ŞÊXÊ MEZIN

Netkurd 5/6/2005

Gava nûçeya şehîdbûna Şêx Mehemed Maşûqê Xeznawî hat, reaksiyona min a pêşîn wek berpirsekî Netkurdê ew bû ku ez bizanibim ev Şêxê ku rejimek ewqas jê tirsiya û ew ji navê rakir kî ye. Da ez nas bikim û wî bi xwendevanên Netkurdê jî bidim nasîn, ez li vî alî li wî alî, li Înternetê li ser agahiyên derheqê jiyana wî geriyam. Min malperên kurdan serûbin kirin, ji nas û dostan pirsî, ez vir de çûm, wir de çûm, lê mixabin min tu agahî li ser jiyana Şêx Maşûqê Xeznawî nedît.

Min ev agahî nedît, lê min tiştekî din dît ku ez pê şok bûm û hîn ji nuh ve min fahm kir ku rejima Şêx Mehemed Maşûq ji navê rakir, çima ew ji navê rakir.

Ya ku ez bahs dikim hevpeyivînek e ku di demeka buhurî ya gelek nêzîk de pê re hatiye kirin. Min ew hevpeyivîn di malpera Amîdakurd de dît. Seyidxan Anter li Swêdê, bi minasebeta semînerekê pêrgiyî wî hatiye û ji bêwextiyê hema li ser piyan hevpeyivîneka sivik pê re kiriye da ew hevpeyivîn bibe bingeha yeka dûrûdirêj û kûr.

Hevpeyivîn kurt e, sivik e, lê hûn bawer bikin ku pirr û pirr têrê dike ku meriv fahm bike ev Şêxê kurd çi merivekî têgihîştiyê hemdem ê kurd e, çi ronakbîrekî bîrkûr ê bînayîfireh e, alimekî zanayê îslamê ye, çi têkoşerekî kurd ê dilsoz e ku mixabin di nava kurdan de gelek gelek zehmet e meriv pêrgîyî wan bê. Çimkî merivên wiha zû bi zû nagihîjin û di civakan de, mixabin ku bi taybetî jî di civaka me kurdan de kêm peyda dibin.

Da fikra we li ser mexseda min zelal bibe ez dixwazim destegulekê ji bîrûbaweriyên vî Şêxê mezin ji wê hevpeyivînê li vê derê pêşkêş bikim.

Li ser pirsa ku ew dinyaya îro çawa dibîne, Şêx wiha dibêje: ”Dinya di wextê çêbûnê de, di cehalet û xeşîmiyê de bû. Zemanê em tê de ne, ewelê (destpêka) zaman e ji bo mafê mirovan û demokratiyê, her çiqasî ne bi qasî ku em dixwazin be jî.”Jê tê pirsîn ku gelo  pirsgirêka esasî ya ku îro dive bê çareserkirin çiye. Ew diyar dike ku bêtoleransî ye û wiha dibêje:”Gerek însan bi tolerans be, yanî xelkê ne wek hev, hevdû qebûl bikin. Rengên cuda, olên cuda, miletên cuda û her tiştên cuda. Xelkên ku yên din qebûl nakin, mîna ku yek zemha boyaxê be, yan jî fotokopiya hevûdu bin. Eger her kes wek Îsa, Muhammed an jî Nemrût bûna, xwezî ne bi halê me.”

Ji Şêxê ku alimekî dînî yê îslamî ye tê pirsîn ku wî qala hin pêşketinan kir, lê li aliyê din jî piraniya mirovan birçî ne, gelo, dîn dikare çi bike. Ew henekê xwe pê dike ku dîn karibe zikê însanan têr bike:”Dewra dîn ew e, ku wîjdanê xelkê hişyar bike. Dîn nikare nan çêke û bide xelkê. Di bin navê dîn de nan dipêjin û didine xelkê. Ev çi ye? Hîle, îstismar û istiqlal e…. Li dewletên ku dîn ji siyasetê cuda kirine, xelk bêhtir tehamula hev dikin.”

Şêxekî ew qas xwedan zanîneka kûr a felsefî û dînî di warê azadiya fikrî de jî bê teredud diyar dike ku ew azadiya fikrî heta wî hidûdî serbest dibîne ku digihîje sînorê azadiya ferdekî din: ”Sînor, bi şertê ku ez tehdê li sînorê birayê xwe yê însan nekim.”

Ji hevpeyivînê diyar dibe ku ew li gel ku zanayekî modern ê hemdem ê îslamî ye, her wiha ew kurdperwerekî têkoşerê gelek dilsoz e jî. Gava ew behsa buyerên beriya salekê dike ku li Qamişloyê û bajarên din ên kurdan serî hildan, wan buyeran wiha tehlîl dike: ”Yek jê; dinya pê hisiya ku pirsa kurd li Sûriyê jî heye. Nemaze piştî bazarên siyasî ku mesela kurdî hatibû veşartin. Du; hestên millî di nav xelkê de geş bûn û kurdan bawerî bi xwe anîn ku dikarin gelek tiştan bikin. [Sê] fedakarî û hevkarîyê zora tirsê bir.” Min bi xwe nedîye ku siyasîyekî kurdan bi xwe jî di tehlîleka wiha kurtebirr de encameka ew qas zelal a paravtî ji wan buyer û serîhildanan derxistibe.

Ji Şêx Mehemed Maşûqê Xeznawî tê pirsîn ku ew bayê îsal ku li Kurdistana Sûriyê tê  çawa dibîne, bi mêrxasiyeka bêpaxav viha dibêje ”gelekî baş e. 12 partiyên ji milet, bi hev re kar dikin û dev ji menfeetên grûbî berdidin. Ez mîna melayekî mizgeftê, bi tirs û şik destê xwe didim wan, ku ji bin barê milet rabin.”

Ew ji bîr nake ku rewaşa mela û zanayên dînî yên kurd jî bi zelaliyeka bêriyakarî destnîşan bike: Mela, du qism in. Hin qism hene serbixwe ne; ji sedî sed bi min re radibin û rûdinên. Qismek jî heye ku, mixabin ev qismê herî zêde ye û dibine lobiyên çakûç û sîndan. Çakûç teşkîlata dînî ye, yanî şêx in. Sîndan sofî û mîrîdên li dora melaya ne, lê tabiê şêx in, tabiê çakûç in. Karekî me jî ew e ku em bikaribin wan qurbanan ji halê wan xelas bikin.”

Bêşik piştî vê hevpeyivînê min fahm kir ku bi şehîdbûna Şêx Mehemed Maşûq Xeznawî me kurdan kî wenda kir, ya herî xerabtir hîn berî ku em wî nas bikin me ew wenda kir.

Dijmin ji me çêtir cewher û rêberên mezin en nava me nas dikin û hê berî ku em bi wan bihesin ew wan ji nav me radikin. Lê em kurd bi înad û serhişkî berdewam in, di cehaleta xwe de melevaniyê dikin, pirr diaxivin, pirr qîreqîrê dikin, lê naveroka qîreqîra me qalikê dendikekê tije nake.

Îro jî piştî şehîdkirina Şêx Mehemed Maşûqî ji bal rejimeka dirindane ya bêpara ji însaniyetê, em gelekî li ser wî digirîn û qîreqîrê dikin, lê heta niha min bi xwe nivîseka ciddî nedît ya ku vî Şêxê mezin qe nebe piştî şehîdbûna wî bi me bide nasîn.

Loma jî wê hevpeyivîna wî bixwînin, heke hene hin hevpeyivîn, xutbe an nivîsên wî yên din derînin da em kurd têbigihîjin ku me kî wenda kiriye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: