Netkurd 10/4/2005
Hilbijartina Celal Talebanî wek serokkomarê Cumhurîyeta Îraqê a Federal di derûdorên sîyasî yên cîhanê û yên Rojhilata Navîn de balkêş hat dîtin û reaksiyonên cuda li hemberê vê buyera dîrokî hatin nîşandan.
Hemû ajansên dinyayê bal kişandin ser wê yekê ku di dîroka Îraqê de kurdek bi kesayetiya xwe cara pêşîn e ku dibe serokomarê Îraqê. Wek meriv bêje di dewra serdestiya koletiyê de li Amerîkayê cara yekê reşikek bibe serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Hûn reaksîyona kurdan dizanin. Wan li Kurdistana Îraqê hilbijartinên parlamentoyê zindî di televizyonan de temaşe kirin û bi hilbijartinê re bi coşeka mezin daketin kolan, çarşî û meydanan. Kurdên li perçeyên din û yên li derveyî welatî jî dilxweşî û serbilindiya xwe veneşartin.
Hat xwiyakirin ku pirraniya cîranên kurdan bi vê buyerê dilxweş nebûn. Em dizanin ku hêzên Îraqî ên ereb piştî gelek bazar û biryardarîyên ku xwe sipartibûn yekîtiya kurdan razî bûn ku vî postî bidin yekî kurd. Tirk, ereb û faris wek berek(kevirek) li ser dilê wan keve ji encama vê hilbijartinê dilteng bûn, lê meyla wan ew e ku di xwe dernexin, qîmeta vê hilbijartinê bixînin. Ew dixwazin kula dilê xwe bi wê yekê birevînin ku ev postê serokkomarîyê ji bo demeka kurt e, heta hilbijartinên piştî danîna destûra bingehîn e, yan jî ev postekî sembolîk e, tu hukmê wî yê biryardana li ser çarenivîsa Îraqê nîne, postê esasî yê serokwezîrtîyê ye, ew ê welat bi rê ve bibe. Ew dixwazin bêjin ku hilbijartina serokkomariyê bûyereka sembolîk a muweqet e.
Gelo rast e, hilbijartina yekî kurd ji bo serokkomarîya Îraqa Federal hew encameka sembolîk dide? Ji bo kurdan, ji bo destkeftî û pêşeroja wan, ji sembolîkiyê gelek gelek wêdetir e. Û tenê kartêkirineka wê ya li ser Kurdistana Îraqê nîne, ew kartêkirinê li her çar perçeyên Kurdistanê dike.
Berî her tiştî dengvedana vê hilbijartinê li seranserê Kurdistanê xwedan tesîreka gelek mezin e ku li ser hişyarî û bixwebawerkirina kurdayetîyê heye. Yên ku Kurdistana Tirkiyê nas dikin, dizanin ku ji ber zor, sîtem û asîmîlasyonê bi milyonan kurd li Kurdistanê û li bajarên Anadoluyê ji kurdayetiya xwe şerm dikin, baweriya wan bi kurdbûna wan nayê, pê xwe piçûk dibînin, ji ber şerm dikin û xwe vedişêrin. Yên bawer nakin ku kurdek kare bibe doktorek, gava îro dibînin ku kurdek bi kesayetiya xwe ya kurdî bûye serokkomarê Îraqê, ereb û kurdan îdare dike, şokeka mezin li wan peyda bûye. Ew kompleks, şermokî, tirs û hustuxariya wan bi vê şokê paşde diçe, serbilindiyek, bawerîbixweanînek di şexsiyeta wan de serî hildide. Gava ji masmediyayên tirk, ereb û farisan kumreşî û bêtehemulîya cîranan dibînin, pirsa kesayetiya kurdbûnê di ruhê wan de rengê serbilindiyê dide xwe. Ev hilbijartin bi şokekê li ser bi milyonan endamê vî miletî dihêle ku şanazî bi kurdbûna xwe bikin, xwe pirtir nêzî endamên dîtir ên miletê xwe bibînin. Ev şok miletê kurd zêdetir bi hev dijdîne, şûûra wî ya miletbûnê zelaltir û bihêztir dike.
Ne ev tenê… Erê serokomarî li Îraqê ji serokwezîrtîyê xwedan tesîreka kêmtir e. Lê yek ji wan postên zîrveyî ye di îdareya merkezî ya rêvebiriya federal de. Ew li hemberî welatên din bi ereb, kurd û mînorîteyan ve temsîla dewleta Îraqê dike. Di têkiliyên bi welatên din re, bi taybetî di têkiliyên welatên cîran re ku dijminatiya kurdan dikin roleka normalîzekirin û aşkirinê dilîze. Ji bo ku kurdek wek serokomar hatiye hilbijartin serokên dewletên cîran nuha bi her awayî nerazîbûn û bêtehemulîya xwe dîyar dikin, lê ji destê wan nayê ku rê li ber bigrin. Wek wan heywanên kovî yên li zooyan girêdayî ku gava meriv jîndarekî din (însan an heywan) nêzî revîra wan dike pêşiyê dibe xirexir û borreborra wan, lê piştî demekê gava wî jîndarî baştir dibînin, hinekî bîhn dikin, bîhna wan tê ber wan, rewş normalîze dibe, berê xwe didin xwarina xwe. Ev hilbijartin jî her çendin îro dengê xirrexirê ji paytextên cîran tîne lê piştî demekê ew ê hînî vî serokkomarê kurd bibin, qebûl bikin ku kurdek jî êdî di wê pileyê de tevbigere, wî vexwînin paytextên xwe, ew herin mêvantiya wî. Ev tevgara han ê gelek argumentên şovenî yên êrîşkariyê ji destên van serokên dirinde bistîne ên ku heta niha li hemberî kurdan bikar dianîn. Heke berpirsiyarên dewletên cîran ên ku nexwazin tevî vê prosesa normalîzebûnê bibin jî ê zeîf bibin, cih li wan teng bibe û ji meydana kargêriyê vekişin.
Encameka din a vê hilbijartinê ya ber bi çav jî ew e ku girtina vî postî û yên ku pişt re bi avakirina hukumeta federal bên (her wekî wezareta karûbarên derva) ê îmkanê peyda dikin ku kurd bibin beşdarekî xurt ê esasî di hukumet û rêvebirîya merkezî ya Îraqê de. Hukumeta merkezî ê tu carî nikaribe ku planekî amade bike, karekî rêve bibe an têkeve nava hin hevkariyên navnetewî û ên bi welatên cîran re ku haya kurdan jê tunebe, an kurd ne xwedan biryar bin tê de. Gava em bala xwe bidin dîrokê em ê bibînin ku di demên borî de hukumeta Îraqê û dewletên cîran bi hev re ketine gelek hevkarî û hevpeymanîyên veşartî yên li dijî kurdan. Lê îro gava serokkomar û wezîrê derve yekî kurd e Îraqeka wihâ ê tu carî nikaribe têkeve planeka veşartî ku haya kurdan jê tunebe. Iraq nema kare peymaneka Cezayîrê a din îmza bike.
Loma jî maneya serokomarîyê ji bo kurdan ji sembolîkîyê gelek wêdetir e.
Leave a Reply