NETKURD: 2009-10-26 13:40:39
Rengê vegerê, metodên berdadkirin û serbestberdana wan û awayê pêşwazîkirina wan, di hundurê du rojan de ji aheng û coşê vegeriya hêrs, endîşe, tehdîd û provakasyonan.
Prosesa ”vebûna kurd” bi vegeriyana 26 penaberên Mexmûrê û 8 gerîllayên PKK-ê ji qonaxa minaqeşeyan derbasî qonaxa cîbicîkirinê bû. Lê rengê vegerê, metodên berdadkirin û serbestberdana wan û awayê pêşwazîkirina wan, di hundurê du rojan de ji aheng û coşê vegeriya hêrs, endîşe, tehdîd û provakasyonan.
Medya tirk ji nişka ve şêla xwe ya roja pêşî guhert û veger wek tehdîdeka li hemberî serweriya dewletê, heqareta li hemberî ”şehîd û gaziyan” nîşan da. Serokwezîr Erdoganê ku roja pêşî kêfa xwe bi vegerê dianî û ew wek coşeka mezin nîşan dida, roja din mirûzê xwe tirşkir. Wî û serokkomar pêşwazîkirin wek provakasyon nîşan dan.
Di encamê de hukumetê vegera PKK-yiyan a ji Ewropayê rawestand. Tê îdîa kirin ku rawestandin bi biryara mişterek a Erdogan û serokerkan Başbûg hatiye dayin.
Her çendî di destpêka prosesê de serokkomar Abdullah Gul gotibû cara pêşî ye ku rewşa derva û ya hundur derfetê dide da mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê; pirsa kurd çareser bibe û divê ev firsend ji dest neyê revandin jî, buyerên dawiyê destnîşan dikin ku rewş ew qas jî ne lirê ye, konsensusa navbera dezgeyên dewletê ew qas jî ne tekûz e, di siyaseta li hemberî ”vebûna kurd” de dubendî her berdewam e.
Şirovekirên rûdanên hefteya dawîn di wê qenaetê de ne ku konsensusa navbera baskê eskerî û yê sivîl (hukumeta Ak Partiyê) konsensuseke zorakî ye ku ji bal Amerîkayê ve hatiye ferzkirin, ne ku ji hundur de bi têgihîştina xwe esker û sivîl gihîştine qenaeta çareserkirna pirsê. Ew ji derva ve hatine ”qanikirin”. Di vê konsensusê de hukumet “tam qani’” buye û ji dil dixwaze xwe bigihîne çareseriyeka herî nizm a ku derva, kurdan û PKK-ê bi kêmasî bi dawîlêanîna şarê çekdarî razî bike.
Lê diyar e esker “ji dil qani’” nebûne, ew di ser re, li platformên resmî ên dewletê ên wek Desteya Bilind a Ewleyî, yan platformên derva ên dualî yên li gel Amerîkayê wek terefdarê ”vebûn”ê xuya dikin, lê di binî re bi rêxistin, dezge û îmkanên bin destên xwe li dijî prosesê radiwestin, ji bo ew bisernekeve her tiştî dikin.
Îdîayek heye ku serokerkan Başbug esas di vir de dualî dilîze, ew li gel prosesê ye, lê ji bo kontrola ser orduyê ew xwe nerazî nîşan dide.
Bi baweriya berpirsên Ak Partiyê di bin mixalefeta tundûtûj a CHP-ê û MHP-ê de ordu heye, tiştên ku esker nabe rasterast bi xwe bikin, bi wan didin kirin.
Herwiha qenaetek heye ku destekî xurt ê eskeriyê di nav rêxistinên DTP-ê, PKK-ê û gerîllayan de heye, bi saya wê ew hin caran biserdikevin da hin çalakiyan (wek aliyên mubalexekirî, heta ’provakatîf’ yên pêşwazîkirina vê dawiyê) ji mecraya wê derxin, pê tirs û endîşeyê têxin nav raya giştî ya tirk, hêrsa wan rakin û wan bînin galeyanê.
Gumanek jî berbelav e ku dewleta tirk dezgeheka wiha ava kiriye ku sîstema DTP-ê PKK-ê a ku DTP xistiye bin wesayeta PKK-ê û gerîllayan, kutleya DTP-ê/ PKK-ê, bi mohr, îmza û torrên di nav rêxistinan de îradeya xwe teslîmî Îmraliyê kiriye, îradeya Îmraliyê jî ji bal dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Heta du sal berê tenê îradeya eskerî di ser îradeya Îmraliyê re wek şûr li ba dibû, lê bi taybetî sala dawîn vê desthilatê hukumeta sivîl li gel eskeran parve dike. Yên ku vê gumanê pêşde didin daxuyaniyân Abdullah Öcalan ên heftane wek delîl nîşan didin.
Öcalan her hefte daxuyaniyekê dide, lê ya her heftê bi meqifekî din e, ne li gor silsileyeka mentiqî ye. Hefteyekê daxuyanî gelek nerm e, ji dewletê daxwazeka zêde nake, ji Ak Partiyê ricaxwaz e, behsa hevkariya bi Cemaeta Fethullah Gulen re dike. Hefteya din bi daxwazên gelek sert ên azamî tê, pesnê kemalizmê dide, tevî koroya ergenekonîyan a anti semitizmê dibe, dikeve nav qeflê nêçîra li hemberî sabetayistan, yahûdiyan çavkaniyên hemû xerabiyan nîşan dide.
Ev jî îşaretên wê ne ku geh esker geh hukumet tesîrê li îradeya Îmraliyê dikin. Li gor Ak Partiyê li pişt tevgerên DTP/PKKyiyên notîxwaz (tûjîxwaz) destdirêjî û plangêrriyên orduyê jî hene.
Daxwiyaniya Öcalan a hefteya dawîn wek mihaweleya zêdexwaziyeka çavtirsînerê raya giştî ya tirk, lê di eynî wextê de di praktîkê de karnekir tê dîtin.
Loma gava ji alî PKK-ê ve ”eksîtiyek” tê derxistin, hukumet gumanê ji eskeran jî dike û berê xwe dide wan jî.
Tê gotin hukumet bawer dike ku eskeran bi saya destên xwe yên nav rêxistinên DTP-ê û PKK-ê “zêdegaviyên” dema pêşwaziyê pîj kirin da raya giştî ya tirk û mixalefetê rake ser piyan û hukumetê mecbûrî rawestandina prosesê bike, yan jî ev “zêdegavî” kirin bahane û li rojavayê Tirkiyeyê dest bi pîjkirinan kirin.
Ev gumaneka ciddî ye. Weka ku pê li bişkokekê hatibe kirin, medya û ragihandinê bi carekê rengê xwe guhert, nûçeyên ku pêşwaziyê wek tehdîd nîşan bidin weşand. Dayikên şehîdan, rêxistinên gaziyan derketin meydanê, hêzên siyasî yên nasyonalîst, nîjadperest û faşîst bi alayên tirk daketin meydanan, erîş birin derûdora xwe.
Van rojan esker belkî nikarin buyerên wek êrîşên ser qereqolan ên Daglicayê û Aktutunê bikin bahane ji bo daxistina kutleyan a ser kolanan û jahrdadayîkirina atmosfera aştî û biratiyê, lê di şûna wê de fîlmên hêrs- û heyecanrakir ên wek ”NEFES”ê dixin vîzyonan, serokerkan bi xwe diçe galayê û daxwiyaniyan dide.
Di encamê de, hukumet mecbûr ma ”nevberekê” bide vegera ”grûbên aştiyê”. Lê ew bi israr dide xuyakirin ku ê prosesa ”vebûn”ê ranewestîne.
Di ser re, hukumet DTP-ê tawanbar dike. Lê di bin re ew rola eskeran jî dibîne, loma ne tesaduf e ku orîjînalê belgeya ku buhara çûyî li qerargeha serokerkaniyê ji bo pûçkirina Ak Partiyê û Cemaeta Fethullah Gulen hatibû amadekirin van rojan derket.
Vê havînê gava kopyeya belgeyê di nav dosyeyên Ergenekonê de derket, bahoz li raya giştî rabû, lê esker biserketin ku bêjin ew sexte ye.
Nuha orîjînalê belgeyê li gel gellek belgeyên ku amadekariyên darbeyeka eskerî yên di dema serokerkaniya nuha de îsbat dikin, li ber destên dozgêrrên Ergenekonê ne. Ev dikarin ew qas pêş de biçin ku serê Ilker Başbug jî bixwin. Bawerî ew e ku ev hemleyeka hukumeta sivîl e li hember hemleya eskeran a rawestandina “vegerê”.
Rojek piştî vê, Mehmet Ali Birand di kanaleka televizyonê de îdîa kir ku Receb Teyyip Erdogan berî bibe serokwezîr, soz daye Putin ku ew bên ser hukum Tirkiye ê li hemberî siyaseta Rûsyayê a li Çeçenîstanê raneweste. Û goya ji wê rojê bi vir de, navbera Erdogan û Putîn gellek xweş e, sisyaseta Tirkiyeyê a Çeçenistanê ya sozdayî ye, pêwendiyên aborî yên navbera Tirkiyeyê û Rusyayê bilezûbez geş dibin.
Ev îdîa wek îxberak eskeran a ji bo Amerîkayê tê dîtin. Goya ji Amerîkayê re tê gotin ’zêde baweriya xwe bi Erdogan neyne, di esasî de ew dostê Putin û Rusyayê ye’.
Lê diyar e Amerîka guh nade îxbaran. Balyozê Amerîkayê ê Anqerê James Jefry di daxwiyaniyekê de bi zimanekî dîplomatik eşkere kir ku ew li pişt çekberdana PKK-ê û projeya ”vebûna kurd” yan ”vebûna demokratîk” e, di vê riyê de destekê dide hukumetê. Gotina ku ’Amerîka divê heta salekê eskerên xwe ji Iraqe vekêşe, heta wê wextê lazim e PKK bê bêçekkirin” nîşan da ku sedemê lezûbeza hukumeta Anqerê jî ew bi xwe ne.
Hemleyên heta nuha yên wek kişa setrencê ji bal hukumetê, eskeran, DTP/PKK-ê û DYA-yê tên avêtin, nîşan didin ku proses piralî, gelek hesas diçe, wek meşa nav erdên mayinkirî ye. Her çendî hukumet dibêje ew ê heta dawiyê biçe; hin gavên wek Ergenekonê û derxistina orîjînalê belgeya komployê yên bi cesaret û bikêrhatî davêje jî, di praktîkê de ev biryarderî ew qas jî ne zelal e. Ew di nav re radiweste, paş de gavan davêje, tavîzan dide, dadiqurtîne, heta xwe dide cepha din û êrîşê dibe ser DTP-ê.
Ak Partî ne tenê ji ber eskeran, lê ji ber tênegihîştina xwe ya rastûdirist a demokrasiyê, mafên gelan, dînan, mezheban û yên însanan jî pirê caran diheje, hêrs dibe, diweste û reng diguhere. Ew di nav xwe de ne homojen e. Yên ku qîlê xwe derxistine, yên ku di kozikan de li benda firsenda ne, di nav wê de jî ne kêm in.
Bi her hal, heta îro jî ya ku di van hemleyan de destê xwe xurt kir hukumeta Ak Partiyê ye. Hukumetê bi saya Amerîkayê esker xistin quncik. Eger esker riyeka filitînê nebînin mecbûr ê teslîmî hukumetê bibin.
Ak Partiyê destê xwe li hemberî DTP-ê jî xurt kir. Bi van pêşwazîkirinên mubalexedar, li rojava di nav raya giştî ya tirk de, di derûdorên maqûl yên hundur û derveyî welat de nerazîbunên di dereceyên cuda de li hemberî DTP-ê peyda bûn. Heta hukumeta Herêma Kurdistanê jî mecbûr ma bala DTP-ê bikêşe.
Hukumetê bi rawestandina “vegerê” sîlehekî PKK/DTP-ê jî ji dest stend: Wan propaganda dikir ku”vegera grûbên aştiyê” li ser daxwaza Abdullah Öcalan, bi biryara wan hatiye destpêkirin. Lê derket ku ew parçeyek e ji “vebûnê” û hukumetê, hetta dewletê roleka biryarder di kêşana vê nexşeyê de lîstiye. Ji vî aliyî ve DTP-ê bi mubalexekirina pêşwaziyê xetayek kir ku çekeka mezin a tesîrkirina li ser raya giştî ji dest xwe revand.
Ev, li hemberî DTP-ê hewayeka tecrîdbûn û neheqbûnê peyda dike. Hela eger hukumet raya giştî ya di nav tirkan de peydabuyî ji kontrola eskeran, ya mixalefeta CHP û MHP-ê derxe û bigre pişt xwe, ew ê tam eyarekî (balansekê) bide vegeran, pêşwazîkirinan û propagandaya li hemberî DTP-ê’; meyweyên “vebûnê” ji bo xwe kom bike.
Destê hukumeta Ak Partiyê li hemberî eskeran û DTP-ê xurt bû. Lê em jibîrnekin, proses li Tirkiyeyê ew qas bi îstîqrar pêş de naçe. Rewş hefte bi hefte, roj bi roj diguhere. Ak Partî serê ben ji destê xwe birevîne her tişt dikare lê vegere.
Gava xeter berê xwe bide Ak Partiyê ne tenê ew, DTP jî ê di bin kavil de bimîne.
Leave a Reply