KURDISTAN: CEHENNEMA JINAN

Netkurd 23/8/2006

Kurdistan… Kurdistana federe… Em bi israr dixwazin gotina ”Kurdistana azad” bi kar bînin. Lê bi xemgînî û endîşeyeka mezin em dibînin ku gotina ”azadî” ne ji bo temamiya weltiyên Kurdistanê ye. Kurdistan ji bo nîvê nifûsê, nîvê welatiyan; ji bo keç û jinan berdewam e hîn cehenemek e.

Di nûçeyeka îro ya Netkurdê de diyar dibe ku di vê meha agustosê de, bes li hin deverên Kurdistanê, di hundurê hefteyekê de şeş jin şewitîne. Îstatîstîk û rapor qeyd dikin ku şewitîne. Pirraniya wan bi agirê benzînê… Lê yên rastiya jiyana rojane ya civaka kurd dinasin pê agahdar in ku pirraniya van keç û jinên xama tên şewitandin, bi agir tên kuştin. Hem jî ji bal malbatên wan, bav, bira, mêr, mam û pismamên wan bi xwe…

Ev ne cara pêşî ye ku em nûçeyeka wiha dibihîzin. Serê salê nûçeya raporekê di Netkurdê de hatîbû belavkirin. Rapora Nexweşxaneya Acîl a Silêmaniyê. Tê de dihat ragihandin ku di 18 mehan de 831 jin şewitîne, an hatine şewitandin.

Jinên me di welatê xwe de ne azad û serbilind in. Di ser de jî civaka me li hemberî wan bêbext û durû ye. Em him wan bi agir dişewitînin, hem jî dibêjin wan xwe şewitandiye, yan bi qeza şewitîne.

Ev jî xwedêgiravî ji bo di nav civatê de neyê gotin ku ’filan keçê an jinê namûsa malbata xwe qirêj kiribû, loma hat kuştin.’ Heta gelek caran di karekî xwedêgiravî namûspîskirinê de kur an peya nayê kuştin da kes kuştina jinê bi ”pîskirina namûsa malbatê” ve girê nede.

Trajediya şewitandinê ne take tehdîda li ser keç û jinên Kurdistanê ye. Çend diyardeyên din jî hene meriv mat dimîne, ku civakek çawa dikare ewqas bêrehm be li hember welatiyên xwe, malbat çawa dikarin ew qas bêînsaf bin li hember zarokên mala xwe.

Yek ji wan alavên ragihandinê yên ku herî berbelav e li Kurdistanê telefona mobîl e. Lê ji bo pirraniya keç û jinên Kurdistanê mobîl, hema hema wek peydakirina ”yarekî (dostikekî)” tê qebûl kirin. Kurên malan her yekê xwedanê yek, du û zêdetir mobîl in, lê ji bo gelek keç û jinan ciyê şermezarîyeka mezin e ku daxwaza telefoneka mobîl bikin. Gelek ji wan ji bo ku dizanin bav û birayên wan ê rê nedin, xwe mecbûr dibînin bi dizî mobîlan peyda bikin. Gava mobîl li ser wan tên eşkere kirin jî weka ku sûcekî mezin kiribin, ew ji bal mêrên malê tên cezakirin. Xeberên Netkurdê derketin li ser keçên xwendevan ên ku dê û bavên wan telefona mobîl li gel wan girt û ew ji xwendegehan derxistin, li malê bi mehan hefs kirin, li wan dan, îşkence bi wan kirin.

Telefonên mobîl ji aliyekî din jî bûne alaveka tahlkirina jiyana keç û jinan, ya piçûkxistina wan. Demeka berê hat ragihandin ku xort telefonên keç û jinan peyda dikin û bi deng û SMSan berdewam wan aciz dikin, xebera(dijûn) ji wan re didin, wan piçûk dixînin. Ev diyarde berbelav bûye.

Dijminayetiyeka, feqikeka mezin a din li hember keç û jinan a bi mobîlan jî ew e ku van demên dawiyê hatiye tesbîtkirin ku şebekeyên xortan peyda bûne bi maskeya hezkirinê xwe nêzî keçan dikin, dibin xwedêgiravî evîndarên wan, bi wan re dikevin nav peywendiyên hezkirinê, an cinsî û van peywendiyan bi kamerayên telefonan dikêşin, pişt re wek fîlmên seksê di riya telfonan yan jî CD-yan re belav dikin, difroşin. Ji ber tesbît bûna karên wiha qirêj heta niha çend keçên xapiyayî ku fïlmê wan belav bû û pişt re hat ket nav lepê bav û birayên wan, ew derhal hatin kuştin.

Li gelek deveran hata li bajaran bi xwe jî, jin hema hema nikarin bi serê xwe derkevin bazarê. Bi çavekî xerab li wan keç û jinan tê nihêrtin yên ku bi serê xwe derdikevin bazarê û gotinên nexweş ji wan re tên gotin, xort bela xwe di wan didin û gelek aciziyên din tên kirin. Pirê caran bi çevekî nebaş tê nihêrtin eger jinek bi mêrê xwe re jî êvaran derkeve  der li restoranekê an kafeteryayekê li gel peyayên din rûnê.

Hê gelek buyerên din hene, diyardeya wê yekê ne ku Kurdistan ji bo keç û jinên me cehenem e. Û divê em diyar bikin ev rewş ne tenê taybetî ye bi Kurdistana federe ve. Li perçeyên din, li derveyî welêt, li Ewropayê jî civaka kurd civaka neheqiyeka mezin a li jinan e.

A balkêş, rêxistinên me; bi yên siyasî û ne siyasî ve li hember van dirindanetiyan xemsar in, car bi car beyanine resmî derxin û hin civîn û semineran bikin jî, pirranî çavên xwe li buyeran digirin, sedem û bahaneyan ji van neheqî û bêînsafiyan re peyda dikin.

Hela hela gava meriv bêdengiya jinan, a komeleyên jinan; çi li dervayî welat, çi jî li hundurê welat dibîne, meriv nikare wê xemsarî û bêdengiya wan fahm bike. Komeleyên ji nan li derveyî welêt, herro di bin çengên wan de proje di navbera Kurdistanê û derva de diçin tên, lê min bi xwe tevgereka wan a li hember şewitandina keç û jinan nedîtiye, nebihîstiye. Min daxwiyaniyeka protestoyê ya komeleyên jinan a li hemberî van şewitandinan jî nedîtiye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: