LUBNAN Û KURD

Netkurd 1/8/2006

Berî her tiştî divê meriv tiştekî zelal bike. Şerê ku li Rojhilata navîn germ bûye, ne şerekî navbera Îsraîl û Lubnanê, lê şerekî navbera Hizbullah û Îsraîlê yê li ser axa Lubnanê ye. Heta şerekî navbera herduyan ê li ser axa Îsraîl û Lubnanê ye. Roket û fuze bi ser gund û bajarên herdu aliyan de dibarin.

Şer bi revandina du eskerên Îsraîlê ji bal Hizbullahê gurr bû û ev sê hefte ne dewam dike.

Îsraîlê bi hemî hêza xwe ye hewayî, deryayî û bejayî xwe daye şer, êrîşan dibe ser bingehên Hizbullahê. Hizbullah xwedan hêzeka çekdar e, lê çekdariya wê ne wek çekdariya orduyên dewletan e. Ew xwedan milîs e, çekdarên wê ji xelkê sivîl pêk tên, bingehên wê, cebirxaneyên wê, kozikên wê hemû di nav bajaran de, di nav xelkê de ne. Başûrê Lubnanê her çendî resmî di bin serweriya dewlet û hukumeta Lubnanê de be jî Hizbullahê bi hêza xwe ya mîlis rê nedaye ku hukumet wan deran îdare bike, ordû û polîsê resmî ê Lubnanê ewleyiya wan deveran ku ji lubnaniyên şîî pêk tên cîbicî bike.

Piraniya şîîyên Lubnanê li başûrê welêt bicîh bûne. Lê li hundurê Beyrûdê jî gelek taxên wan hene, hetta li bakurê Lubnanê jî deverên bi niştecîyên şîî û helbet ji ber vê hindê li van deveran bingehên Hizbullahê, çek û cebirxaneyên wê hene.

Loma jî di şerê li ser axa Lubnanê de li aliyekî orduya Îsraîlê a nîzamî, li aliyekî din jî  mîlîsên çekdar ên Hizbullaha di nav xelkê de, li taxan, li hundurê avayiyên sivîl binkegirtî heye. Îsraîlê biryara xwe daye ku di kurttirîn dem de, bêyî ku firsenda bihnvedan û manewrayê bide Hizbullahê makîneya wê ya şer perçe bike, wê ji başûr rake. Ev armanc welê dike ku Îsraîl can û malê lubnaniyên şîî îhmal bike. Di van êrîşan de gelek kesên sivîl ên bêguneh, jin û zarok dimirin. Bi taybetî êrîşa herî dawîn a ser avayiyeka Kaanê bû sedemê kuştina li dor 60 kesan ku 37 ji wan zarok in.

Sedem çi dibe bila bibe, kuştina sivîlan û zarokan di şer de nayê qebûlkirin, nayê tehemmul kirin. Bi taybetî em kurdên ku me zarokên xwe yên li Helebçeyê ji ber gazên kîmyayî ên rejima Saddam wek berxikên mirarbûyî li kolanên Helebçê, li gundan, li nav mêrgan û serê kaniyan dît, em kurdên ku me bi hezaran zarokên xwe li Germiyan di êrîşa enfalê de wenda kirin, keçên me yên xama yên ku namûsa wan li welatên ereb li haremên mîr û şêxên ereban hatin binpêkirin, em nikarin êrîşên li ser zarok û sivîlan protesto nekin, ji ber wan neêşin.

Em ne ereb, tirk û faris, ne jî wê dinyaya ewropayî, ya rojava û rojhilat, ya bakur û başûr in ku dev, çav û guhên xwe li ber kuştina zarokan bigirin, îja çi bi kîmyayî li Helebçeyê be, çi bi gulleyên polîsan li Diyarbekirê û çi jî bi firokeyên Îsraîlê li Lubnanê, yan jî bi roketên Hizbullahê ên Mede in Iran li ser axa Îsraîlê be.

Ev, aliyekî zelal ê meselê ye. Îsraîlê biryarek daye ku dixwaze êrîşên Hizbullahê ên ji Lubnanê ên li ser xwe rawestîne, heta biryar daye bi awayekî wilo rawestîne ku Hizbullah careka din nikaribe êrîşan bibe serê. Heqê wê ye, parastina hemwelatiyên xwe dike, parastina hebûn û jiyana dewleta xwe dike. Lê gava vê biryarê dide, divê hesabê xwe û qaîdeyên şer, peymanên peywendiyên şer bi sivîlan  re bike. Gava nekir, ev peyman îhlal kirin, helbet dikeve ser milê wê ku ew hesabên van nelirêyiyan bide.

Aliyekî din ê meselê jî heye ku di navbera vê trajediya şer de, divê ji ber çavê meriv wenda nebe. Berpirsê esasî ê destpêkirina vî şerî Hizbullaha lubnanî û ew hêz û dewletên li pişt vê partiyê ne, ango Sûriye û Îran.

Bînin bîra xwe, di destpêkê de esas buyerê bi revandina eskerekî îsraîlî ji bal Hemasa filistînî rû dabû û pevçûnek di navbera filistînî û îsraîliyan de rapelikû bû. Lê çend roj tê re çû Hizbullaha lubnanî daket biniya hidûd û du eskerên Îsraîlê revandin. Yanî eşkere ba kir îsraîliyan ku berê şerê xwe bidin Lubnanê. Belkî jî ev planekî mişterek ê Hizbullah, Hamas, Îran û Sûriyeyê bû ku wan xwest ew barê ser Hamasê sivik bikin. Hamas bi her awayî ketibû tengasiyê.

Le wek wan derneket. Xwiya ye Îsraîlê û Amerîkayê ev plan dît û wan jî ev êrîş wek firsendek ji xwe re bikaranîn da pirsa Lubnanê bi yekcarî çareser bikin.

Çimkî statuya Lubnanê her tim ê rê bidaya ku êrîşên bi vî awayî li ser Îsraîlê berdewam bin. Statuya heta wê rojê, her wiha ê qet nehiştaya ku Lubnan piştî derketina eskerên Sûriyeyê ji Lubnanê, berdewamiyê bide avakirina xwe ya demokrasî û azadiyê.

Erê berî salekê, piştî eşkerebûna destê wê di kuştina serokwezîrê berê ê Lubnanê Refîk Herîrî de, Sûriye mecbûr ma ku eskerê xwe ji Lubnanê vekêşe, lê hemû wê makîna xwe ya îstîxbaratê a di Lubnanê de venekêşa. Ya giringtir jî tevî Îranê piştgiriyeka bi wî awayî da Hizbullahê ku hem rewşa serweriya hiqûqî ya Lubnanê serûbin kir, hem jî biryarên navneteweyî û yên NY ên derbarê Lubnanê binpê kirin.

Li Lubnanê piştî vekêşana Sûriyeyê hilbijartin bûn, Hizbullah ket parlamnetoyê, di hukumetê de du wezîr jî bidest xistin. Lê wê red kir ku mîlîsên xwe bêçek bike û rê bide ku orduya resmî a Lubnanê bê, ewleyiya başûrê welêt biparêze.

Bi vî awayî hem bû hêzeka serbixwe ya weka dewlet di nav dewletê de, rê li ber normalîzebûna Lubnanê, reformên ber bi azadî û demokrasiyê girt, hem bû maşeyeka destdirêjkirina Sûriye û Îranê ku ji aliyekî de siya xwe li ser Lubnanê berdewam bikin, ji aliyekî de jî bibin tehdîd li hemberî Îsraîlê.

Divê em bibîrxînin ku Hizbullaha lubnanî ne hêzeka siyasî ya normal e, ku meriv bêje temsîla berjewendiyên şîîyên Lubnanê dike, di avakirina Lubnana nuh de xwedîtiyê li maf û berjewendiyên şîîyan dike. Na, ew partiyeka mîlîtan a nasyonalîst û taîfî ya ereb e ku bi şîîtiya xwe, xwe hişk bi Îranê ve bestiye, lê li hember Îsraîlê, li hember kurdan, li hember her awe daxwazên guhertina Rojhilata navîn ber bi demokrasî, azadî û aştiyê ve bi hêzên nasyonalîst ên fundamentalîst ên ereb û îslamî ve girêdayî ye.

Serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah ew kes e ku gava par li Iraqê bi referanduma li ser destûrê federaliya Kurdistanê şer’îyeta xwe girt, wî beyan da ku Kurdistan bûye Îsraîla duduyan. Tevî ku piraniya kurdan misilman in, tevî ku heta îro kurdan qet yek êrîş jî nebiriye ser wan, zarokeka ereb nekuştiye jî, ew Kurdistana federe wek Îsraîla duduyan dibînin.

Di pirsa şerê li ser Lubnanê ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de divê em tiştekî din jî ji bîr nekin. Yên ku bi navê mafên mirovan û însaniyetê êrîşên Îsraîlê ên ser sivîlên Lubnanê protesto dikin bi temamî ne ji xêrê re vê dikin. Statuya Lubnanê a nuh a ku piştî şer bê, berjewendiyên wan dixe xeterê, ji ber wê.

Balkêş e ku tevî welatên ereb ên wek Misir, Siûdî, Urdun û yên din xwe dûrî vî şerî dikin jî welatekî wek Tirkiyeyê bi çep û rastên xwe, bi kemalîst, dîndar û bêdînên xwe kampanyayeka mezin li hemberî Îsraîl û Amerîkayê vekiriye, antîsemîtîzmeka bêperwa di medyaya tirk de serîhildaye.

Helbet Tirkiye esas ji ber guhertinên ku ê piştî şer bi ser Lubnanê de bên vê qîreqîrê dike. Ew di encama prosesa nuh a Lubnanê de berdewambûna guhertinên ku bi avabûneka nuh a Iraqê destpêkirin dibîne.

Çimkî şertên ku Îsraîl û Amerîka ji bo agirbestekê tînin, dikare rê li ber avabûna Lubnaneka nuh veke, ku Hizbullah ji çek hatiye bêbeşkirin, destên Sûriye û Îranê ji Hizbullahê û pê re jî ji Lubnanê hatine birrîn, orduya Lubnanê li seranserê welat buye serwer, hukumet û parlamentoya Îranê bêyî ku di bin tehdîda sabotajên Sûriyeyê de bin, bi îradeya xwe ya serbest welatê xwe ava dikin. Lubnaneka wiha ku erebên sunne û şîê, elewî, erebên xiristiyan, falanjîst, durzî û mînorîteyên din bi hev re dijîn, baweriyê bi hev tînin…

Lubnaneka wiha ji bo herêma Rojhilata navîn jî dibe derfeteka zêrîn. Lubnaneka wiha ê li pey macerayên ”wehde’l erebiye” negere, şerê li hemberî Îsraîlê pîj neke, ê Kurdistana federe bi navê ”Îsraîla duduyan” dijmin îlan neke.

Bi eks, Lubnaneka wiha kare bibe dost û hevkarekî xurt ê Iraqeka demokratîk a federal. Lubnaneka wiha ê tu carî nekeve nav wan pelanên ku li herêmê li dijî kurdan tên meşandin. Lubnanî milettekî zîrek, têgihiştî û karkir in. Sermiyanê Lubnanê li Iraqê bi taybetî li Kurdistana azad dikare gelek karên hêja pêk bîne, di avakirina Kurdistanê de roleka mezin bilîze. Ji niha de Lubnanê berê xwe daye Kurdistanê jî.

Sûriye îro bi hebûn û komployên xwe nahêle Lubnan aram bibe, lê Lubnaneka wiha ê rê veke ku li Sûriyeyê rejim zûtir bê guhertin û kurd bibin hevparê desthilata Şamê. Sûriye berê xwe bide reforman wê gavê ê ji Iraq, Sûriye û Libnanê kemereka nuh a ronahîder li Rojhilata navîn peyde bibe ku bibe bingehê esasîn ê Rojhilata navîna nuh.

Em kurd, me ji herkesî bêtir êş û jana bindestiyê dîtiye, em ji herkesî bêhtir dizanin ku dîktator û statukoîstên herêmê bi çi dilreşiyê rê li ber hebûna meriv, pêşeroja meriv û zarokên meriv digirin, em ji herkesî bêtir dizanin ku xelasbûna ji bin destê wan çi dinyayeka ronî li ber meriv vedike.

Loma jî em kurd lazim e ji herkesî bêtir propagandayên tirk, ereb û farisan, hetta ên ewropiyên parêzerê statukoya herêmê bidin aliyekî, piştgiriya Lubnaneka nuh a serbixwe û azad bikin, Lubnaneka ku destê Sûriye û Îranê, yan destê tu hêzeka din ne tê de ye, Hizbullah ji çek hatiye kirin. Serweriya Lubnanê li bakur û başûr, li her derê xwe daye qebûl kirin, cîranekî pêbawer ê Îsraîlê, hevkarekî stratejîk ê Iraqê û Kurdistanê ye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: