DEMA NEŞTERLÊDANÊ HATIYE

Netkurd 22/5/2005

Di van çend salên dawiyê de hin îmkan û derfetên ne piçûk li ber miletê kurd vebûne. Guhertinên ser ruyê erdê yên global û buyerên Rojhilata Navîn bingehekî lêhatî ji bo bidestxistina gelek maf û azadiyên kurdan payda kiriye. Destkeftiyên kurdan ên li Kurdistana Îraqê, şert û mercên ku YE li ber qebûlbûna endametiya Tirkiyê datîne, peydabûna hewaya azadîbexş li Rojhilata Navîn ya bi zordana navneteweyî, hemû riyê li ber pêşdexistina tevgera kurdan a xweavakirina neteweyî xweş dikin.

Lê bi taybetî li Kurdistana Tirkiyê bizava kurdîtiyê bi xwe tevî ku di tarîxa xwe de nebûye xwedanê ew qas îmkan û mercên li rê jî, bi balkêşiyeka ecêb dînamîzma xwe gav bi gav wenda dike. Meriv dibêje qey lokomotîfek ji paş de bi trêna li ser rayan hatiye vekirin, ew lokomotîf berdewamî trênê paşpaşkî dikêşe, yan birînekê di dil û hinavên laşekî de serî hildaye, laşî roj bi roj zer û jar dike, diçilmisîne û dihelîne.

Ya herî xerab jî peydabûna wan faktorên bi tesîr ên ji rewşa globalî û siyasetên dewleta tirk ên li ser mehandin, jarkirin û jiholêrakirina ziman û kultura kurdî ye. Tirkiye pir bi zanebûn û dijminatiyeka hostatî riyên li ber hebûn û geşbûna zimanê kurdî digire, riyên berfirehkirina asîmîlasyonê û tirkkirinê vedike.

Civaka kurd li Tirkiyê gav bi gav dev ji zimanê xwe ber dide, neslê nuh bi rêjeyeka gelek mezin bi kurdî nizane. Dê û bavên ku berî bîst salan, deh salan gotineka tirkî nizanibûn îro şeqîna wan e bi tirkî diaxivin. Kurdên herî hişyar û zana yên ku xwedêgiravî amade ne da serî di ber kurdayetiyê de bidin, bi xemsariyeka mezin bi hevalên xwe, malîyên xwe, zarok û derû dora xwe re bi tirkî didin û distînin. Partî û komeleyên kurdan civîn, meş û karûbarên xwe bi tirkî dikin, nivîskarên kurd lêkolîn û teoriyan bi tirkî ava dikin. Malperên ku kurdên Tirkiyê avakirine pirraniya wan bi tirkî ne. Rojnameyên esasî yên heftane û rojane bi tirkî ne.

Tirkî û tirkî. Ji her demê pirtir herder bûye bi tirkî. Yanî ne tenê warê ku dewletê ferz kiriye, ew warê ragihandinê ye ku kurdan avakiriye bi xwe jî zimanê resmî bi tirkî ye, kurd bi xwe dev ji vê tercîhê bernadin.

Partiyek ji partiyekê re, an keskî re nameyekê rê dike bi tirkî ye, belavokekê derdixe, civînekê dike bi tirkî ye. Baş e ev çi ecêb e ku nivîskarekî kurd bi nivîskarekî kurd ê din re bi tirkî dide û distîne, li Diyarbekirê, li Îstenbolê heta li Almanyayê û welatên Ewropayê yên din kurd di civînên xwe de bi tirkî diaxivin? Kî ferz dike ku partî an komeleyên kurdan belavok an anonsên xwe yên neresmî bi tirkî belav bikin?

Baş e heta kengî ê zimanê ragihandina nava kurdan bi xwe, ê dezgeh û organên wan bi tirkî be? Berê bahaneyek ji partî, organîzasyon û tevgerên kurdan re hebû. Di salên 70-80yî de partiyan digot ku welatê wan hatiye dagirkirin, ew ê dijmin ji welêt derxin, Kurdistanê azad bikin û dewleteka serbixwe ava bikin, zimanê resmî jî bikin kurdî, ê dibistan vebin, her awe peywendî bi zimanê kurdî be. Îro hema hema tu partî, rêxistin an derûdoreka siyasî nemaye ku daxwaza Kurdistana serbixwe bike. Hinan dev ji federasyon û otonomiyan jî berdane. Nexwe ew hedefa ku dida diyarkirin a ku di filan wextê de zimanê kurdî ê bibe zimanê resmî wenda bû, hat rakirin, pirsa li ser zimanê kurdî  ji dest hat berdan û ket valayiyê, tu plan û program, tu proje ji bo bikaranîn û parastina ziman  di destê kurdan de nema. A xerab tu endişeyeka wan a xwedîlêderketinê jî tuneye. Kes napirse, nabêje baş e heta kengî em, em kurd bi xwe ê di navbera xwe de tirkî biaxivin? Nabe, ew qas jî xemsarî û bêxîretî nabe. Pirsa ziman ne pirseka wiha ye ku meriv sivik bigire. Şertên şer ruyê erdê û yên Tirkiyê wiha ne ku ji bo zimanê me germeka wek germa havînê peyda kiriye û zimanê me jî di wê germa havînê de buye wek komeka berfa ku ji zifistanê de hatiye hilanîn. Ma hûn nabînin germa havînê daye ser û zimanê kurdî wek koma berfê di bin wê kelekela germa havînê de dihele, her ku diçe piçûk dibe? Kengî em kurd ê destpê bikin zimanê kurdî bikin zimanê sereke û resmî ê navbera xwe, partî ji hev re û ji xelkê re bi kurdî binivîsin, civîn hemû bibin bi kurdî, weşanên ku xîtabî kurdan dikin bi kurdî bin, li mala xwe bi zarokên xwe re, bi cîranên xwe re, li çarşiyê bi hemşehriyên xwe re bi kurdî bidin û bistînin?

Birîneka xedar di dil û hinavê laşê miletê kurd de serî hildaye, her  ku diçe elem û azara wê pirtir dibe, her ku diçe laş pirtir jar û bêtaqet dibe. Dema neşterlêdanê hatiye û derbas dibe. Êdî tu tiştê ku em li bendê bimînin nemaye, dive em rakin neşterê û li birîne din, wê der bikin. Em ji bîr nekin ku zimanê kurdî biçe, mejîyê kurdayetiyê jî pêre diçe. Ziman hebûn e, ew biçe hebûn jî diçe.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: