BEYRAQ, ALA, XÎRETKÊŞÎ Û BÊXÎRETÎ

Netkurd: 24/3/2005

Ev du-sê roj in, tirkan bi  generalên xwe, televizyon, rojname, serokpartî, siyasetmedar û burokratên xwe yên çi rast  û çi çep, dest bi hezeyaneka mezin kirine, bûye borrebora wan, girêz ji devê wan diherike, xeberan dibêjin, tehdîdan diweşînin, xaleyanekê radikin, êrîşan dibin ser mal, can û karên kurdan, heqaretan li wan dikin, dev davêjin heysiyet, namûs û şerefa dê û bavên kurd.

Sedem jî xwedêgravî ew e ku di dema yek ji wan pîrozbahîyên Newrozê de li Mersînê du zarokan (14 û 16 salî) hewl dan ku beyraqa tirkan  bişewitînin. Ew jî hê ne diyar e kê ew zarok pîj kirin, kî li pey vê provakasyonê ye. Heta tê îddîa kirin ku faşîstên tirk ji bo rapelikandina şovenîzm û propagandaya êrîşkarî ya li hemberê kurdan ev kar dane kirin.

Gava meriv li hezeyan û xaleyana tirkan dinêre ji aliyekî de meriv dibîne ku miletekî çi xwedan îdareyeka bêbext a rîyakar a manuplatîv e. Ev dewlet û ev ordî ji bo bigihîje mexseda xwe dikare her awe xerabî û bêbextîyê bike. Ji alîyê din jî meriv dibîne ku îdareyeka ew qas di ecz û tengasiyê de maye ku dikare bi bêşermî hêviyê ji êrîşa ser du zarokên piçûk jî bike. Behsa bêşerefkirina beyraqa tirkan, xayintiya li hember dewleta tirk, êrîşa perçekirin û rakirina Tirkiyê tê kirin… Hemû jî ji du zarokên 14 û 16 salî.

Erê ew li Tirkiyê bi vî awayî xaleyaneka şovenî û nijadperestî ya dijînsaniyetî berpa dikin, lê li derveyî Tirkiyê, li ber çavê miletên dinyayê dikevin rewşeka pêkanîna tîrajîkomîk. Li tu derê dinyayê ji bo ku du zarokan ne ku alayek şewitandiye, gava sûc û xeta,  heta qetlîamên mezin jî kirine bi vî awayî nehatine gunehbarkirin, bi vî awayî nebûne armancên êrîşên dirindane, hela hela dê û bavên wan yan jî miletên ku ew jê hatine nebûne mixatabên piçûkxistin û tehdîdan. Tirkan paranoyayeka mezin li dar xistine  ku li hundur xeterek ji bo kurdan peyda kiriye lê li seranserî dinyayê jî bûne cihê pêkenîn û yarîpêkirinê.

Helbet  borreborr û devgirêzî ne ji ber ku du zarokan hewla şewitandina beyreqa tirkan daye. Ev bahane ye. Sedemê esasî ew serkeftina vê dawîyê ya Kurdistana Îraqê ye ya ku piştî hilbijartinan û guftûgoyên ji bo avakirina hukumeteka merkezî li Îraqê bi dest xistin. Sedemekî din jî ew e ku bi saya bayê serkeftinên Kurdistana Îraqê ê ku li keştiyên bizava perçên Kurdistanê yên din daye, kurd bi moralekî bilind, bi serbilindiyeka bêhempa newrozan pîroz dikin. Ya ku ji serokwezîr heta bi bekçiyê dewleta tirk hêç dike ew qelebalixa bi sed hezaran a Newroza Diyarbekirê ye. Li wê derê beyreqa tirkan hêl nedibû. Erê hin potik û temeziyên zerik û şînik li ba dibûn, lê di nîveka sedhezaran de alayeka kesk û sor û zer  û sipîyê gewher a tikîtenya, lê bilind ber bi asmanan de hêl dibû. Ew ala, taca zêrîn û  şerefa herî mezin a wê qelebalixê û me hemû kurdan bû. Ew alaya kurdan bû. Ev bû ku tirkan ew qas tije kîn û nefret kir da leystika du zarokan bikin îlana herbekê li hember miletekî.

Em tirkan nas dikin, em dizanin ew çend birik û xêrnexwaz in. Şerê wan bêminetî ye, ew dijmin in. Heke mesele ne şewitandina beyraqê bûya wan ê tiştekî din derxistaya. Lê ya herî tîrajîk ew bêxîretî ye ku hin kurdên xwedêgiravî berpirsiyar û rêberên partî û rêxistinên kurdan dikin. Orhan Doxan û hinên wek wî beyanan didin,  îdia dikin ku beyraqa tirkan a kurdan e jî. Ev yek ji wan heqaretên herî mezin e  li milletê kurd, li şehîdên Kurdistanê. Orhan Doxan û yên wek wî rêya bêxîretiyê dane ber xwe, biryara xwe dane ku li ber deriyê dewleta tirk xizmetê bikin. Lê kurdên bixîret ên piçekî hay ji kurdbûna xwe heye, divê ji pey lîstika Orhan Doxan û yên wek wî vegerin, bes rê bidin ku ew ew qas bi şerefa kurdan bilîzin. Gelî kurdên bixîret, bes bi şerefa xwe û a milletê kurd bidin lîstin.

Ev ên wiha nikarin kurd, hela hela kurdperwer bin. Kurd ne ew qas bêxîret in. Heke nikaribin bi dijminê xwe jî karin şeref û xîreta xwe ji binpêkirinê bistirînin.

Xîretkêşên kurdan ên ku bi saya wan têkoşîna milletê kurd hatiye vê qonaxa îro  jî ne kêm in: A ji we re peyvên yek ji van xîretkêşên ku em pê ser bilind in: Mesûd Barzanî, beyana wî ya li ser beyraqa Îraqê û alaya kurdan:

“Ew alaya niha li gora me ne alaya Îraqê ye, ya rejimekî dîktatorî ye, alaya rejimekî ye ku Helebçe kîmyabaran kiriye, li jêr sîya vê layê 8 hezar barzanî, 20 hezar feylî  hatine bêserûşûn kirine, 4 500 gund hatine wêran kirin û 182 hezar kes  hatine enfal kirin, ji bilî wêya ku li başûrê Îraqê hatiye kirin. Ez fahm nakim ku niha hin xelk çawa şerm nakin û vê alayê hil didin. Li ba min gelek ferq nake, ku wê alayê hildidin bira rismê Seddam jî li kêlekê bilind bikin, gelek baştir e.

Ev alaya ku îro li Kurdistanê li ba dibe “alaya neteweyê kurd e. Reng e gelek kes dibên qey ev alaye tenê di dema Komara Kurdistanê de li katê Seblaxê hatiye durust kirin, ev ala ya cenga cîhanê ya yekem e, rêxistina Xoybûnê ku durust bû wan ev ala ji bo Kurdistanê hilbijart. Ala bûye remzeka pîroz a muqeddes, hemû şoreşên din ên Kurdistanê ên sedsala buhurî li jêr vê alayê bûn.”

Li du beşên Kurdistanê, du bûyerên li ser alayê û du beyanên cuda!

Xîretkêşî û bêxîretî di rojên wiha de diyar dibin. Li alîyekî têkoşîna xîretkêşan di dîroka Kurdistanê de bi herfên zêrîn tê nivîsîn, li alîyê din, umrê navdariya bêxîretan ji umrê wan ê rastîn jî kurttir e.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: