MÊRXASIYA SADDAM

Netkurd 20/10/2005

Piştî du sal û nîvan ji hilweşandina saltanata wî ya di xwînê de gevizî, yek ji dîktatorên sedsala îro û ya derbasbûyî Saddam Husên  û heft kesên xwe roja 19ê  mehê derketin hemberî dadgeha ku bi taybetî ji bo tawanên rejima berê hatiye danîn. Şik jê tune ye ku bi derxistina Saddam Husên a hemberî dadgehê prosesa rûdaneka (belkî jî take rûdana) hiqûqî ya sedsala me destpê kir.

Dadgehkirin ji bal nêzî 25 radyo, tv û ajansên erebî û navneteweyî li seranserê cîhanê hat belav kirin, li seranserê cîhanê welatan ev dadgeh di xebera xwe ya yekê de belav kirin, ereb di serî de ên ku prosesa dadgehê zindî belavkirin ne hindik bûn.

Li Rojhilata Navîn ne tenê çapemenî û ragihandina ereban, a tirkan, farisan, welatên misilman ên din û heta dereceyekê jî a welatên ewrûpayiyan giranî dan ser wê yekê ku li hemberê mahkemê, li hemberê hakimê kurd ê dadgehê Sadam Husên çawa bi mêrxasî rawestiyaye, gotiye ku ew wê dadgeha ku ji bal dagîrkeran hatiye danîn nasnake û red dike ku nasnameya xwe bide mahkemê, daye xwiya kirin ku ew hîn jî serokê Îraqê ye û hwd hwd. Qe nebe ewropiyan ji ber şerma xwe ya li hember wîjdanê însaniyet û heqaniyetê bi du sê gotinan behsa dîktatoriya Seddam Husên a 35 salan jî kirin ku çawa bi sedhezaran însan hatin kuştin. Tirk û ereban bi pirranî ew şerma wîjdanî jî bibîrneanîn.

Gava meriv li makîna dezenformasyona wan a li ser prosesa dadgehê temaşe û guhdarî dikir meriv digot qey ew ê ku hatiye derxistin ber dadgehê, ne ew Seddamê qatil e ê ku bi dek û dolaban û darbeyan hat serê Baasê û bi zîncîre-înqîlabên xwînrêjiya bibêbextî xwe li ser serê îraqîyan ferz kir, di dewra desthilata xwe de tiştê ku jê fahmdikir jî tenê kuştin û xwînrêtina bi bêbextî, bêwîjdanî û bêînsanî bû. Meriv digot qey ne ew Saddam e ku di bin desthilata wî de Baas û damûdezgeyên dewleta Îraqê bûbûn makîneyên ku  goştên însana hûr dikirin, mehkeme di wê dewrê de ne ji wan dezgeyên ku li ser esasê mafê însanî, heq û hiqûqê tawanbar seza dikirin, ew fermanberî bûn ku bi fermana Saddam û desteya dora wî, azadîxwaz, mafperwer, însanperwer û însanên biheysiyet  digirtin davêtin zîndanan, ew di îşkenceyên nedîtî re derbas dikirin, zîndan bi hemwelatiyên bêguneh dagirtî bûn. Îdî di xwe re nedidîtin ku însanan di zîndanan de jî bihêlin, wek kîmyabarana Helebçê û kuştina 5 hezar zarok û jin û mêr û kal ciwan, wek enfalkirina 182 hezar germiyaniyan, 8 hezar berzaniyan, kurdên feylî îdî hema li ku buya însan bi komelî gulebaran dikirin û bi buldozeran ax an qûma çola erebistanê tavêtin ser wan.

Saddam tu carî bi hilbijartineka demokratîk nebû serokkomar, bi darbeyan hat û bi darbe,  qetlîam, îşkence û terorê li ser hukum ma. Ew tu carî nebû serokkomarekî şer’î. Ew ewqas di xwîna hemwelatiyên îraqî gevizî ku heta gihîşt zarokên zarokên xwe kuşt. Li Îraqê kes nema ku Sedam destê xwe nexistibe xwîna wan an a merivên wan. Welê lê hat ku îdî ji siya xwe jî tirsiya, li der û dora xwe nehişt kes umirdirêj bimîne, newêrî ku du şeva li ser hev li derekê rakeve.

Belê, duh li Bexdayê gava di yek ji wan qesrên Seddam ên kevn da dadgehê destpêkir, mêrxasiyek hebû, lê hûn rastiyê bêjin ne mêrxasiya Seddam Husên bû. Mêrxasiya wê dadgehê bû ku miameleyeka însanî bi Seddam û heft hevalên wî re dikir, firsendek bi wî awayî dida wî ku wî tu carî nedabû hemwelatiyekî îraqî. Mahkemeyeka vekirî ya azad, ku wê cesaretê di xwe de didît cîhan giş lê temaşe bike, wê sebr û tehamulê di xwe de didît ku sebreka kesnedî nîşanî wî drakulayê sedsala 20ê û 21ê bide. Mêrxasî a Rizgar Mihemed Emînê kurd ê lawê kîmyabarankiriyên Helebçe, enfalkiriyên Germiyan û bêserûşûnkiriyên berzanîyan bû ku bi bişirîn jî wî qalibê ji însaniyetê dûr re digot “ya Seyid Sadam Husên”. Mêrxasî a heyeta mahkemê bû ne ya wî harê devbixwîn…

Mêrxasî, yanî çi? Çima ku xeber dida? Ma ji roja ku hatibû girtin îşkenceyên nedîtî lê hatibû kirin û wî jî li ber xwe dabû, ma şoka elektrîkê dabûnê, ma neynûkên wî bi kulbetanan rakiribûn ma ew di bîrên asîtê dakiribûn? Ma heta îro ji mêvantiyeka qedirgiranî pêştir çi pêşberê wî kiribûn ku wî jî mêrxasî kiribû? Ma mahkeme ji dinyayê re ne vekirî bû, ma ne xwedan abûqat bû, Ma ne di bin parastina hiqûqa demokratîk a Îraqê û a navnetewî de bû, ma Xaça Sor û NY nikaribûn seredana wî bikin, ma ji ber çi mêrxas bû ku?

Esas wê rewşa demokratîk a îro a li Îraqê, hebûna hêzên hevpeyman û Neteweyên Yekbûyî û hemû ew rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî berî herkesî Seddamê ku li ber dadgehê dikir birrebirr ji wî Seddamê xwediyê rejima xwînî ya terorîst xelas kir. Wî bi xwe tu carî bawer nedikir ku bi awayekî wiha ji ser hukum bê daxistin ku sax bimîne, hurmeta mefên wî yê însanî bê girtin, wek însanan miamele pê re bê kirin, ew karibe derkeve hemberê dadgeheka demokratîk a adil a eşkere, gotina dilê xwe bêje.

Bahsek heye ku bawer dikim tu îraqiyê ku pê nizanibe nemaye, ez dixwazim wê bahsê bi bîra herkesî bînim bê Saddam bi xwe pêşerojeka çawa ji xwe re difikirî:

Dibêjin serokeşîrekî ereb hebuye, Seddam kurê wî kuştiye û dilê wî gelek êşandiye. Loma jî ev serokeşîr ji Saddam xeyidiye, lê bi Saddam jî nikare, çuye li mala xwe rûniştiye. Rojekê Saddam dixwaze pê re lihev bê, dişîne pey dibêje bira were em lihev bên. Qasid diçin tên, serokeşîr ne bi wan re ye. Qasid dibêjin ku  wî gotiye ”ez tu carî bi Saddam re li hev nayêm, lê ez li mala xwe me, ez dijminatiya wî jî nakim.

Li ser vê gotinê Saddam dibêje “Herin jê re bêjin bira ehmeqiyan neke, bira were em li hev bên. Ew tu carî nikare heyfa xwe ji min hilîne. Heta ez li ser hukum bim, ez jê xurttir im, ew nikare bi min. Û ez ji ser hukum bikevim jî dor nayê wî ku ew heyfa xwe ji min hilîne, heta laşê min bigihîje cem wî ê perçê mezin guhê min be.”

A Saddam pêşerojek wiha dabû ber çavê xwe, loma jî her ku diçû ji bo nêzî pêşerojeka wiha nebe xwîn dirêt, her ku diçû xwîna rêtî pirtir dikir.

De îcar binêrin Seddam çi hêvî dikir û ew niha rastî kîjan rewşa însanî hat. Nexwe wan 35 salan jibîr mekin, wîjdanê xwe mefiroşin û rast bêjin: Kî mêrxas e?

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: