Netkurd 16/10/2007
Ertugrul Özkökê birêvebirê giştî yê rojnameya Hurriyeta tirkî û dolê bazdayiyên hezîmeta Balkanan ên ku di hezîmeta şerê serxwebûna neteweyên Balkan de ji ber xezeba gelên azadîxwaz reviyan û bi zorakê li derûdora Îzmîrê xwe ragirtin, xwe xistin bin koşa dewleta xwe ya osmanî, diyar e tu ders ji wan hezîmetan wernegirtiye, bi wî mejiyê xwe yê wek yê çivîkan jibîr kiriye ku xezeba miletên tîhniyên azadiyê ji hêz û îradeya her awe dewletên zordar ên dirinde mestir e.
Ertugrul Özkökê dolê bazdayiyên balkana di nivîsara xwe ya îro de hem buhtanan li kurdan dike, hem kurdan tehdîd dike, hem jî bi xwe îtîraf dike ku di vê dewrana sedsala 21-ê de wî û dewleta xwe, qasî zerreyekê nesîbê xwe ji medeniyet û însaniyetê wernegirtiye.
Qey ji bo ku van rojan dewleta wî behsa êrîşên ser Kurdistana azad dike, Özkök bi kuşpenetiyeka vala, di meqaleya xwe ye îro de xwedêgiravî şiretan – lê esas tehdîdan – li kurdan dike, dixwaze ku kurd van rojan fîlmên li ser Vietnamê temaşe bikin û bibînin ku dema Amerîka bi hezîmeteka mezin ji Vietnamê vekişiya çawa dev ji wan hevkarên xwe yên vîetnamî berda, çewa ew li cih di nav destê dijminan de hiştin û bi vî awayî vekişiya.
Bi vê re Özkök ruyê xwe yê hovane yê esasî jî îtîraf dike. Ew eşkere dinivîse ku kurd li deverê û bi taybetî li Iraqê xwe dispêrin amerîkiyan, lê amerîkî têk diçin, ê deverê terk bikin û vekişin, kurd wek vietnamiyên başûr ê li erdê, di nav destên ereb, tirk û farisan de bimînin: Özkök wiha dibêje:
” Min tawsiye hene ji bo kurdên vî alî û wî aliyê hidud (yanî hem kurdên bakur hem jî yên başûr) yên ku hêviyê ji tengijîna navbera Tirkiyeyê û DYA-yê dikin. Bila temaşeyî fîlmên Vietnamê bikin. Tirkiye dewleteka mezin e. Îran dewleteka mezin e. Suriye dewleteka mezin e. Û kurd hê ne dewletek in. Li van deran jiyan ê hergav wiha nemeşe. Rojekê ê Amerîka ji van deran vekişe û em ê tenê li hemberî hev bimînin.”
Ertugrul Özkökê dolê bazdayiyên hezîmeta Balkanan, bi van tesbîtên xwe hem derewan dike, hem bexterşî û bêbextiya xwe îtîraf dike, hem jî ji bo me eşkere dike ku divê em çi bikin û çi nekin.
Yek: Carekê trajedî komedyayeka mezin e ku Ertugrul Özkök kurdan dişibîne vietnamiyên başûr yên ku bi dagirkerên amerîkî re hevkarî dikirin û li hemberî azadîxwazên welatê xwe şer dikirin.
Kurd bi hatina amerîkiyan li herêmê derneketine holê, ew bi sedsalan e ku ji bo azadî û rizgariya xwe li hember rejimên dagîrker ên xwînrêj û hov têdikoşin. Gava Amerîka ne li deverê bû, gava Amerîkayê bi riya dewleta Özkök û Şahê îranê û dewletên ereb bi navê paktên Saadabadê û paktên Bexdadê zordarên deverê bi hev re radikir ser serê kurdan jî kurdan têdikoşa, îro Amerîka li deverê ye jî kurd xwedî li destkeftiyên xwe dertên, ji bo azadiya xwe têdikoşin
Özkök naxwaze behsa wê bike, lê esas yên ku hemû hêviya xwe bi Amerîkayê ve girêdane tirk in. Di vî şertê îro de ku xwedêgiravî ew ew qas li dijî Amerîkayê ne jî, ne eskerên wan ne sivîlên wan newêrin û naxwazin bêyî Amerîkayê gavekê bavêjin. Bi salan wê dewleta mezin (!) a Ertugrul Özkök nikaribû bi PKK-ê, serokê PKK-ê Abdullah Öcalan bi xwe jî Amerîkayê ji Kenyayê pakêt kir wek diyariyekê da hukumeta Özkök.
Ew çekên ku orduya Özkök li hemberî gelê kurd bikartîne û pê Kurdistana azad tehdîd dike jî ji Amerîkayê tên. Îcar kî hevkarê Amerîkayê ye, kê bi her awayî xwe sipartiye hevkariya bi vê eşkere ye.
Dudu: Kurd, ji bo ku Amerîka hatiye Iraqê û rejima Saddam a ku kurdan 30 sal bû li hemberî wê şer dikir hilweşandiye, hem sipasdarê Amerîkayê ne, hem jî hevkarên wê ne. Lê hevkariya kurdan a li gel amerîkiyan ne li ser wî esasî ye ku ew rê li ber azadî û rizgariya miletan bigirin. Bi vê hevkariyê kurd neçûne welatê tu kesî dagîr nekirine, li Iraqê kurdan ev 4 sal e hê 1/3-yê axa xwe (Kerkuk, Xaneqîn, Şingal û deverên din ên veqetandî) rizgar nekirine. Pêşmerge neçuye tu bajarê ereban dagîr nekiriye.
Sê: Ertugrul Özkök gava dinivîse ku rojekê ê amerîkî ji vê deverê vekişin kurd ê bi tirkan, farisan û ereban re tenê bimînin, ew îtîraf dike, ji bo ku îro Amerîka li herêmê ye, ji ber wê, ew nikarin û cesaret nakin li me xin, lê eger rojekê amerîkî ji deverê vekişin, hew Xwedê zane ku ew ê çi bînin serê me.
Nexwe Ertugrul Özkök bi xwe nîşanî me dide ku em gelek rast dikin hevkariyê bi Amerîkayê re dikin, mihawele dikin ku hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re umirdirêj bikin û daxwaz û mihawele bikin ku Amerîka ji deverê venekişe, li deverê serkeftî be ji bo ku bimîne, em bi wî awayî tev bigerin ku Amerîka mihtacî dewleta Özkök nebe.
Çar: Ertugrul Özkök bira baş zanibe ku bi nivîseka wî ya wiha, bi tehdîdeka wî ya wiha em dev ji hevkariya bi Amerîkayê bernadin. Ma berî ku Amerîka bê herêmê û em û Amerîka bibin hevkar, tirkan, farisan û ereban li me nedida? Ma ew serîhildanên me ji bo ku em havkarên Amerîkayê bûn, bi dirndeyî hatin hilweşandin, ma em hevkarên Amerîkayê bûn ku li Helebçeyê bombeyên kîmyayî bi ser me de hatin barandin, 182 hezar zarok, jin, mêr, kal û pîrên me hatin enfalkirin?
Em ji van gotinên puç û vala têr in, em zanin ku ji destê dewleta Özkök bê, me bi Amerîkayê re hevkarî kribe jî nekiribe jî ê me bipelêxe, ereb û faris çi ji destê wan bê ê bi me bikin. Çimkî berê wan ev kirye, tarîxa me bi nimûneyên wiha dagirtî ne.
Loma tawsiyeyeka min jî ji bo Ertugrul Özkökê dolê bazdeyiyên hezîmeta Balkanan heye. Me ew fîlmên Vietnamî hemî dîtine, me ew destanên têkoşîna gelan hemî xwendine, çimkî destana gelê me jî parçeyek ji wan e. Lê xwiya ye te û yên wek te, we zû jibîr kir ku osmaniyên te, di du sed salên buhurî de çawa ji ber xezeba têkoşîna rizgarî û azadiyê a gelên balkanan (a macaran, sirbiyan, makedoniyan, romenan, bosnayiyan, arnawudan, xirwatan, yunanan, bulgaran û gelek gelên din) bi hezîmet vekişiyan. Vegerin, carek din wan tarîxan bixwînin. Vegerin tarîxê bixwînin, bê we çawa hezîmet xwar li pey xeyalên tûranî ku we dixwest hûn ji balkanan heta Asya navîn her derê bikin tirk.
Bixwînin, da aqilê we bê serê we, hûn vê carê bi aqlê selîm tevbigerin û teşebusî dagirkirina axa Kurdistana azad nekin, a ku hemû kurdên ser ruyê erdê amade ne ji bo parastina wê, heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî birêjin. Çimkî diyar e hûn duh bi hezîmet ji balkanan vekişiyan, lê we ji tarîxê ders negirtiye, îcar hûn ê bi hezîmeteka ji wê jî xerabtir ji Kurdistanê jî vekişin. Eger hûn biaqil nebin, ez bawer nakim ku hûn di deştên Anadoluyê de, li Ege, Tirakya û Marmarayê jî karibin xwe ragirin.
Leave a Reply