NETKURD: 2009-03-28 11:54:24
“Bi minasebeta derketina ajandaya li ser konferansa kurd û ”bêçekkirina PKK-ê” li hember fenûfût û komployên ragihandina tirk amatorî û rebenîya ragihandina kurd, mesela hostatî û nezaniya ajoyan anî bîra min.”
Hostatiya ajoyekî (şofêrekî) di dema ajotina otomobîlê de li ser otorêya (highway) wek meydana balafiran dernayê ku meriv bi lezeka di saetê de 160-180 km-yî diajo. Rê rast û fireh e, şirît diyarkirî ne, ajoyekî nuhfêrbuyî jî heta jê tê dikare pê li gazê bike û dest li ser dîreksiyonê biçe.
Lê li nav bajarekî mezin, ku otomobîl li pey hev rêz dibin, xwe di ber hev radikin, cih li hev teng dikin, lembe û lewheyên trafîkê li pey hev dertên pêşiya meriv, cade, kuçe û kolan tûşî hev dibin, çarrê, durê, riyên yekalî û kolanên dawîdaxistî li hev siwar dibin pirsa hostatiya esasî dertê pêşiya meriv. Li bajarekî wiha yê metropol, ajoyê hosta ew kes e ku hem gelek bi zîrekî otomobîla xwe diajo, hem jî şarezayê kuçe, kolan, tax û gerekên bajêr e.
Bi minasebeta derketina ajandaya li ser konferansa kurd û ”bêçekkirina PKK-ê”, amatorî û rebenîya ragihandina kurd ya li hember fenûfût û komployên ragihandina tirk, mesela hostatî û nezaniya ajoyan anî bîra min.
Geva her tişt aram e, buyer û rûdan nînin, ji meştirê ku me jî ragihandineka hemdem a bikêrhatî heye, lê gava rûdanên germ û gurr wek şapeyan bi ser me de tên, buyer pirralî reng vedidin û berfireh dibin, hesasiyetên xurdekariyan giringiya xwe dadixin ser nirxandinan, dest û lingên me tên girêdan, em şaşomaşo dibin, radiwestin, li devê serok û berpirsên xwe dinêrin ka ê çi bêjin, çi daxwiyanî yan talîmatan bidin da em jî deng û rengekî ji xwe derxin.
Bi minasebeta pirsa şerê çekdarî ê PKK-ê, çareseriyên demokratîk ên li Kurdistana bakur, konferansa kurd, pêwendiyên Kurdistana başûr û Tirkiyeyê, ragihandina tirk di van yek-du mehên dawiyê de, li gor berjewendiyên Tirkiyeyê di nav bizavekê de ye; cardin înformasyon û dezînformasyon tevî hev dibin, hin alî ji bo raya giştî ya tirk amade bikin, hin jî ji bo wê pîj û tûj bikin dibizivin.
Agahiyên rast jî, yên şaş jî dertên, şirove û pêşniyariyên dijminane jî dertên, yên ber bi daxwazên rasyonel û maqûl jî tên kirin. Lê tiştek heye ku, di vê ragihandinê de, ya li ber çav tê giritin, raya giştî ya tirk e; hesasiyet, hest û psîkolojiya wan e.
Hesasiyeta raya giştî ya 15-20 milyon kurdên Tirkiyeyê û yên perçeyên din, hestên kurdan, rencîdekirina wan zêde li ber çav nayê girtin. Zêdetir bi zimanê piçûkxistin û bêrûmetkirinê tê bizivîn.
Li gor wan;
– PKK ji xwe terorîst e, mesele poşmankirina terorîstên PKK-ê ye. Hin ji wan maşikên dijmin in, hin jî cahilên xapandî ne. Nuha, divê merhametek nîşanî wan bê dayin, rêyek li ber wan bê vekirin da çekên xwe deynin, vegerin malên xwe.
– Kurdên başûr nezaniya mezin kir ku baweriya xwe bi Amerîkayê anî, pişta xwe da wê û li bakurê Iraqê desthiletek ava kir. Nuha ev kurd dibînin ku Amerîka vedikişe, nikare wan biparêze, dixwaze wan teslîmî rola mezin a tirkan bike, ew jî mecbûr in bên ber destê dewleta tirk, tiştê ji wan xwestî bicîh bînin.
– Amerîka poşman buye ku di van salên dawiyê de tirk ji xwe xeyidandin., nuha ew cardin fahm dike ku bê hevkariya tirkan ew nikare li deverê bijî.
– Amerîka û kurdên başûr ji bo di mesela PKK-ê de tirkan razî bikin tirk çi bixwazin ê bikin. Ew mecbûr in PKK-ê ji bakurê Iraqê biqewirînin, çek pê bidin danîn û wê tasfiye bikin.
Ev tabloya manîpulekirina rastiyan e ya ku medyaya tirk ji bo amadekirina raya giştî ya tirk li derûdora çareseriya pirsa kurdî, PKK-ê û kurdên başûr datîne ber çavan.
Li hemberî vê, ragihandina kurd bi hebûna xwe ya li başûr, bakur û derveyî welêt di çi rewşê de ye gelo?
– Li bakur û derveyî welêt, ragihandina PKK-ê xwîna xwe ji ragihandina tirk digire. Dijminayetî, piçûkxitin û reşkirina destkeftî û desthilata Kurdistana federe rengê esasî yê wê ye. Ne di siyaseta PKK-ê de, ne di ya ragihandina wê de hesasiyetek li hember destkeftiyên başûrê Kurdistanê nîne.
Ew di plan û nexşeyên xwe de, hesabê qezenc û destkeftiyên serweriya dewleteka federe a li sê bajarên mezin ên Kurdistanê nakin, tevî ku wan heta nuha buhustek ax jî rizgar nekiriye, destkeftiyên xwe, yan jî bi awayekî rasttir pozîsyonên xwe di ser her tiştî re werdigirin.
– Li Kurdistana Başûr, ji bo ku serweriyek kurd heye, ragihandina kurd êdî wek ya perçeyên din ne ya mixalefet û berxwedanê, lê ya welatekî xwedan serwerî ye; wek hêza çarê a serwerîyê tê hesabkirin.
Bi minasebeta rûdan û ajandeyên dawîn careka din dixwiyê ku ragihandina başûr bi xetên qalind xwedan taybetmendiyên xwarê ye:
– Her çendî hin îstîsna tê de hene jî, bi giştî berpirsên Kurdistanê qasî ku qîmetê didin raya giştî ya derveyî welat; ya dewletên cîran û cîhanê, ragihandina Kurdistana başûr jî tê de ew ewqas qîmetê nadin raya giştî ya kurdan. Li vê derê qesd ne ew ku qîmetdana raya giştî ya derva şaş e. Berpirs gelek rast dikin ku qîmeteka mezin didin ragihandin û raya giştî ya derveyî welêt; çi ya dost û çi ya dijmin… Şaşî di wê de ye ku qasî vê guh nayê dayin ragihandin û raya giştî ya kurdan.
Ev jî hin fenomenan tînin bîra meriv:
– Berpirs raya giştî ya kurd cahil û nezan dibînin, ew bawer nakin ku ewqas hişyar û hesas be ku divê berdewamî; rojane, saet bi zaet, zû bi zû, bi awayekî kûr û pirr-alî bê agadarkirin.
– Berpirs raya giştî ya kurd wek masiyê girtî yê di nîka xwe/yan torra xwe de hesab dikin, çewa be ew îdî hatiye bidestxistin, di bin emrê wan de ye, ne hewce ye ew berdewamî û pirralî bê agahdarkirin, kengî jê hat xwestin, ji xwe ê ya xwestî bicîh bîne.
– Berpirsên Kurdistanê zêde bawriya xwe bi meharet û şiyana ragihandina kurd naynin, wan fermanberên bin emrê xwe, lê ji aliyekî ve jî amator û nezan hesab dikin. Carina bi salan diçe nakeve bîra wan yan hêja nabînin ku hevpeyivînekê bi rojname an televizyoneka kurd re bikin.
Muhtemel e ji ber van bîrûrayan e ku serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di vê dema dawî ya serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê û ya serdana Abdullah Gul a ji bo Iraqê de bi daxwiyanî û hevpeyivînên xwe yên li ser mesela çekberdana PKK-ê, konferansa kurdan û gavên din ên bi vê ve bestî , ne bi medya kurd re, lê bi ya tirk re bi her wayî mihawele kir ku dilê tirkan û berpirsên wan aram bike, xweş bike. Lê serokkomar Talebanî qet paxaf nekir ka gelo bi gotinên wî 15 – 20 milyon kurdên bakur çend diêşin, çend dilnerehet bibin.
Her çendîn rêjeyeka gelek bilind a kurdên bakur ji ber îdîa û propagandayên ku di medyaya tirk de li ser PKK-ê, çekberdanê, çareseriya pirsan û rola kurdên başûr di vê çareseriyê de endîşedar û rencîde dibin, kurdên bakur û başûr ji hev tên reşkirin, li hemberî hev kîn di dilê wan de tê çandin jî serokkomar, serokê Kurdistanê, serokwezîr, hukumet û parlamento bêdeng in.
– Ragihandina Kurdistana başûr a esasî ya xwedan hêz û hebûn ne di mihaweleyekê de ye ku bersiva derew û dezînformasyonên medya tirk bide, bi şûr û mertalê xwe li hember şerê psîkolojîk ê medyayî yê tirkan raweste.
– Ragihandina Kurdistana Başûr a resmî ya partiyan, di vê buyerê de jî nîşan da ku ew ne wek nêçîrvanekî zîrek ê mucehez ê li nav jînghê li pey nêçîrê ye, bi vî ruhî ne li pey nuçe û agahiyên rast e, lê ew wek tajiyê nêçîrê tevdigere, dev û çavê xwe vekiriye da xwedîyê wê talîmat bidiyê, bêje biçe nêçîra min a lêdayî bîne.
– Ragihandina partiyan a kurd çi li başûr yan li bakur welê kiriye ku her organeka ragihandinê ya ne ser bi van partiyan ve, eger ew ragihandina eşkere yan veşartî ya hêzeka li deverê be jî, li gor ajandayên hin dewletên cîran yan navneteweyî jî tevbigere, – çima ku ne ya partıyan e- wek ragihandineka azad a serbixwe rewacê bibîne.
– Sîstema ragihandina damezrayî, ne ji sedemên darayî, zanyarî û teknîkî lê ji ber tercîha ”sedaqeta” li hember hiyerarşiya kes, organ û damûdezheyên berpirs ên burokrasîyê û partiyan, ragihandineka reng amator a nezan a bêkêr derxistiye. Rojnamevan gelek caran ji rojnamevaniyê bêtir li pey razîkirin, dilxweşkirin an pesinandina hiyerarşiya di ser xwe re, û li pey xurtkirin û bilindkirina pozîsyonên xwe yên di warên îdareyî û darayî de ne.
Medyayeka reng serbixwe, ya bi nirxên rojnamevanî, neteweyî û însanî ve girêdayî di çerxa vê sîstema ragihandinê de ya lidervayî hemdemiyê, asê, jar û ji derfeta biziviyana bi awayekî berfireh bêpar dimîne.
Mixabin ji ber vê jî, li ber me “ragihandineka bêdiran” dimîne.
Leave a Reply