Netkurd 15/5/2005
Di ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re sê meh û nîv derbasbûn. Hîn jî parlamento, vê dezgeha biryardanê a herî bilind necivîyaye, dest bi karê xwe yê qanûndanînê û kontrolkirina îdareya welat nekiriye. Hukumeta yekbûyî ya ku temsîla tevayîya Kurdistanê bike hîn nehatiye danîn, serokê herêma Kurdistanê hîn nehatiye hilbijartin. Yanî Kurdistan di rastiyê de welatekî bê serok, bê parlamento û bê hukumet e; di ser de jî bûye sê, belkî jî gelek beş. Beşek ji Hewlêrê, yek ji Silêmaniyê tê îdarekerin, beşên ku ne di bin destên van her du îdareyan de ne, ji xwe ne dîyar e ku çawa tên îdarekirin û di rojên pêş de ê çi bê sere wan. Kerkûk jî ev sê meh û nîv in hê bê îdareya nuhilbijartî ye.
Ev rewş bi serê xwe dîyardeyeka buxrana siyasî ya giran e, lê xeterên çembera agirîn a derûdora Kurdistanê û pirsgirêkên li benda çareserîyê qonaxê girantir û hesastir dikin.
Hîn tu têkiliyên Kurdistana federe bi dewleta Îraqa federal re zelal nebûne. Ji bilî niyetên diyarkirî û peymanên çarçoveyî hîn tu tişt jê ne diyar e ku Îraq ê bibe dewleteka federal a bi çi awayî. Hê Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî û Şêxan tê de beşên din ên kurdnişîn ne diyar e ku ê bibin beşek ji herêma federe a Kurdistanê yan na. Hîn ne destûreka Îraqê, ne jî ya Kurdistanê heye. Ji niha û heta payizê dive destûrek amade bibe, têkeve referandûmê, pişt re hilbijartinên giştî ji nuh ve pêk bên û hukumet û organên îdarî yên nuh, belkî jî serokkomar careka din bên damezirandin û hilbijartin. Nexwe ji nuha û heta dawiya payizê dive qedera kurdan tayîn bûbe, îdî xwiya bûbe ku federaliyeka û federasyoneka çawa heye, Kerkûk û wan herêmên Kurdistanê ên din bi ser Kurdistana federe ve ne an na.
Lê em dizanin ku ev pirsgirêkinî wiha ne ku ne ew qas asan e da meriv bibêje hemî dikarin di sê-çar mehan de çareser bibin. Em dizanin ku ereb bi şiî û sunîyên xwe ve, tevî 80 salên şer û pevçûnan, darbe û şoreşan, piştî 35 salên dewra dîktatorîya herî reş û tarî û van 10-15 salên şerên bi Îran û Kuvêt û hêzên hevpeyman re hîn jî naynin bîra xwe ku bi derûdora xwe re bi awayekî demokratîk li hev bikin, herkes rêzê li mafê ê hemberê xwe bigre û dest bi jiyaneka aram a mişterek bikin ku para xwe ji demokrasî û azadiyê girtiye. Kes demokrasiyê, federaliyê, âzadî û wekheviyê bi maneya wan a rastîn nafikire, naxwaze. Hîn ereb dixwazin bi darê zorê bi hîle û pîlan serdestiyê li yên din bikin. Roja sondxwarina hukumeta merkezî ev yek dîyar bû.
Avakirina dewleteka Kurdistanî ya federe ji bîr mekin ne diyardeyeka wisa ye ku ereb, faris û tirk wiha rûnên û temaşe bikin. Ev ne mimkin e. Planên wan ên ku projeya kurdistanî pûç bikin li ser kar in. Rapelikandina şerê bi PKKê re û bizivandina hêzên leşkerî li derûdora hidûdê Kurdistanê planeka ji vê dilreşiyê ye. Pirsa Kerkûkê ji xwe birîna herî xedar a kurdan e. Em dizanin ku ereb, tirk û faris ji sedî sed li dij in ku Kerkûk bibe perçeyekî Kurdistanê, lê gelo ev dijîtî tenê bi wan ve sînorkirî ye, tenê ew in ên ku naxwazin. Gelo dewletên misilman ên din ên ser ruyê erdê çi difikirin, YE, Rûsya û Çîn xwedanê çi mewqifî ne. Hela hela çi proje li ber destê hevalbendên kurdan ên stratejîk Amerîkayê ye? Ev hemû ne zelal in, diyarde hene ku ew jî karin nexwazin ku Kerkûk bibe beşek ji Kurdistanê.
Gava meriv van hemû pirsgirêkan li ber çav digire û difikire ku divê ew heta dawiya salê çareser bibin, tê dîtin ku wext her ku diçe teng dibe û tu lukseka kurdan tuneye ku piştî sê meh û nîvan jî hê parlamentoya xwe necivandibin, hê serokê xwe hilnebijartibin û îdareyeka giştî danemezirandibin.
Berpirsiyarî û gunehê her roja ku derbas dibe bêyî ku herdu îdareyan pirsgirêkên navxwe çareser kiribin û xwe ji bo guftûgoyên li gel ereban û planên dijmin û dilnexwazên cîran û necîran amade û teçîz kiribin giran e. Lê ev guneh û berpirsiyarî li ser hustuyê her kurdekî ye jî.. Divê kurd, çi siyasî yan ne siyasî, çi rêxistinî ya ne rêxistinî, çi başûrî yan ne başûrî, bêdeng, xwînsar û di rehawetê de, belkî jî di xefletê de nemînin. Em dengê xwe bilind kin, zorê bidin berpirsên siyasî û bi taybetî yên herdu partiyên Kurdistana başûr, ev pirsa qedera me hemû kurdan e, ev ew roj e ku em hemû ê tê de yan têk biçin yan jî bi ser kevin. Divê em zûbikin, mala xwe bi ser hevdin, wext li me teng dibe.
Leave a Reply