Netkurd 22/2/2007
Li Tirkiyeyê hukumet dixwaze bi desthilata Kurdistana azad re peywendiyên dîplomatîk û siyasî deyne, pirsa PKK-ê û ya Kerkûkê di wê riyê re li gor xwe çareser bike.
Serokkomarê tirk Ahmed Nejdet Sezer û serokerkan Yaşar Büyükanit, li hemberê radiwestin, dibêjin desthilata bakurê Iraqê, PDK û YNK piştgiriya PKK-ê dikin, alîkariya çek, cebirxane, xurek û alavên din didin PKK-ê, bakurê Iraqê yanî Kurdistana azad bi temamî teslîmî PKK-ê kirine, PKK-yî di damûdezgeyên Kurdistanê û Iraqê de cirîdan didin, rêxistin û partiyên wan, dezgeyên wan ên ragihandinê hene. Ew piştgiriyê didin terora PKK-ê. Goya PKK-yî her roj di televizyonên Iraqê de dertên û li dijî Tirkiyeyê propaganda dikin. Loma jî divê li gel berpirsên Kurdistana federe neyê rûniştin.
Ji bo ku di dema Turgut Özal de PKK hat qanikirin ku agirbestekê bike û Celal Talebanî wê wextê -bi razîbûna Özal jî- çû li Bekaayê bi Abdullah Öcalan re li ser agirbestê daxwiyanî da û rismê wan li rex hev derket, niha rojnameyên tirkan wî risimî diweşînin û dinivîsin, ‘bala xwe bidinê Talebanî û Öcalan wek du qumriyan li rex hev in, bi hev re kar dikin, a serokkomarê Tirkiyeyê loma naxwaze Talebanî û berpirsên din ên kurd bibîne, pêşwaziyê li wan bike’.
Yanî tînin wê maneyê ku xwedêgiravî kurdên başûr ew qas hembêza xwe ji bo PKK-ê venekiraya ew ê ne li hember peyweniyên dîplomasî û siyasî yên bi wan re buyana.
Gelo ev rast e? Gelo bi rastî berpirsên Kurdistana azad hembêza xwe ji PKK-ê re vekirine? Gelo ji ber wê baweriyê ye ku serokkomar û generalên tirk peywendiyên bi kurdan re red dikin? Yanî ne wiha buya wan ê Kurdistana federe nas bikira û peywendiyên resmî pê re daniyana? Û ya balkêştir, gelo bi rastî jî Tirkiye heta nuha kê bi piştgiriya PKK-ê tuhmetbar dike, peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi wan re dibire, naçe bi wan re rûnanê?
Ji bo ku rêxistin û dezgeyên kurdan û yên terefdarên PKK-ê li Ewropayê hene, ew karûbarên tîcarî, siyasî, ragihandinî û dîplomasî dikin, yan Roj tv weşanan dike, tirk ewropayiyan jî bi piştgirîkirina terora PKK-ê tohmetbar dikin.
Di demên berê de, Tirkiyeyê Sûriye û Îran jî ji bo ku rêxistinên PKK-ê, berpirs û endamên wê li welatên wan bûn bi piştgirîya PKK-ê tawanbar kirin.
Çima ku li Iraqê, di metodên şerê li hemberî PKK-ê de wekî wê nafikireTirkiye Amerikayê bi destekkirina terora PKK-ê îtham dike.
Lê eşkere ye, ji bo ku Tirkiye van welatan hemuyan bi piştgirîkirina terora PKK-ê îtham dike, peywendiyên dîplomatîk ji tu yekê ji wan nebirîye. Gava Sûriyeyê Abdullah Öcalan dihewand û her awe îmkan didayê jî Tirkiyeyê peywendiyên dîplomasî, aborî û îstîxbaratî bi wê re dimeşand, bi Îranê re doh û îro jî Tirkiye di nav karûbarên eşkere û dizî de tevdigere, li hemberî bizava kurdî opersyonên mişterek ên eskerî, mixaberatî û dezînformasyonî dimeşîne.
Tirkiye hem bi welatên Ewropayê re, hem jî bi YE re di nav peywendiyên pirr-alî de ye, dixwaze bibe endama YE a ku goya piştgiriyê dide terora PKK-ê.
General Yaşar Büyükanit jî tê de, serokwezîr, wezîrê derve û yên din, heyetên parlamentoyan û yên lobiyên din ên tirk riya Amerîkayê kirine riya kaniyê, heroj diçin tên, kes nabêje em li gel amerîkiyan rûnanên çimkî ew li pişt terora PKK-ê ne.
Eger argumentên Ahmed Nejdet efendî û Yaşar Büyükanit di cîh de bûna û ew li ser van îdîayan samîmî bûna, diviya heta nuha ji mêj ve Tirkiyeyê peywendiyên xwe ji Îranê, Sûriyeyê, Amerîkayê û welatên Yekîtiya Ewropayê birrîbûna
A din, eger ji bo ku damudezge û tevgerên PKK-ê li van welatan hene bê wê maneyê ku ew welat hamîtiyê li PKK-ê dikin, eger ev rast be, hamîtiya ji her welatî mestir Tirkiye li PKK-e dike.
Çimkî ji Dersimê bigire heta Hekariyê binkeyên gerîllayên PKK- li nav ’hidûdên Tirkiyeyê’ hene, ew li van deran bizavên çekdarî dikin. Hêzên çekdar ên alîgirên PKK-ê Îstanbul, Anqere û Îzmîr jî tê de li hemû bajarên Tirkiyeyê opersyonan dikin. Rêxistin û dezgeyên ragihandinê ên terefdar û dilxwazên wê berbelav hene, ew hero meş û mitîngan dikin, xebatê dikin, carina aştiyane dibizivin, carina jî bi polîs û jendirmeyan re di pevçûnê de ne.
Helbet ev hemû nayên wê maneyê ku Tirkiye xwedîtî li terora PKK-ê dike. Gelek sedemên ji sedî sed eksê îdîayên hamîtiyê hene ku ev tevger li Tirkiyeyê pirr-alî belav bûye.
Lê eger meriv bigere ku kî zêdetir xwedîtî li terora PKK-ê dike, meriv ê bibîne emare hene ku ji her welatî pirtir Tirkiye di nav karekî wiha de ye.
Yaşar Büyükanit bi xwe li Amerîkayê îtîraf kir ku tevgereka navneteweyî heye dixwaze PKK-ê ji terorê rizgar bike û wê bike rêxistineka siyasî. Wî bi xwe got ku xetera herî mezin ev e, divê PKK nebe rêxistineka siyasî, yanî wek a terorê bimîne.
Ji bo ku PKK çek deyne tiştê ku ji Tirkiyeyê tê xwestin, ne ew e ku Tirkiye kurdan wek neteweyekî nas bike û maf û azadiyên wan di destûra Tirkiyeyê de bicîh bike. PKK jî, berpirsên Kurdistana azad jî, amerîkayî û ewropî jî tiştê ku ji Tirkiyeyê dixwazin li hember devjiçkeberdana PKK-ê, ew e ku ew efuyeka giştî derxe, çekdarên PKK-ê bêyî ku têkevin zindanan çekên xwe deynin, bên li malên xwe rûnên, tevî jiyana sivîl bibin. Tirkiye qebûl nake, qiyametê radike, weka ku daxwazeka pirr ecêb a pirr giran jê hatibe kirin.
Eger Tirkiyeyê bixwesta teror xelas bibe û çekdarên PKK-ê çekên xwe deynin bên têkavin nav jiyana siyasî ya aştiyane, ne yek, ê deh efû derxistana. Gava wiha be, yên ku çekdaran li çiya dihêlin, nahêlin ku ew dakevin nav jiyana sivîl, ne berpirsên Kurdistana azad, ewropî yan amerîkî, lê generalên tirk bi xwe ne, Ahmed Nejdet Sezer e.
Rojnameyên tirk rismên Talebanî û Öcalan ê Bekaayê nîşan didin û dinivîsin ”a loma Sezer û general naxwazin bi kurdên başûr re rûnên”. Ew ji bîr dikin ku, Abdullah Öcalan li Îmraliyê di bin kontrola generalên wan bi xwe de haroj daxwiyaniyan dide, talîmatan dişîne ku gerîlla kengî agirbestê bikin û kengî dest bi şer bikin, êrîşî ku bikin û ku nekin. Gelo PKK-yî di riya televizyonên kurdan û iraqiyan re, yan di hoparlorên ”zîndana Îmraliyê” re propagandaya terorê dikin.
Teror di hembêza kê de ye, diyar e. Teror û propagandaya terorê îro ne ji kurdan re, lê ji generalên tirk re lazim e. Kurd; bi kurdên başûr û bakur, bi PDK, YNK, DTP, KADEP û HAK-PAR-iyên xwe kurd, ji sedî not û neh dixwazin şer raweste, teror tunebe, ew têkoşîna xwe bi riya siyasî bidin.
Lê yên ku terorê dixwazin generalên tirk û dewleta kûr e. Ew dixwazin wê ji bo mayina xwe ya li ser desthilata Tirkiyeyê, ji bo bikaranîna li hember tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana bakur, ji bo derxistina şerekî di navbera pêşmergeyên Kurdistana azad û çekdarên PKK-ê de, ji bo hilweşandina destkeftiyên Kurdistana federe û rizgarnebûna Kerkûkê bikarbînin. Ne kurdên Kurdistana azad, lê generalên tirk hembêz li terorê vekirine.
Leave a Reply