ŞER JI BO ÇIYE?

Netkurd 10/10/2007

Gotinek heye ez dibêjim qey ya tirkan e, ne a wan be jî min bi xwe di riya wan re bihîst. Dibêjin “Yekî ji bo kêçekê lihêv (organ) şewitand”. Gava ji bo xelasbûna ji pirsgirêkeka piçûk a wek kêçekê, kesek çereseriyeka li gor wê nade ber xwe û bi texrîbateka gellek mestir dixwaze meselê çareser bike, ev gotin tê gotin.  Yanî meriv ji bo ku ji kêçekê xelas bibe nivînên xwe dişewitîne.

Gava meriv şerê navbera orduya tirk û çekdarên PKK-ê dide ber çavê xwe û li daxwiyaniyên resmî yên herdu aliyan dinêre ev gotina jorî tê bîra meriv. PKK-ê piştî girtina Abdullah Öcalan dev ji şerê çekdarî berda. Ne ku agirbest kir, resmî eşkere kir ku dewra şerê çekdarî derbas bûye, ew ê xwe bide xebata siyasî. PKK-ê pê re dev ji daxwazên xwe yên siyasî jî berdan. Berê “Kurdistaneka serbixwe ya yekbûyî” dixwest, dev jê berda, gav bi gav vekişiya, di encama îro de hatiye noxta ku “ew ne li dijî hebûna dewleteka unîter e, ew federasyon yan otonomiyê naxwaze, ew cumhuriyeteka demokratîk a bi wî awayî dixwaze ku kurd û tirk û kêmneteweyên li Tirkiyeyê di bin netewetiya Tirkiyetiyê de wek sub-nasname bên qebûlkirin, rêz li cudatiyên kulturî û zimanî bên girtin”. Yanî daxwazên PKK-ê berê qasî dêwekê bûn, hatin bûn qasî kêçekê.

Lê ecêb e, PKK-ê dev ji hêzên çekdarî berneda û ji çiya daneket, tew di sala 2004-ê de bi israra Öcalan cardin şerê çekdarî îlan kir. A balkêş daxwazên siyasî wek kêçekê man, tu guhertin di wan de çênebûn.

Yanî nuha şerekî çekdarî ji bo armanca “rêzlêgirtina cudatiyên ziman û kulturî di nav netewetiya Tirkiyeyîyê de li ser esasê dewleteka unîter” tê meşandin.

Eger em bala xwe bidin belge, program û daxwiyaniyên resmî yên serokên PKK-ê û bi taybetî yên Abdullah Öcalan, ev wiha ye. Heta îro dihat gotin ku sedemê berdewamkirina hebûne hêzên çekdarî ji wê yekê ye ku Tirkiye efuyeka giştî dernaxe da gerîlla dev ji çek berdin, bên, tevî jiyana sivîl bibin. Lê di daxwiyaniya xwe ya herî dawîn de Abdullah Öcalan dev ji wê jî berda, got “rêzlêgirtina hebûna kulturên cuda têxin destûra Tirkiyeyê ez di du mehan de çekdarên PKK-ê ji çiya daxim”. Nexwe ji bo ku PKK dev ji çek berde û ji bo ku Tirkiye rê liber devjêberdana çek veke, gavinî pirr basît ên ji kuştina kêçekê jî masûmtir mane.

Eger meriv baweriya xwe bi daxwiyaniyên resmî ên berpirsên tirkan bîne, berpirsên tirkan jî wek Abdullah Öcalan difikirin. Hefta derbasbûyî Ahmet Turk got di mesela guhertina destûrê de Receb Teyyib Erdogan û Îmralî wekhev difikirin. Rast e. Ne ew tenê, Ilker Başbug fermandeyê Hêzên Bejayî yên Tirkiyeyê jî berî çend hefteyan di axaftineka xwe de, ya bi minasebeta vekirina dewra nuh a xwendegeheka eskerî, tevî hemû dilreşiya xwe diyar kir ku “gava cudatiya aîdiyetê di ware kulturî de bimîne û dernekeve asta siyasî ev normal e”. Yanî cudatiyên kulturî wek sub-nasname normal in. Abdullah Gul, hem di gerra xwe ya li bajarên kurdan, hem di vekirina parlamentoyê de diyar kir ku ”cudatiyên kulturî dewlemendiyên Tirkiyeyê ne” û ew ê rêz li wan bigirin. Her eynî rojê serokê parlamentoya Tirkiyeyê Köksal Toptan jî ev yek got.

Baş e, maddem serokên PKK-ê û serokên dewleta tirk wek hev difikirin û ya balkêş pirs ew qas basît e, yanî ê di destûrê de bê diyarkirin ku “kulturên cuda li Tirkiyeyê hene, rêz li wan tê girtin” û ê efûyek bê derxistin ku çekdar werin jiyana sivîl, çima ev pirsgirêka ku qasî kêçekê maye bi usula kêçkuştinê nayê çareserkirin û herdu alî jî agir bi nivînan, heta bi mala kurdan û tirkan dixin?

Nexwe, ne rast e, beyanên wan ên resmî ne esas in. Ev rapelikandina şer û terora ji nuh ve, ne ji bo bidestxistin, an nedana ”mafên kulturî û efuyeka giştî” ne.

Aliyek îlan dike ku dewra şerê çekdarî derbasbuye, lê çek danayne, xwedêgiravî agirbestek ragihandiye lê grûbên wê yên çekdar, tîmên suîqesdan li sere çiyan, li bajaran dibizivin  şer dikin, hicûmî qereqolan dikin, rê li ber yekîneyên esker digirin, dikujin, mayinan li erdan vedidin, dafikan datînin.

Aliyê din tu dubêjî qey remote-kontrolek di destan de ye geh pêla şer bilind dike, li seranserî Tirkiyeyê hewarê dadixe, geh şer radiwestîne tu dibêjî qey tu problemeka hêzên çekdarî li Tirkiyeyê nemaye.

Nexwe di herdu aliyan de hin teref, hin komik, rêxistin û derûdor yan em bêjin hin meqam hene ku hem dixwazin li Tirkiyeyê li Kurdistana bakur şerekî çekdarî hebe, berdewam be, di bin kontrola wan de be, ew bi ku de bixwazin berê wê bidin bi wir de, hem jî dixwazin ku ev şer ne ji bo armancên bilind ên ciddî yên neteweyî bin. Şer ne ji bo qebûlkirin û bi destxistina mafê neteweyê kurd be, şer ne ji bo di her warî de wekheviya maf û azadiyên kurdan û tirkan be. Şer nebe agirê gurrkirina hişyariya neteweyî ya kurdan. Yanî hem şer pirr gurr be, welatiyan, herêma Rojhilata Navîn, heta dunyayê têxe nav xeter û endîşeyê, hem jî di mejiyê kurdan de kêç wek armanc bimîne.

Belê, tê xwestin ev agirê ku bi malê katiye, tim di mejiyê kurdan de wek ji bo têkoşîna kuştina kêçekê bê hiştin, lê armancên şerderxiran gelek mezin û pir alî ne. Ew vî şerî ne ji bo kêçekê, ji bo parastina berjewendiyên xwe yên mezin ên dewîn didin kirin.

Çi ne ev armancên parastina berjewendiyên dêwîn? Gelek in, pirr alî ne û di nav hev re derbas bûne, giş bi hev ve hatine bestin, têkilhevbûne.

Mesela li Tirkiyeyê tu carî nehat tehemulkirin ku rejima Saddam ket, sîstemeka federalî ava bû û kurd bûn xwedan dewleteka federe.

Li Tirkiyeyê tu carî nehat qebûlkirin ku kurd Kerkukê bidestxin û bi vê sayeyê bibin dewleteka ku ji alî aborî de belkî ji Tirkiyeyê jî xurttir.

Li Tirkiyeyê xeterek gelek mezin hat dîtin ku bayê gurr ê avabûna dewleta kurdî li kurdên Tirkiyeyê xist, ew bi wî bayî hişyar dibin, hêdî hêdî fahm dikin ku ew kurd in, neteweyekî tir in û gava ew dibin xwedanê îradeya xwe, ew ji herkesî zêdetir dikarin jiyana xwe baş û xweş bikin, azad û serbest bijîn.

Diyardeya “aîdîyetê” ku kurdên bakur hêdî hêdî xwe aîdî tirkan nabînin, teza “netewetiya tirk, yan a Tirkiyeyiyê” hildiweşe û ew berê xwe didin serkeftin û bidestixistinên Kurdistana azad, hemû wê mihaweleya 80-ê salan a avakirina “dewleta neteweyî ya tirk” a li ser terror, xwîn û asîmîlasyonê pûç dike, qezencên 80 salan wek topa berfê ji nav destên wan dihele diçe, hin aliyan hêç û har dike.

Li Tirkiyeyê, wek xetereka mezin tê dîtin, ku pirsa kurdî xwe ji tawanbarkirinên “terorîstî” yên dewlete tirk rizgar dike, xelk berê xwe dide xebata siyasî û li Amerîkayê, li Ewropayê, li YE û li deverên din ên dinyayê niyeteka wiha eşkere dibe ku ew ê piştgiriyê bidin têkoşîna siyasî ya gelê kurd, kurd çiqas karibin xwe ji terorê dûr bixin rewşa cîhanî ew qas musaîdtir e ku dinya piştgiriye wan bike. Ev tirs welê dike ku hin alî ji dêvla tevgera siyasî ya kurd, tevgera terorist a kurd tercîh bikin. Ew bi xwe tevgera siyasî ya kurd pûç dikin û tevegera terorîstiyê xurt dikin, rê jê re vedikin.

Hatina DTP-ê ya nav parlamentoyê tevî ew qas destêwerdana Îmraliyê û a dewleta kûr a tirk, ji ber sedemên jorîn tirs xistiye dilê hin derûdoran. Ne vala ye ku CHP û MHP eynî di demekê de li gel Buyukanit û Ilker başbug dest bi kampanya qewirandina DTP-ê ji parlamentoyê dikin. Ne ecêb e ku di eynî demê de  DTP-e çi dike jî ji bo diyalog û hewayeka siyasî, Îmralî, wê pîs dike, dibêje “ne wiha ye”; geh dibêje « tirş » e, geh dibêje « şor » e, geh dibêje « tamsarkî » ye. DTP-yî çi dikin xwe pê nadin razîkirin. DTP di navbera du agiran de maye, ji du aliyan de mîrkut li serê wê dikevin.

Li  Tirkiyeyê behsa guhertina destûrê tê kirin. Hin hêz hene ku ji devê Buyukanit, Başbug, Baykal û Bahçelî eşkere dibêjin, ew qebûl nakin ku di vê destûrê de ji bilî netewê tirk ti unsur bê qebûlkirn, gerek dewleta uniter a merkezî, yek zimanî, yek dewletî, yek neteweyî, yek alayî bê parastin.

Li Tirkyeyê hin hêz hene û cardin bi devê binavkiriyên jorîn eşkere diyar dikin ku ew qebûl nakin kontrola çerxa eskerî ji ser desthilata siyasî  bê rakirin, rola eskeran bê kêmkirin.

Li Tirkiyeyê hin hêz hene qebûl nakin ku demokrasiya rastîn, sekuleriya rastîn, azadî û wekhavî bê Tirkiyeyê, Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê.

Belê li Tirkiyeyê hin hêzên xurt ên esker, sivîl û burokrat hene ku dixwazin statukoya berê ya 80 salan bihêlin, rê li ber guhertin û nuhbûnan bigirin.

Van hêzan mekanîzmayek welê avakirine ku di hundur de li nav eskeriyê, li nav îstîxbaratê, li nav polis û jenderme mekanîzmayên wan hene.. Di rêxistinên sivîl de, di warê dadweriyê de, di medyayê de, li unîversiteyen, li sendîqeyan, li nav mafiyayê û çeteyan mekanîzmayên wan hene. Li nav çepan, li nav rastan û li nav dîndaran mekanîzmayên wan hene. Li nav tirkan û li nav kurdan mekanîzmayên wan hene. Ne vala ye ku di van rojan de behsa dewleta kûr û PKK-ya kûr tê kirin. A rast belkî meriv bêje ”kurdên kûr”.

Helbet di qada navneteweyî de jî alîgir, piştgir û hevkarên van hêzan hene. Li derva jî dewlet û hêz hene, hin dixwazin Tirkiye di wê statukoya xwe ya berê de bimîne, xwe nuh neke nebe endama YE.

Bi baweriya min ew ji ber van armanc û berjewendiyan agir bera nivînan didin, agir berra mala kurdan û tirkan didin. Ez dibêjim qey ev şer ji bo van e.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: