TIRKIYE DI GERRÎNEKA KURD DE

Netkurd 15/2/2007

Li gor agahiyên ji çavkaniyên pêbawer ên derûdora hukumeta Erdoganî, hilbijartinên giştî ên Tirkiyeyê ê bên pêşdexistin,  ne di çiriya paşîn (novemberê) de, lê çend meh berî wê, di rojeka navbera meha tamûzê û serê îlonê de pêk bên.

Tê diyarkirin ku piştî rûdan û pêşveçûnên hundurîn û herêmê, hukumeta tirk gihîştiye wâ baweriyê ku tehemila Tirkiyeyê nemaye ku hilbijartinan bihêle heta meha 11-ê.

Wek tê zanîn, di meha nîsanê de hilbijartina serokkomariyê heye. Serokkomar ji bal parlamentoyê tê hilbijartin û li parlamentoya tirk AK Partiya Erdogan di pirraniyê de ye. Qenaet wiha ye ku Receb Teyyib Erdogan bi xwe, yan jî kesekî ku ew destnîşan bike ê di parlamentoyê de ji bo serokkomariyê bê hilbijartin. Ev, ne bi dilê generalan û berpirsên dewleta kûr e û tansiyona siyasî û civakî ya Tirkiyeyê bilind dike, aboriya welêt dihejîne, hin hêzên tarî yên rastgir ên nîjadperest dixe nav komployan ku pevçûnekê di nav civakê de destpê bikin. Van rojan raghandina Tirkiyeyê bi awayekî bi endîşe balê dikêşe ser bizavên rêxistinên nîjadpersetên tirk da li bajarê Mersînê ku ji %40-ê wê kurd in, şerek di navbera kurdan û tirkan de derxin.

Ji alî din ve, îhtîmala mezin şerê navbera PKK-ê û orduya tirk ê buharê ji nuh ve gurr bibe. Her çendin dawiya havînê PKK-ê agirbestek îlan kir jî, orduya tirk dev ji êrîşên xwe yên li hemberî çekdarên PKK-ê berneda. Serokê PKK-ê yê bin destê dijmin Abdullah Öcalan hê payizê ragihandibû ku bersiveka erênî neyê dayin, gerîlla ê buharê cardin dest bi şer bikin.

Di kongreya HPG-ê a 4-ê de biryarên ku hatine girtin nîşana wê yekê ne ku xeta şerrapelikîn kare di PKK-ê de jî biserkeve, tabloya ku generalên tirk tê de ne temam bike û şer û pevçûn li ser hidûd û li bajarên Kurdistana bakur ji nuh ve serî hildin.

Opersayonên vê dawiyê ên li ser berpirs û endamên PKK-ê ên li Ewropayê jî hewayê germ dikin. Bi taybetî ku hin grûbên PKK-yî li Ewropayê berê xwe didin texrîbkariyê, şewitandina otomobîl û avayiyan û bîhna terorê dixin nav kampanyayê balkêş e.

Erîşeka bejayî û bi taybet a hewayî ya tirkan a li ser herêmên hidûdê Kurdistana azad muqqader xuya dike. Duh firokeyên şerî yên tirkan li ser asmanê Qendîlê cardin firiyan. Tîmên taybet ji serê salê vir de, ji xwe car bi car dikevin nav axa Kurdistana azad, operasyonên çend saetîn dikin.

Pirsa Kerkûkê û cîbicîkirina maddeya 140-ê a destûra Iraqê tevî hemî mihaweleyên dîplomasî yên dizî û eşkere yên tirkan li ser ajandaya xwe dimeşe. Di meha sisiya de navçe û herêmên berê ên Kerkûkê ê vegerin ser bi parêzgeha Kerkûkê, di meha 7-ê de ê serjimêr bê kirin û di meha 11-ê de jî referandûm e.

Israra berpirsên Kurdistana azad a li ser vê ajandayê, tansiyona Tirkiyeyê a hundur gelekî radike, di nav siyaseta tirkan a piralî ya li ser Kerkûkê de, du xet pirtir derdikevin meydanê, wek du xetên reş û sipî xwe didin diyar kirin, wek du alternatîfan hemû alternatîfên din wenda dikin.

Yek ku berpirsên Tirkiyeyê dev ji qebûlnekirina statuya Kurdistana federe berdin, kurdan di pirsgirêkan de wek teref qebûl bikin û bi berpirsên kurdan re rûnên. Çend roj berê Edip Başer diyar kir ku ew dikare bi berpirsÊn Kurdistanê re rûne. Duh serokwezîr Erdogan jî îşareta vê da. Di vê çarçeweyê de Edip Başer dikare di demên nêzîk de serdana Kurdistanê bike û serokê Kurdistanê ziyaret bike.

Hevdîtinên di navbera berpirsên bilind ên hukumeta tirk a Erdogan û serokatiya Kurdistanê de jî di nav îhtîmalê de ne, lê belkî piştî hilbijartina serokkomariyê. Hetta Mesûd Barzanî kare bê vexwendin bo Tirkiyeyê.

Piştî nîsanê, ger Receb Teyyib Erdogan yan destnîşnkiriyê wî bibe serokkomar, hevdîtineka zîrveyî di navbera serokkmarê nuh ê Tirkiyeyê  û Celal Talebanî serokkomarê Iraqê de dikare bê kirin.

Tirkiye bi van hemû gavan hêvî dike ku di pirsgirêka Kerkûkê de kurdan ji bo paşdexistina referandûmê razî bike.

Eger ev gav biserneketin, Tirkiye dixwaze ku payizê helbijartinên wê hatibin kirin û hukumeta nuh li ser kar be da karibe barê midaxeleyeka eskerî jî tê de, yê hemû krîzên  pêşveçûnên Iraqê bi taybetî yên Kurdistana federe û Kerkûkê hilgire.

Ev, xeta hukumeta siyasî ye, ya beşek ji eskeran ew e ku ji niha de, bêyî ku hevdîtin û gotûbêj bi berpirsên Kurdistana azad re bên kirin, xeta tehdîd û êrîşê bê pêşdexistin û ger lazim be midaxeleya eskerî bê kirin. Axaftina serokerkanê tirk Yaşar Büyükanit a li Amerîkayê li hemberî axaftinên Edip Başer û îşaretên Erdogan in. Ev siyaset bi serkeve ê alteratîva reş zora ya sipî bibe.

Loma jî ji alî Tirkiyeyê de qelek maqûl e ku ew hilbijartinên xwe têxe nîvê havînê an dawiya wê; destpêka îlonê.

Meriv dibîne ku siyaseta hundurîn û derva ya Tirkiyeyê bi her awayî bi pêşveçûnên Kurdistana azad û  cîbîcîkirina maddeya 140-ê a Iraqê ve hatiye girêdan. Tansiyon bi wê ve girêdayî hildikişe û datê.

Bi îfadeyeka din Tirkiye xwe di nîveka gîrdabeka (gerrînekeka) kurd de dibîne. Gelo ê bi panîkekê şiûra xwe wenda bike, ji kontrolê derkeve, di gerrînekê de bixeniqe û derûdora xwe jî bikêşe binî, yan ê ji xewê hişyar bibe û bibîne ku ev ne gerrînekeka rastîn e, ev kabûsek e û xwe ji vê kabûsê rizgar bike? Ne diyar e. Tirkiye welatekî ewqas ji realîteyan dûr e ku herdu jî karin bibin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: