NETKURD: 2009-10-17 17:50:03
Di nav vê şova medyayê ya wek ”Hecîvat û Karagoz” de, hin moment û diyarde hebûn, delîlê wê ne ku hukumetê dîtinên CHP-ê jî, yên PKK-ê jî girtin ba xwe, bi wan re, planên dariştina vebûnê temam bûn.
Eger meriv bala xwe bide şerê serokwezîr Erdogan û serokê CHP-ê Denîz Baykal ê di medyayê de li ser hevdîtinê û şova wan a ”nameyan”, meriv ê bêje qey hemû mihawele têkçûn. Goya sedem jî ew e ku Deniz Baykal xwest civîna nevebera herduyan ji bal kamerayan bê kêşan.
Lê di nav vê şova medyayê ya wek ”Hecîvat û Karagoz” de, hin moment û diyarde hebûn, delîlê wê ne ku hukumetê dîtinên CHP-ê jî, yên PKK-ê jî girtin ba xwe, bi wan re, planên dariştina vebûnê temam bûn, ji nuha pê ve starta cîbicîkirina vebûnê destpêkiriye.
Ballkêş e, berî demekê bi xirecira navbera CHP-ê û hukumetê re rapora SHP-ê a li ser pirsgirêka kurd hat rojevê ku di 1989-ê de bi serokatiya Denîz Baykal hatibû amadekirin.
Ak Partiyê ew anî rojevê û got eger Deniz Baykal bi Erdogan re hevdîtinê neke ew jî ê ji bo fikrên Baykal xwe bispêrin wê raporê. CHP xwedî li raporê derket. Berî du hefteyan jî li gor madyayê endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya CHP-ê Mesut Deger, raporeka kurd pêşkêşî endamên Komîteya Navendî ya CHP-ê û serokê wê Deniz Baykal kir. Ev agahî jî nehat înkarkirin.
Di dû van re serokwezîr Erdogan nameyek bi peyamnêrekî xwe re rêkir ji Baykal re û daxwaza hevdîtinê lê kir. Baykal jî piştî çend rojan bi nameyekê ji Erdogan re got ew amade ye li gel wî hevdîtinê bike.
Lê Baykal li gel vê nameyê du tişt birêkirin ku wan hevdîtineka wiha hem nemimkin, hem jî nelazim kir. Yek jê ew şertê Baykal bû ku ji bo civînê kamera ferzkir. Zarokekî jî karî fahm bikira ku şertekî wiha hevdîtinê nemimkin dike. Lê li gel wê, Baykal rapora 20 sal berê a SHP-ê û îhtîmaleka mezin rapora vê dawiyê a Mesut Deger jî pê re şand.
Bi vî awayî di protokola dewletê de resmen dîtinên CHP-ê û Deniz Baykal ên li ser ”vebûnê” teslîmî serokwezîr Erdogan bûn, bêyî ku ew li ber çavê xelkê xwe têxe bin mesûliyetekê.
CHP-ê hem dîtinên xwe dan hukumetê, hem kesî ê nekarîbuya di rojên pêş de bêje CHP di mesela vebûnê de ”hevkariya hukmetê kiriye”.
Ji alî din, hê çend hefte berê nexşeriya serokê PKK-ê jî ket destê hukumetê. Ew nehat eşkerekirin, li ber destê hukumetê ye. Nexwe prosesa dîtinwergirtina koordînatorê ”vebûnê” Beşîr Atalay bi wergirtina dîtinên CHP-ê û yên PKK-ê temam bû. Nuha top li alî hukumetê ye. Hukumet ê li gor xwe konsensusekê ji van derxe û dest bi cîbcîkirina prosesa vebûnê bike, startê bide.
Ji medyayê (mesela ji bal Yasemin Çongar) tê ragihandin ku banga Öcalan a ji bo vegera sê ”grûbên aştiyê” ên PKK-yî ne diyardeyeka van rojên dawîn e. Hê ji meha eylulê de wê ji berpirsên dewletê ên pêwendîdar bi ”vebûnê” agahî girtine ku gavên bi vî awayî ê di oktoberê de bên avêtin. Çongar radigihîne ku Öcalan û PKK parçeyek in ji vê vebûnê.
Piştî banga Öcalan duh KCK-ê biryara vegerandina sê grûbên PKK-yî ji bo Tirkiyeyê eşkere kir. Îro diyar bû ku grûba Mexmûrê a ji 26 kesan pêkhatî roja duşemê ê bê ber deriyê hidûdê Iraqê û ji bal heyeteka mezin a DTP-ê ve bê pêşwazîkirin. Ji agahiyê tê fahmkirin ku ev gav ne piştî banga Öcalan destpêbuye. Biryareka ji ya çend roj berê gelek kevntir e.Li Mexmûrê 400 kesan bi awayekî xwebexşîn xwe nivîsîye da vegerin Tirkiyeyê. Ji nav wan 26 kes hatine hilbijartin. Yên hilbijartî gava bên ê gelek dosyeyên daxwazan di bin çengên wan de hebin. Nameyên ji bo serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê ê li gel wan hebin. (Eger neyên girtin) Ew ê biçin Anqereyê, gotûbêjan bikin. Muhtemelen grûbên Ewropayê û yên Qendîlê jî hê ji berê de hatine amadekirin.
Yanî starta cîbcîkirina ”vebûnê” destpêkiriye, em ê nuha bibînin çi dibe û çi nabe.
Hemû terefên binavkirî beşdarî vebûnê bûbin jî, raya giştî ya kurd ancax ê bi destê hukumeta Ak Partiyê bibîne ka çi di vê vebûnê de heye û çi tuneye.
Xetên sor ên dewleta tirk tên zanîn; tek dewlet, dewleta unîter, dewleta neteweyî, tek millet, tek ziman û tek ala. Hukumet eşkere dike ku ”vebûn” di çerçeweya van “xetên sor” de projeyeka dewletê ye. Nexwe, ne tenê hukumet esker jî li pişt vê projeyê ne.
Denîz Baykal jî her behsa van xetên sor dike. Lê di du waran de nezelalî hene. Yek pirsa tarîfa ”netewe” ye. Gelo qesda ji ”yek netewe” ê çi be ? Li gor CHP-ê divê ”neteweyê tirk” wek sifet esas bê girtin û bê gotin ku hemû weletiyên cudanîjad (tirk, kurd, çerkez, laz, ereb) vî neteweyî pêk tînin. Bi vê re Baykal dixwaze ku kurd wek gelekî cuda ji tirkan, wek grûbekê neyê qebûl kirin, dewlet mafê grûbî nede kurdan û nekeve bin barê wê ; mesela dewlet xwendegehên kurd, radyo û televizyonan veneke, bi awayekî hilbijartinê be jî, dersên fêrbûna zimanê kurdî li xwendegehên dewletê nebin. Dewlet tenê eşkere bike ku ji kîjan nîjadî dibin bila bibin serbest e ku ew bi xwe li mala xwe, di jiyana sivîl de, zimanê xwe bixwînin, binivîsin û weşanê bikin. Ne wek mafên grûbî lê wek mafên welatî yên kesayetî.
Ak Partiyê ji devê Erdogan çend caran eşkere kiriye ku ew amade ye ji dêlva ”neteweyê tirk” ”welatîtiya Tirkiyeyê”, awayekî ”neteweya Tirkiyeyê” qebûl bike.
Ev bîhna wê yekê dide ku Ak Partî muhtemelen ê karibe kurdan wek grûb qebûl bike û bi awayekî hilbijartî mafê fêrkirina zimanê kurdî di xwendegehên dewletê de bide wan. Lê ev ne misoger û ew qas zelal e û Ak Partî di vir de bi taybetî di van demên dawiyê de ber bi wê meylê ve diçe ku teslîmî pêşniyara CHP-ê (û a eskeran) bibe.
Meseleya ”dewleta unîter jî ne zelal” e. Tirkiye xwe dewleteka unîter dibîne. Lê li ser ruyê erdê du awe dewletên unîter hene. Yek jê dewletên wek Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ku dewleteka merkezî ya homojeniya neteweyî ya hemwelatiyan, take miletî, takezimanî û merkeziyetiyeka hişk ferz dikin. Awayê dewleta unîter a din jî ew e ku Brîtanya, Îspanya, Îtalya xwe tê de dibînin. Ev dewletên unîter, di nav xwe de hem pirr-neteweyî, pirr-zimanî û pirr-kulturiyê, him herêmên otonom ên xwedan hukumet û parlamento jî dihewînin.
Qasî ku tê fahmkirin PKK û DTP unîterî û tekdewletiyeka wiha dixwazin. Esker, CHP û AK Partî wek blok li hemberî unîteriya wek a Îspanyayê, Berîtanyayê û Îtalyayê dertên. Bibîr bînin, gava çend meh berê Murat Karayilan ji rojnameyeka brîtanî re got ku ew otonomiyeka wek a Îskoçyayê dixwazin Tirkiye seranser rabû piyan. Heta hin DTP-yî jî li hemberî vê rawestiyan.
Lê di nav van hemuyan de toneka din a jar jî dixwiyê ; herçendî Ak Partî unîteriya Tirkiyeyê diparêze jî meriv dibêje qey eger ne ji esker û CHP-yiyan bûya belkî bi awayekî ji awayê unîteriya Îtalyayê, yan Brîtanyayê razî bibuya.
Li alî din toneka grî jî diyar dibe ; her çendî DTP û PKK unîteriya Brîtanyayê û Îspanyayê pêşkêş dikin jî di nav wan de baskek heye ji dil xwedî li vê dernayên. Bîhna unîteriya dewletê ji fikrên wan tê.
Daxwiyaniyên Öcalan di navbera unîteriya herdu aliyan û di navbera qebûlkirna kurdan wek welatiyên takekes û wek grûb de diçin û tên. Herî dawîn behsa avakirina hêzeka ewlekarî ya ji bal civaka sivîl a kurdan ki,r lê piştî aciziya dewletê paş de gav avêt. Erê behsa kurdan wek grûb dike, lê carinan wek marîfetekê dibêje ‘em ji dewletê ziman miman, perwerde merwerdê naxwazin, em ê bi xwe van organîze bikin.’ Ev wek qebxwestinekê hatibe pêşkêşkirin jî di eslê xwe de xwenêzîkirina daxwazên dewletê ne ku dixwazin dewelet nekeve bin barê perwerde û weşana bi zimanê kurdî.
Di vê prosesê de xeta eskeran û ya CHP-ê eşkere ye. Diyar e ew çi dixwazin û çi naxwazin. Ya ne zelal mewqifê Ak Partiyê û yê DTP/PKK-ê ye. Gelo Ak Partî ê ber bi dewleta unîterîya awe rengekî Îspanyayê û Brîtanyayê ve biçe ku bi pirranî DTP/PKK-yî jî behsa wê dikin, yan ê xwe bispêre xeta Baykal û eskeran ? Mixabin meyla Ak Partiyê, bi taybetî ya hukumetê, gav bi gav ber bi Baykal u eskeran ve diçe. Ji xwe Baykal piştî teslîmkirina nameyê got ‘nuha ê diyar bibe Ak Partî ê guh bide daxwazên DTP/PKK-ê yan na.’
Li vê derê, DTP/PKK jî ne zelal e, gelo ê unîteriya welatên Rojava ji xwe re bike nexşerê, yan ê meylî unîteriya Tirkiyeyê bibe?
Her tişt maye li ser siyasetên Ak Partiyê û yên DTP/PKK-ê ên rojên nêzîk ên li pêşiya me. Aya hê biryar nedane, yan wan hertişt ji mêj ve plan kiriye lê raya giştî nizane ; ê gav bi gav, perçe bi perçe derkevin pêşberî me?
Ak Partî û DTP/PKK di mewqifekî wiha de ne ku hema hema çi dixwazin dikin, hêzekê heta niha nekariye xwe li ber wan heta dawiyê bigire. Yê Ak Partiyê cardin esker û mixalefet (CHP MHP) hene, ew dikare rojekê bêje ”Ez çi bikim, min xwest lê eskeran û mixalefetê nehişt”. Lê ya DTP-ê/PKK-ê mixalefeteka wiha jî tune. Kurd bi hemû rebenî, nezanî û bêalternatîfiya xwe ketine ber însafa wan.
Ev rastiyeke trajîk e ji bo herdu gelan. Lê rastiyeka din jî heye. Tarîx li hemberî wan bi dewasayiya xwe rawestiyaye. Ew nuha ji kê jî birevin ê nikaribin ji tarîxê birevin û dûr an nêzik hesab bidin tarîxê
Loma lazim e Ak Partî jî DTP/PKK-yî jî ne kurtbîn bin, ne bi wî awayî tevbigerin ku bes bersiva rojên îro yên tengav bidin. Divê ew dûrûdirêj bifikirin, bi cesaret tevbigerin, xwe bi wî awayî techîzbikin ku karibin hesabê tarîxê jî, yê paşerojê jî bidin.
Leave a Reply