Netkurd 30/4/2005
Yek ji wan nivîsên ku van demên dawiyê bala min kişandine ya mamoste Tosinê Reşîd e: “Êzdî li benda naskirina rastiyê ne”.
Nivîs her çendî li ser rewşa kurdên êzdî ye lê karekterên pirsgirêkên ku di wir de tên diyarkirin bi wan tenê namîne, di war û grûbên dîtir cuda yên civaka me de jî têra xwe hene. Kultura civaka me ya nenaskirinê, nezanînê, teasubê, bêtehemulîyê, rêzlêgirtina hêzê ji dêlva ya pirrengî û wekheviya mafan di her warê civaka me de, bingehên peywendiyên navbera însana ne.
Min gelek dixwest ku ew nivîs bê minaqeşekirin, bibe wesîle ji bo derkirina birînên me yên civakî yên din jî. Gava di nivîsa xwe ya “Kîjan neteweyî” de ez li ser cudatiya navbera neteweyîya asîmîlasyonîst û ya întegrasyonîst rawestiyam helbet ev birînên wiha di bîra min de bûn. Eger îro pirs têra xwe nehatibin minaqeşekirin, nayê wê maneyê ku ê di pêşerojê de dernekevin hemberê me.
Ez bi xwe dixwazim li ser xalekê rawestim ku em hema hema qet nabînin û nedîtinê jî gelek tebîî dizanin. Tosinê Reşîd li derekê wiha dinivîse:” Problem ew e, wekî piranîya kurdên misilman, yan jî çend ronakbîran ji nav derxin, ên mayîn gişk, hê jî li ser wê bawarîyê ne, wekî êzdî bawarîya xwe bi Xwedê naynin, êzdî şeytanperest in û ji Xwedê ra li şirîkan digerin. Û ji bo vî gunehê bê bingeh bi sedsalan fermanên serê êzdîya rakirine, bi seda hezaran (eger ne bi mîlîyonan) êzdî kuştine, gund û bajarên wan wêran kirine. Heta gorên xasên wan jî kolane, hestu jê derxistine û şewitandine.” Ev tesbît girîng e. Helbet em dizanin di dewra dîrokê de propagandaya li ser esasê derewan bûye aletê êrîşkariya serdest û zordaran, bi derewên li hember bîr û bawerî û kulturên li hember civakên cuda yên dînî, mezhebî an etnikî nezan û muteesib hatine civandin û bera ser van civakan hatine dayin.
Sedemên propagandayên derew ew in ku ew civak ji civakên serdest cudatir bên nîşandan, endamên civakê yên nezan û muteesib bên bawerkirin ku ferqa wan ji yên serdest hene. Kêmkirina mişterekiyê ye, bal kişandina ser newekheviyan e. Cudatî, newekhevî yanî nasnekirin, jihev dûrketin û xerîbbûn e. Heke baweriya meriv her bi eynî Xwedayî bê zortir e ku meriv argumentên êrîşkariyê bi asanî peyda bike. Lê meriv bide nîşandan ku grûbek baweriya xwe bi Xwedê nayne, di civakeka teesub de ew dikare bi hêsanî bibe bingehê qani’bûna nezan û muteesiban ji bo ku êrîşê qebûl bikin.
Loma jî tiştekî pir tebîî ye ku meriv di prosesa avabûn û pêkhatina miletbûnê de taybetiyên mişterek derdixe pêş, pirtir giraniyê dide ser wekheviyan û ji bo zêdekirin û xurtkirina xalên mişterek ên tevayiya gel projeyên taybetî li dar dixe. Lê em çi qas mişterekiyan derxin pêş, xurtir û zêdetir bikin jî em nikarin aliyên civakê ên nemişterek kêm bikin an ji ortê rakin. A ji vê jî girîngtir gelo heqê me heye ku em cudatî û newekheviyan kêm bikin an ji hole rakin bes ji bo ku ew ne taybetmendiyên giştî yên mişterek in? Gelo ew grûbe-gelên mezhebî, dînî, terîqî û zaravayî razî ne ku em cudatiyan rakin, îhmal an bincil bikin? Bi wê nivîsa xwe Tosinê Reşîd dibêje ku êzdî jî wek misilmanan baweriya xwe bi Xwedê tînin, yanî di vê xalê de bi misilmanan re hevpariyeka wan heye. Ev ji bo qebûlkirina rastiyê girîng e, lê ji bo qebûlkirin û rêzlêgirtina hebûna êzdîyatî ne esas e. Baş e eger êzdiyan baweriya xwe bi Xwedê neaniyana û ew wek misilmanan nefikiriyana gelo ew êrîşkariya ku di seranserê dîrokê de li hemberê wan hat kirin heq û şeriyetek distand? Em dizanin ku li rojhilatê Asyayê gelek civak hene ku baweriya xwe bi tenê xwedayekî û bi wî Xwedayê misilmanan naynin. Heta naveroka mefhûma Xwedayê misilmanan û ê xiristiyanan ji ne wek hev e. Gelo ev dibe yek ji xalên şeriyet an xweşbînîya êrîşa li hemberê wan?
Yên ku minaqeşeyên Tirkiyê ên li ser demokrasî, tolarens û xweşbîniyê taqîb dikin wê hay jê hebin ku tendensa minaqeşeyan ew e ku civakên Tirkiyê, kurd û tirk, sunnî û elewî, misilman û êzdî, zaza û kurmanc ji alî bawerî, kultur, rabûn rûniştin û ziman çi qas nêzî hev in, mişterekiyên wan çi qas pirr in. Di vê minaqeşeyê de ew qas pêş de derin ku xwe dispêrin dereweka wek a êrîşkaran, êw ên ku dixwazin cudatiyan firehtir, kûrtir û dûrtir bikin yek ber bi dûrxistinê de ê din jî ber bi Xwedêgiravî nêzîkkirinê de derewan li ser derewan dike. Bi min weka ku her du jî her ji eynî kaniyê avê vedixwin. Yanî meriv çiqas newekhev be, çiqas ji hev dûr be, fetwaya nelihevkirinê, pevçûnê, egera êrîşkariyê jî ew qas heye. Netewetiya asîmîlasyonîst ji ber vê baweriyê û ji tirsa jihevketina li ser vê, ji aliyekî de mişterekiyan derdixe pêş lê ji aliyê din de cudatiyan înkar, îhmal an bincil dike, heta bi tehdîdan wan dimelisîne. Di hale herî însafkariyê de wan bi cudaxwaziyê şermezar dike ku çima taybetmendiyên cuda derdikevin pêş.
Di demên berê de û bi taybetî ji bo miletên din belkî ev rê û dirbên netwetiya asîmîlasyonîst ji xwe re riyên biserketinê dîtin, lê tarîxa me ya netwebûnê û rewşa dinyayê ya niha li ber çavan radixe ku bi netewetîya asîmîlasyonîst em nikarin bibin miletekî kemilî yê modern ê têgihîştî. Em ê ji ber bêtehemulî û bêbaweriyen ku ji cudatiyên rengareng ên civatê peyda bûne bêhêz bimînin, destêwerdanên dijminan ji nav me ê kêm nebin. Wek laşê merezdarî di hebûna netewetiya me de ê tim hin hîle û jarî hebin.
Lê heke em giringiyê qasî hev bidin wekhevî û newekheviyên xwe; em çiqas dûrî hev in wê dûrbûnê qebûlbikin, rêz lê bigirin û bi vî awayî bi rengarengiya xwe ya dînî, mezhebî, zaravayî û her wekî din xwe li hev bipêçin di çarçeweyeka netewetiyeka modern a hemdem de bi hev integre bibin, ew avayiya netweyî ya întegrasyonîst ê me xurttir bike, destêwerdan ê di nav me de kêmtir bin. A ji hemuyan giringtir ê baweriya me her endamê vî neteweyî bi hev bê ji bo ku em hevdu nas dikin, em çi ne hev du bi wî awayî qebûl dikin û rêz li hev digirin.
Leave a Reply