NETKURD: 2009-04-01 12:00:08
Encamên bajarên kurdewarî dewlet xistiye nav şokê. Berî eşkerebûna encaman, dewletê (baskê eskerî, qezayî, ergenekona şer’îdîtî) digot qey hilbijartin herî zêde ê encama parastina postên berê ên şarederiyan bide DTP-ê û hew.
Hilibijartinên herêmî hin pêşhatinên texmînnekirî jî derxistin meydanê. Bi taybetî encamên ku DTP-ê ji bajarên Kurdistana bakur bidestxistin ji serkeftineka basît a partiyekê wêdetir in. Tesîra wê ya herî mezin jî li asta bilind a dewleta tirk buye.
Encamên hilbijartinên bajarên kurdewarî dewlet xistiye nav şokê. Berî eşkerebûna encaman, dewletê (baskê eskerî, qezayî, ergenekona şer’îdîtî) digot qey hilbijartin herî zêde (ji bo wan di rewşa herî xerab de) ê encama parastina postên berê ên şarederiyan bide DTP-ê û hew.
Ew ne li hêviyê bûn ku encamên gelek giştî û stratejîk jê derên.
DTP-ê, li bajarên berê ku hebû, ne tenê postên xwe parast, rêjeya dengên xwe jî berbiçav bilind kir.
Ne ev tenê, DTP-ê şarederiyên Siêrt, Wan û Ixdirê jî bi rêjeyeka bilind bidestxistin.
Tiştekî din jî heye, ku li ber çavê raya giştî hê xuya nekiriye, lê berpirsên dewletê wê eşkere dibînin: Berê dewletê digot qey pirsa kurd tenê li çend bajarên ser hidûd ên ku ew dibêjin ”Guneydoguanadolu” (Başûrê Rojhilat) heye. Li wan deran jî bêtir valayî û pîjkirinên li ser û pişt hudûdan ew peydekiriye. Wan digot qey ji 22 bajarên kurdewarî yên nuha, ji bilî çar pênc bajaran pirsa kurd nemaye, heta qenaetek hebû ku bajarên wek Entab, Meraş, Meletiye, Elazîz, Erzirom, Qers, Ardahan, Ixdir û hinek jî Muş, heta Wan û belkî jî Bedlîs asîmîle bûne rengvedana tirkîtiyê dane xwe, bi etnîsîteya tirk ve entegre bûne.
Dengên ku DTP-ê girtine, derxistin ku ne welê ye. DTP, li van bajarên binavkirî li hinan şarederî bidest xistin, li hinan pirraniya encumenên parêzgehan wergirt, li hinan jî di dereceyeka zêde de deng zêdekirin.
Herkes hemfikr e ku li ser esasê nasnameyê DTP-ê ev deng bidestxistin.
Yanî bi awayekî hê eşkeretir, dengên DTP-ê ji hidûdên rojhilatê Tirkiyeyê ber bi Entab, Meletiye, Sêwas, Erzincan û Erziromê pêl bi pêl fireh dibin, rewta pêlan ber bi wir ve ye.
Encam îşaretekê didin; îradeya ku bi navê kurdîniyê xwe di DTP-ê de diyar dike, di 10-15 salên pêşiya me de dikare wek qapaxeka beroşê tam li ser cografyaya Kurdistana Bakur rûnê, pê re lihev bê (ax û gel li hev biguncin) .
Diyar e, ya ku dewleta tirk şok kiriye û xistiye nav fikaran ev e. Dewlet (bi kêmasî baskek ji wê) encamê, li ser “yekpareyiya axa xwe, yekîtiya xwe ya siyasî û unîteriya xwe” wek tehdîd dibîne. Vîzyona ku dixwaze li ser esasê unîteriya dewletê hin maf û azadiyan bide welatiyên kurd û ew wek netewe, gel yan grûbeka etnîkî dernekevin pêş, dikare pûç bibe.
Şeva pêşî a hilbijartinan, gava axaftina xwe ya li ser hilbijartinan dikir şoka Anqerê ji ruyê Erdogan eşkere xwiya dibû. Lê Erdogan bi gotina xwe ya ”dixwiyê hilbijêrên Rojhilatê dengên xwe nedane xizmetguzariyan, lê dane nasnameyê, em ê vê binirxînin” zêdetir hêviyek dida ku dewlet, yan qet nebe hukumet hin encamên rasyonel ji hilbijartinan derxe û maqûltir bifikire ku helbet normal e kurd li ser nasnameya xwe tiştên zêdetir dixwazin.
Lê roja din, piştî civîna hukumetê, gava berdevkê hukumetê û cîgirê serokwezîr Cemil Çiçek agahî li ser nirxandinên hukumetê ên derbarê hilbijartinan de da, diyar bû ku dewlet, bi kêmasî baskê eskerî yê wê, encaman zêdetir wek tehdîdeka li hember ewleyiya dewletê dibîne.
Helbet ev ne bes e da em ji nuha ve bigihên qenaeta ku hukumet bi tevayî jî ê meselê wiha bibîne. Cemîl Çiçek di hukumetê de wek wezîrekî nunerê eskeran û yê dewleta kûr tê naskirin. Wezîrê edaletê Mehmet Ali Şahîn jî bi vî awayî tê nirxandin.
Lê diyar e ku tiştên Cemil Çiçek û yên wek wî dibêjin ne dîtinên wan ên şexsî ne. Gava wî wek berdevkê hukumetê ev ”tehdîd” destnîşan kir, bû îşareta wê ku di civîna hukumetê de bi giranî ev ”tehdîd” hatiye gotûbêjkirin.
Cemil Çiçek bi vê nema, daxwiyaniyek da nunerê rojnameya Hurriyetê ê li Anqerê Enis Berberoglu û got; “Wan Ixdir jî girt, yanî xwe gihand hidûdên Ermenîstanê. Temam em dikarin kêfxweş bibin ku me Anqere bidestxistiye. CHP dikare xwe serbilind bike ku wê Îzmîr girtiye. Lê ev pîrozbayî ê alîkariya herêmên ji alî ewleyiyê ve bipirsgirêk ên Tirkiyeyê neke. Divê careka din em bi diqqet bala xwe bidin wê deverê.”
Hest û qenaeta ”tehdîddîtina serkeftiyên DTP-ê” gelo çiqas di nav dewletê de xurt e? Hêzên wiha dixwazin encamên çawa ji hilbijartinan derxin? Li hemberî vê gelo ê bixwazin guhertineka çawa ji alî pirsa kurd ve ji bal dewletê bê kirin?
Ji dêlva ku encamên hilbijartinan diyardeyeka normal bên dîtin, destnîşankirina wan ya wek tehdîdê ne elametê xêrê ye. Ji dewletê kare bê xestin ku dev ji reformên siyasî û kulturî ên deverên kurdewariyê bê berdan.
Eger ev xet di dewletê de biserkeve, hela hela AKP ji ber şikesta ku xwariye bi temamî xwe teslîmî vê xetê bike, ê rojên dijwar li pêşiya Tirkiyeyê bin, kurd mecbûr bin xwe ji bo têkoşîneka hê dijwartir û dûrûdirêjtir amade bikin.
Ev dikare li ser prosesa ku nuha tê meşandin; konferansa neteweyî ya kurd, çekberdana PKK-ê û efuyeka giştî jî tesîreka xerab bike, heta bike ku careka din ev proses raweste.
Leave a Reply