalın jî dibêje guh medinê, hesabê xwe ji tirkan, ereban û farisan mexwazin, roja qiyametê bifikirin, hêviyê ji Xwedê bikin, ku hûn mirin ew ê cineta ebedî bibexişîne we.

Ev ne nû ye. Kurdan ev gotin gelek bihîstine. Van misilmanên serdestanhê eşkeretir, bêyî ku di kirasekî felsefî de veşêrin hergav ji kurdan re dibêjin. Yan jî wextekê komunistan digot; mesela neteweyî mefikirin, eger sosyalîzm û qomunîzm hat ji xwe ê kurd jî rizgar bibin.

Bi vê maneyê, min tu mihaweleya lêgeriyaneka çareseriyeka mişterek di axaftinên Doç. Dr. İbrahim Kalın de nedît. Ew berê me ew qas dide daristaneka kûr û dûr ku em dara li ber çavê xwe nebînin.

Doç. Dr. İbrahim Kalın dibêje em hemû xwe ji nasnameya xwe bişiqitînin û ne wek kurd, tirk, ereb, yan faris, lê wek însan li meselê binêrin, wê gavê em êçareseriyê bibînin. Li gor wî ev nasname rê vedikinda em daxwazênfelakethên bikin.

Mixabin, ev peyamdi wan şertan de tên ku tirkan dewleta xwe heye, nasnameya wan a neteweyî di hemû warên miesesetiyê de avabûye û kurd ne xwediyên take nasnameyeka miesesetî ne.

A rastî ev jî ne nuh e, hê ji dema Îttîhad û Terakiyê de ber bi guhê neteweyên bindest ên Dewleta Osmanî ve dihat pifkirin. Îtîhadiyan digotme tirk, yunan, ermenî, boşnak, ereb û kurd nevê, em hemû tabiên dewleta Alî Osman in.

Ez fikirîm ku ji dêlva ez guhdariya van fantaziyên xefikreng bikim,çêtir e ez guh bidim wan bangên Mewlana Celaledînê Romi ku digot:

“ Were, were, tu çi dibî bibe, dîsa were

Te divê kafir, mecûsî, putperest be, dîsa were…”

Doç. Dr. İbrahim Kalın daxwaza bênasnamekirinê ji me dike, ew ê ancax bi van şertan me qebûl bike, lê 800 sal berî wî Mewlana Celaleddînê Romî dibêje nasnameya te çi dibe bila bibe, were dergaha me, were em bi hev re meşk bikin, rabin semayê.

Ji Mewlana û Doç. Dr. İbrahim Kalın kî pirtir lêhatiyê jiyana demokratîk a pirpêkhateyiyê ya dewra îro a modern e?

Ji xwe problema esasî yali Tirkiyeyê ev e, me hê fahm nekiriye,demokrasî ew e ku kî çi be, kî xwe çi dibîne, divê meriv wî bi wî awayî qebûl û nas bike, rêzê lê bigire û pê re jiyana mişterek bijî.

Tirk jî tê de, em însanên rojhilatê, me hê vî cewherê demokrasiyê fahm nekiriye, em mihawele dikin ku bi zorê newekhaviyên xwe veşêrin, yan li gor xwe tarîfan jê re bibînin, derewan bikin, mişterekiyên xwe ji heddê mestir nîşan bidin û xwe bixapînin ku em çiqas wek hev in, dişibin hev, loma jî em layiqê bihevrejiyanê ne.

Ev ne însanetî, ne azadîxwazî û ne jî demokrasî ye. Demokarasî û însaniyetî ew e ku li welatên me kî xwe çi dîbîne, çi hîsdike, bê lamûcîm, bê bahane, em hev qebûl bikin. Herkes bi nasnameya xwe were, ne ku xwe ji wê bişeqitîne.

Madem Doç. Dr. İbrahim Kalın nikare qasî Mewlanayê 800 sal berê jî xwedan xweşbînî û tolerans be, li ber çavê min ew nunerê fikrên taristaniya dema navîn e, lê Mewlana hemdemê min e. Tercîha min ew e ku ez ne bi Doç. Dr. İbrahim Kalın re, lê bi Mewlana re bijîm.

Ali Bulaç helbet gelek cuda ye ji Doç. Dr. İbrahim Kalın û xwediyê cihekî bêtir rêzgirtinê ye. Lê gava meriv fikrên wî yên li hember nirxên însanî yên cîhanşimûlî (ne li hember pozbilindiya rojavayiyan) dibîne, fahmdike kuew realîteya îro li ber çavan nagire.Cîhan demeka global dijî, globalîzmê gelek diyardeyên nuh anîne ku pirr-kulturi û pirr-pêkhateyî jî buye yek ji taybetmendiyên wê.

Diyardeyeka wê ye ku hem kurd, hem elewî, hem misilmanên cuda-mezheb û xeyrî mislimên Tirkyeyê derdikevin pêş, daxwazên xwe bilind dikin, dewleta kemalîst a yekneteweyî û jakoben li hemberî wan, gavan paş de davêje.

Bulac prosesa andametiya Tirkiyeyê a ji bo Yekîtiya Ewropayê li ber çav nagire. Ew dixwaze berêwê wasiteya bi kurd, tirk û pêkhateyên din ve em lê siwar bûne, me pê ew qas rê daye ber xwe, em gelekî nêzî hedefê bûne, ji rê daxe, bide ber bi rojhilatê, şofêrekî din deyne ser wê.

Evfikir (niyet ne ew be jî)gelek merivditirsîne.Mihaweleya vegerandina berê wasitê û pevçûna li ser wê ê ji nuh ve êş û azareka din têxe nav miletên me. Wek utopyaya komunîzmê ye, gelek bi niyetên qenc hatibû darêjtin, lê di praktîkê de êşû azar jı bo 1/3yê gelên cîhanê anî.

Ji alî din ve(ez helbet şexsiyeta Ali Bulac jê berî dikim), lêgelo fikrên ergenekoniyên avrasyayî ên ku globalîzmê wek komployeka Amerîkayê û Ewropayê dibînin jî ne dişibin van? Ma ne ew jî dixwazin Tirkiye dev ji Ewropayê, ji dinya global a pêşkeftî berde, berê xwe bide rojhilatê, li gel Îranê, Çînê û Rûsyayê hevkariyê bike?

Fikrên Ali Bulac di warê praktîkê de xeter in, dikare felaketên mezin bîne serên gelên me. Wasiteya ku em lê siwar bûne, pê me berê xwe daye Yekîtiya Ewropayê, nirxên cîhanşimûlî yên însaniyetê, demokrasî û azadiyê, ê nikaribe bê vegerandin, lê pirr bê israrkirin, ew dikare biqelibe û em hemî di bin de bimînin.

Loma, cardin ez vedigerim ser Hezretî Mewlana Celaledînê Romî û wî nêztirî xwe dibînim:

“ Were, were, tu çi dibî bibe dîsa were

Te divê kafir, mecûsî, putperest be, dîsa were…”

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: