Netkurd 10/10/2005
Du sê roj mane ji referandumê re, lê gotûbêjên li ser destûrê hê xelas nebûne. Vizîn e civînên neteweyî û navneteweyî ji çend merkezan tên lidarxistin. Geh li Hewlêrê, geh li Bexdayê, geh li Ammanê civînên duqolî, sêqolî û pirrqolî dibin. Heyetên wê Camîeya Erebî ya ku ev du sal û nîv in pişta xwe dabû îraqiyên ku dixwazin ji xwe re pêşerojeka azad û demokratîk a di nav aramî û aştiyê de ava bikin, van rojan hatine gazê, tên Bexdayê, li Ammanê, Qahîre û Riyadê civînan dikin.
Çi ye mesele? Derket derket, daxwazeka ji a Seddam xerabtir ji bin planên wan ên qirêj derket. Piştî 80 salên şer, pevçûn, zilm û zordariyê, piştî ketina rejima Seddam a dîktatorî ya ji ber bêperwatiya xwe ya panarabîzm û megalomaniyê, piştî belawelabûna wê makîna însanxur a ordî û îstîxbarata Saddam, hîn erebên sunne û Camîeya Erebî ya bi serokatiya Amr Mûsa efendî qasî Saddam jî aqilê xwe nedanê serê xwe. Bi daxwazên bi wî awayî tên ser kurdan û şîeyan ku Seddamê ew qas ji xwerazî ê cesaret nekira wan daxwazan bike.
Sunnî heyeta Amr Mûsa efendî dane pişt xwe û hatine daxwaza rakirina federaliyê û veavakirina Îraqeka merkezî dikin. Dixwazin li seranserê Îraqê erebî bê xwendin û bikaranîn, dixwazin Îraq bibe parçeyek ji “umme’l erebiye”. Dixwazin herkes ji erebên sunne û cemaeta Amr Mûsa efendî re here sejdê.
Helbet daxwazên wiha yên bêperwa yên kesên hîn ji xewn û xeyalan şiyarnebûyî tên kirin, ji bal serokatiya alîcenab a Kurdistanê a ku buye hamiyê daxwazên miletê xwe jî û ê sunne û şîeyan jî bi sertî hatine redkirin. Şik jê tune ku sebr û tehamula serokên Kurdistanê jî heta derekê ye, erebên Amr Mûsa efendî vê yekê dizanin lê cardin jî wiha dikin.
Ew dizanin ku di rewşek wiha de ew bi darê zorê nikarin rê li ber daxwaza mafên kurdan û ên şîeyan ên ji bo xweîdarekirinê û wekheviyê bigirin. Ew çi qas mihawele bikin jî heta 10-15 salan nikarin ordiyekê li hundurê îraqê peyda bikin ku karibe serî li ber kurdan rake. Di demeka nêzîk û navîn de, ew nikarin bi tank û topan berê xwe bidin kurdan, loma jî destpê kirine, di riyên dîplomasiyê re, bi fêlbaziyên siyasî, dixwazin destûrê wek dilê xwe derxin, ku ew nebû jî maddeyên wê heta ji wan tê nezelal û avgirtî bikin ji bo paşdexistina heta roja wan tê. Welatên ereb, amerîkiyan û ewropiyan dixin navê ku maddeyên destûrê bi vir de wê de ber bi armancên xwe yên kirêt de bikêşin.
Helbet haya serokatiya Kurdistanê ji van planên nedostane û nedilxwazane heye, lê ew bi sebrû tehamula ewliyayan tevdigerin. Dilsoz in, wek cemaeta Amr Mûsa efendî ne bêbext in, dixwazin erebên sunne jî tê de hemû pêkhatiyên Îraqê bi hev re bi biratî bijîn. Heke ne ji kurdan buya niha erebên şîe ji mêj ve ji sunneyan re gotibûn hûn ji xwe re bi ku de diçin herin, we divê herin Urdunê, Sûriyê û we divê jî dewletkoka xwe ava bikin.
Lê divê kes hêviyeka ji tehamula heta îro zêdetir jî ji serokên Kurdistanê neke. Ew jî ne bi kêfa xwe ne, milletekî bi 40 milyon nifûsa xwe ya bi sedsalan e mafxwarî ye hêviya xwe bi wan ve girêdaye. Îro roja wan hatiye, roja ku ew bedêla xwîna şehîdên xwe, maf û azadiyên xwe yên wek her miletê li ser ruyê erdê bistînin hatiye. Ew bi biryar in ku ê vî mafî bidest xin û bernedin. Çavê wan bi qasî misqalê zerre li mal, milk û mafên ereban tune, lê serokên wan jî tê de kes nikare daxwazê ji wan bike ku bi qasî misqalê zerre dev ji maf û azadiyên xwe berdin, yan pêşeroja xwe bi qasî serê derziyê be jî bispêrin wijdanê ereban. Van du sal û nîvan nîşan da ku piçika wîjdan bi erebên Amr Mûsa efendî re tune, ew di bêwîjdaniyê de ji Seddam ne kêmtir in.
Ji xwe kurdan di destûrê de heta niha têra xwe tawîz dane ereban û pêşeroja xwe xistine rîskê. Mesela ku di destûrê de hatiye “îslam çevkaniyek e ji bo qanûn danînê”, mesela ku di maddeya 3yê de hatiye qebûlkirin ku Îraq ê bi peymanên Camîeya Erbî ve girêdayî be, û hela hela duh hatiye qebûlkiri n ku Îraq parçeyek ji ”umme’l erebiye” be, mesela ku maddeya 58ê heta du salan hatiye paşdexistin û mesela ku qasî 40 maddeyên destûrê tenê çarçewe ne; pişt re ê bi qanûnan bên zelalkirin û dagirtin, ev hemî li ser pêşeroja miletê kurd rîsk in û didin nîşandan ku kurd ê hîn gelek caran qirikê li xwe biqetînin da bi ereban maddeyeka însanî ya azadîxwaz û adil bidin qebûlkirin. Serokê kurdan pêşeroja Kerkûkê dixin xeterê gava dibêjin ku li herêmên din ên ereb jî pirsên wiha hene û pirsa Kerkûkê û herêmên kurdan ên din bi herêmên ereban ve girê didin.
Emel û niyeta ereban, bi taybetî ya erebên Amr Mûsa efendî eşkere bûye. Ew îro nikarin şerê kurdan bikin, wan bi planên siyasî çi ji xwe re girt girt, yên mayî jî dixwazin bê zelalî bê çareserkirin bên paşdexistin. Ew dixwazin wext qezenc bikin heta roja ku xwe didin ser hev, dibin xwedan tank û top û bi zimanê zorê derdikevin hemberî kurdan. Her ku diçe eşkeretir dibe; reb li Îraqê çareseriyeka adil a demokratîk naxwazin. Ew di esasî de şer dixwazin, lê ne niha roja ku ew karin vî şerî bikin. Loma taktîka wan nezelalhiştin an paşdexistina maddeyên çareserkirinê ye.
Kurd lazim e bi eksê vê bikin, li gor hêza xwe dikarin çi bidest xin divê ne sibê îro bidest xin, îro dikarin çiqas maddeyan zelal bikin, divê ne sibê îro bikin. Pirs çend zû bên zelalkirin û çareserkirin ew qas baştir e ji bo kurdan, Her roja bê çarseriya Kerkûkê û herêmên din û maddeyên destûrê ên girëdayî bi 40 qanûnan diçe, ji kîsê kurdan diçe.
Roja ku ji kîsê kurdan diçe, dikeve ser kîsê erebên şerxwaz
Leave a Reply