NETKURD: 2009-02-23 22:41:43
Ez diyarbekirîyekî li mişextiyê yê ji bajarê xwe gelek dûr im. Lê ez difikirim ku ez nuha li Diyarbekirê bûma min ê di hilbijartinên herêman ên 29-ê adarê de deng bidaya kê?
Ez diyarbekirîyekî li mişextiyê yê ji bajarê xwe gelek dûr im. Lê ez difikirim ku ez nuha li Diyarbekirê bûma min ê di hilbijartinên herêman ên 29-ê adarê de deng bidaya kê?
Di hilbijaritnên herêmî de gelek caran ne bes e meriv dengê xwe li gor partiyan û programên wan bide. Meriv rola namzedan jî li ber çav digire. Çimkî mesele ya xizmeta bajar, qeza û beldeyan e, ya îdarekirina herêman a bi riya meclisên belediyan e.
Lê di rewşa îro de pêşveçûnên Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşeka welê hesas peyda kirinye ku hilbijartin tevî ku yên herêmî ne, tesîreka giştî li seranserê welat dikin.
Li Anadoluyê û Rojavayê Tirkiyeyê, li metropolan hilbijartin bi giranî di navbera sê partiyan; AKP, CHP û MHP-ê de diçin û tên, qasï ku tê ragihandin AKPyî ê bi giraniyeka mezin cardin bajarên tirk bidest xin.
Lê li Kurdistanê, balkêş e, hilbijartin di navbera DTP û AKP-ê de reng vedide. Hilbijêrên kurd, ne di navbera partiyên kurd an kurdîstanî de, lê di navbera DTP-ya kurd û AKP-ya ”tirk” de perçe bûne. Hem partiyên tirk (CHP, MHP, DP, SP, DSP), hem jî partî û grûbên kurd (sedem çi ye ew meseleyeka din e) marjînalîze bûne, pekiyane derveyî meydana hilbijartinan.
Taybetmendiyeka din jî dixwiyê, belkî jî di tarîxa Tirkiyeyê de cara pêşiyê ye, bi vê zelaliyê, partiyeka mezin a tirk, (yan a seranseriya Tirkiyeyê); AKP ne bi navê dewletê, bi navê (bi kêmasî bi mîzanseneka) nuneriya civaka sivîl û bi argumentên xwdîlêdarketina ”dîn û ziman” hatiye û buye nunerê hilbijêrên kurd jî.
Ew ne wek partiyên berê ên paradîgmaya ”hop-zopa” dewleta kemalîst a tehdîdkar, bi zimanê xizmetkirin û xwedîlêdarketinê derketiye nav hilbijêran; dixwaze bêje, (heta de fakto dibêje) ku ew li Kurdistanê partiya kurdan e, ji wan wek kurd doza dengan dike.
Ev muhîm e! Berê me digot kurdên ku xwe kurd dibînin, di navbera partî û grûbên kurd de perçe bûne. Lê nuha bi marjînalîzebûna partiyên kurd ên dervayî DTP-ê û bi berfirehbûna cemawerî ya DTP-ê ya heta ji sedî 50-60-ê kurdan, (ji dêlva pirparçetiyê) dupareyiyeka nîvenîv peyda bûye. Nîvê din ê ji sedî 40-50, heta belkî zêdetir jî êdî ne ew qas ”rût” di bin hegemoniya partiyên paradîgmayê de ye, AKP-ê di van salên dawiyê de bi navê kurdîtiyê û dîn ew der dagirt.. Kurd di navbera DTP û AKP-ê de parve bûne. Fakta ev e
Mesela AKP-ê îdî ew qas “rengvedaneka kurdî” daye xwe ne ku tenê bi îdîayan dimîne ku wê 70 parlamenterên kurd hene, ew qebûl dike ku wek civak kurdbûn îdî rolekê dilîze, ew xwe mecbûr hîs dike kurdbûna welatiyan bigre ser zimanê xwe, bi taybetî mihawele bike ku ew (mesela bi vekirina TRT 6-ê) xizmetê dide welatiyên kurd… Nasnameya kurdbûnê di siyaseta wê de reng vedide…
Ne ev tenê, gelek kurdên ku bi eşkereyî dibêjin ew kurd in û xizmeta ziman, kultur û civaka kurd dikin bi kutlewî di nav AKP-ê de kar dikin. Bi awayekî hema hema, ”seksiyoneka AKP-ê” ya Kurdistanê peyda buye. Yanî AKP berê xwe daye bi wê de ku li Kurdistanê bibe partiya kurdan…
Ne henek e jî, gelekên wan, wek me hemuyan kurd in û xwedî li doza xwe dertên. Mesela li ber çavê min jî Abdurrehman Kurt, Ihsan Arslan û Kutbetîn Arzu yên AKP-yî, ji Aysel Tuglukê, Emîne Ayna û hinên wek van pirtir kurd in.
Ji alî din, DTP partiya kurdan e, lê gelek handîkapên wê hene. Mesela kêmasiya prosesa demokrasiya di nav DTP-ê de û tayinkirina organan, a namzedan û gelek postên din bi riya talîmatan, mesela kêmparpûna vê tevgerê ji serbixweyî û azadiya xwe, meselaya tehemulnekirina azadiyên cudatiyan û pirrpêkhateyiyan di nav xwe û di civakê de, heta tehdîdkariya wê ya di van waran de, ne xerîbê kesê ye ku meriv cara pêşiyê li vê derê destnîşan dike.
Di vê hilbijartinê de jî eşkere dibe ku destêwerdanên desthilatdarên xwewehîlêkirîdîtî ne kêm in. Van hemuyan îpotekeka mezin daxistiye ser îradeya azad a cemawerê partiyê û xelkê hilbijêr. Ev taybetmendî, heta dikare bibe paniya DTP-ê a “akiles”î.
Ez aliyên dilxweşkir ên AKP-ê û yên dilreşkir ên DTP-ê didim ber hev; herdu jî ji bo dengdan û dengnedanê giring in. Lê dîsa jî wî aliyê DTP-ê ku li ser navê kurdîniyê wek gaveka ber bi serweriyeka kurd desthilata belediyan dixe destê xwe, programên xizmetên bi zimanê kurdî, festîvalên kurdî, konferans, semîner û civînên li ser buyer û civaka kurd, li ser ziman, kultur û dîroka kurdan, li ser kesayetiyên ku bûne sitûnên hebûna kurdan, gelek gelek giring in.
Serokşarederiyê DTP-ê çi qas “bitalîmat û ne têrkurd ” hatibe destnîşankirin jî ew gavavêtinên ber bi serweriya kurd bi riya DTP-ê tê bidestxistin û ew dezge, rêxistin, post û destkeftiyên rengkurd nimûneyên piçûk lê gelek giring in ku xelkek bi xwe xwe îdare bike. Ne tam îdareyeka wiha ne, lê hêvî û çirûska wê paşerojê pêxistî dihêlin. Ew min cezb dike ku ez dengê xwe li Kurdistanê, li bajarên kurdnişîn bidim DTP-ê.
Li hemberî vê jî ew şarederên AKP-ê, çend qesî min û we kurd bin, xwediyê doza kurd bin jî, ew ronahî û çirûska ku AKP nikare pêxe, min paşde vedikêşe ku ez dengê xwe bidim AKP-ê. Ez pirr ditirsim ku Kutbettin Arzu tevî ku kurdekî dilsoz e jî eger were, ji ber ku di program û taybetmendiya AKP-ê de tuneye, nema xizmetên kurdzimanî, festîval, mihrican, aheng, konfernas û semînerên kurd bibin. Ditirsim ew wenda bibin. Navên hin kolan û parkên kurdî bên rakirin, wek ku di dema berê de li hin deran hatin rakirin.
Ev yek…
Tiştekî din jî heye. Di nav tevgera DTP-ê / PKK-ê de jî pirr-alî hene. Werê têkoşîna aştîyane ya kîtleyî û yê şerê çekdarî… Baskên cuda hene; şahînên şerxwaz û têkoşerên aştîxwaz. Destêwerdan di nav wê de hene….
Eger kurdistanî bibînin ku bi riya dengdanê û tevgera aştiyane kurd dibin xwedan destkeftî û dezge, rê li ber wan vedibe ku ew bi xwe serweriya xwe têxin destên xwe, maf û azadiyan bidestve bînin, ew ê bêtir karibin xwe nekin mecbûrê (yan êsîrê) astengiyên şerê çekdarî. Heta çekdarên PKK-ê ê karibin bi rehetî ji xelkê re bêjin ‘vaye em di warên din de xurt dibin, misogeriya têkoşîna xwe bidest ve tînin, baştir e ku em xwe ji tengasî, kaos û texrîbkariya şerê çekdarî rizgar bikin’.
DTP di warên hilbijartinan de xurttir bibe di riya hilbijartinan re ê şahînên PKK-ê zeîf bibin.
DTP di riya hilbijartinan re xurttir bibe ê îrada xelkên hilbijêr li ser wê biryarder û desttêwerdan kêmtesîr be û şahînên tirk nikaribin aliyên tarî û biasteng ên kurdan ji bo armancên xwe yên qirêj bikar bînin.
Aliyekî din….
Wek tê zanîn li Tirkiyeyê bajar bi balans û liberhevdana sê hêzên desthilatê tên îdarekirin. Yek jê desthilata walî û qaymeqaman e ku ew nunerên hukumeta sivîl a merkezî ne. Ya din bi riya fermandeyên mezin ên eskerî ên bajar û qezayan ên jendirme û orduyê desthilata eskerî ye. Ev desthilat jî li hemû bajar û qezayan hene. Desthilata din jî di riya hilbijartinên herêmî re ya meclis û serokên şarderiyan e.
Nexwe, eger kurd şarederiyan bidest xin, hê ji 1/3yê desthiltê bidest dixin, ne ku temamiya wê. Loma jî muhîm e ku meriv deng bide wan namzedên kurd yên ku ê bikaribin vî 1/3yê desthilatê bidestxin, ne ku hema tenê kurdê herî nêzî meriv.
A ji ber van sedemên min jimartî, li Kurdistanê min ê deng bidaya namezedên DTP-ê. Her çendî ez di gelek waran de ji wan ne razîme jî….
Ev li Kudistanê….
Lê, li metropolan û li rojavayê Tirkiyeyê bi hêviya ku ew heta dereceyekê be jî karibe Ergenekonê tasfiye bike, rê li ber destûreka esasî ya nuh veke, hin reform bên lezandin, min ê bi rehetî dengê xwe bidaya AKP-ê. Belkî li hin derên pirr taybetî jî kesên serbixwe yên demokrat û xizmethez….
Min ê tu car deng nedaya wê tifaqa ku DTP bi çepên tirk re dike. Ew ne platformeka demokrat e, ew ne platforma kurdan e, ew der faqikek e ku li hin deran dikare biçe bigihîje Ergenekonê, an maşikên ergenekoniyan ên bi navê çepîtiyê.
Min ê qet deng nedaya wê taristaniyê.
Leave a Reply