Daweta Şehzade Bayezîdê Osmanî û Dewletşah Xatûna Keça Mîrê Germiyanî
Murad Ciwan
(Ev nivîsa min di hejmara 175’ê a Nûbiharê de hatibû weşandin. Ez li vê derê jî diweşînim.)

Sala 1381-ê dawetek hem li Kutahyaya paytexta Germiyaniyan hem jî li Bursaya paytexta Osmaniyan hat gêran ku mehekê kêşa, li dinyaya misilman a wê demê navûdeng da, ji wê rojê pê ve di hemû tarîx û kronîkan de ên li ser Osmaniyan û Germiyaniyan, bi taybetî yên nêzîktirînên wê demê; Aşiqpaşazade, Neşrî û Oruc Begî, bi berfirehî û pesnên mezin cih girt.
Qeyd dikin ku daweteka ’’efsanewî’’ ya xwedan vexwendineka “cîhanşumûlî” (gerdûnî) bû…
Zava, Şehzade Bayezîdê[1] kurê padîşahê Osmaniyan ê sisiyê; Muradê 1-ê, bûk jî Dewletşah Xatûna[2] keça Suleyman Şahê emîrê Germiyaniyan bû. Di Tarîxa Aşiqpaşazade de navê wê Sultan Xatûn derbas dibe. Dayika Dewletşah Xatûnê, Muttahara Xatûna, hin dinivîsîn ku keça Sultan Weledê kurê Mewlana Celaleddînê Romî ye, lê tarîxa jiyana Sultan Weledî ji bo Dewletşah Xatûnê hinekî zû dikeve, îhtîmala mezin ew keça kurê Sultan Weledî; Ûlû Arif Çelebî ye. Eger welê be, Sultan Weled kalikê wê û Muttahara Xatûn meta wê ye. Yanî Mewlana kalikê bavê wê ye.
Ev daweta ’’efsanewî ya cîhanşimûlî’’ ya sedsala 14-yê ya dinyaya Îslamê cara pêşîn di tarîxa Aşiqpaşazade ya bi navê Tarih-i Dewlet-i al-î Osman (Tarîxa Dewleta alê Osman) de bi hûrkariyeka berfireh û pesnekî bilind hatiye teswîrkirin. Piştre dîroknivîsên dîroka Osmaniyan ew wek bingeh ji xwe re girtine û behsa dawetê kirine. Yê ku bi temamî xwe sipartiye Aşiqpaşazadeyî û bi firehî behsa vê dawetê kiriye jî Xoce Saadeddîn Efendî ye ku di cildê duyê yê Tacu’t-Tewarîxa xwe de cih dayiyê. Îdrîsê Bedlîsîyê zanayê mezin ê Kurd jî di dîroka xwe ya bi navê Heşt Bihişt de ku ew jî tarîxa padîşahên Osmanî ye, cih daye vê bezmê.
Di vê nivîsarê de ê ji çavkaniyên nêzî wê demê ev dawet bê veguhaztin û piştre sedem û encamên wê di çarçeweya pêwendiyên Dewleta Germiyaniyan û Osmaniyan de bê nirxandin.
Wê demê ev herdu dewlet kêm zêde du mîrekî, du xanedaniyên hemastên hev bûn. Lê dewleta Osmanî ji ber fethên xwe yên li Daru’l Herbê /Kafiristaniyê dest bi bihêzbûnê û firehbûnê kiribû.
Aşiqpaşazade[3] dinivîse ku dema Suleyman Şahê Germiyanî hest pê kir îdî ew pirr pîr bûye, gazî kurê xwe Yaqûb Begê[4] kir, ew anî ba xwe, jê re got: “Kurê min! Ger tu dixwazî ev welat di destê te de bimîne, bi weledên Osmanî re bibe yek, keçeka min bide Bayezîdê kurê Mûrad Xanî.”
Li ser vê, wan tavilê wezîr û alimê binavûdeng ê Dewleta Germiyaniyan Îshaq Feqîhî wekî nuner şand ba Mûrad Xanê I-ê.
Îshaq Feqîhî hespên sipehî[5] wekî diyarî li gel xwe birin. Di wê demê de, zêr û zîv kêm bûn. Li Dongizliyê/Denizliyê [a bin desthilata Germiyaniyan], qumaşên spî yên bimotîv dihatin çêkirin, bi balderî dihatin dirûtin û lixwekirin. Wan ji qumaşên rengkirî yên bi navê “qizil îvledî”(awayekî qumaşê wê demê) ku li Alaşehirê dihatin çêkirin, ala durust dikirin û cil didirûtin. Îshaq Feqîhî ji wan qumaşên navdar ên Denizliyê jî diyarî anîn, got: “Keça me ji bo kurê xwe Bayezîdî bixwazin. Werin em çend bajaran jî wekî cihêzên bûkê bidin we.”
Mûrad Xanî ev teklîf qebûl kir.
Suleyman Şah Kutahya, Sîmaw, Egrigoz/Emet, Tavşanlî û çend deverên din wek cihêz dabûn keça xwe. Li ser nîşanê li hev kirin û biryar dan.
Kronîkên Osmanî, bi taybetî Aşiqpaşazade û Neşrî vê dawetê wekî “serdema şahiyan” bi nav dikin.
Dawet li du navendan hat gêrran: Bursa (paytexta Osmanîyan) û Kutahya (paytexta Germiyaniyan). Ev bi tena serê xwe nirxeka bilind a sembolî a li ser wekheviya/hemastiya her du xanedanan dide dawetê.
Dema bezm û şahiyan
Murad Xanî dest bi dawetê kir. Amadekarî bêkêmasî bûn. Her kar bi balderî hat amadekirin û bicihanîn.
Qaziyê Bursayê Qoca Efendî û kurên wî, tevî emîrê senceqan/alayan Aqsunkur Axa, serokçawîş Sule, Tîmûr Xan, digel hezar siwarên bijarte ji nav çawîş û cerdevanên qesrê, bi hev re hatin şandin Kutahyayê.
Her wiha, xanima Qazî, Dayîna (dayika şîrdayinê, lênihêrtinê û perwerdeyê) Bayezid Xanî û xanima Aqsunkurî amade bûn. Bi kurtî, nêzîkî du hezar mêr meşiyan û gihîştin Kutahyayê.
Emîrê Germiyanî jî ê li Kutahyayê dawet lidarxista. Wan bi rûmet û mêvanperwerî mazûvaniya xezûranên bûkê dikir.
Ku berbûrî ber bi Kutahyayê ve bi rê ketibûn, li Bursayê, vexwendname ji emîr û begên derûdorê re hatin şandin; ji Qeremanîyan, Hemîdiyan, Menteşayiyan/Mendeşahiyan, Sarûxaniyan, Îsfendiyarê Qestemonîyê û Sultanê Misrê [yê Memlukî] re hatin şandin, ew ji bo dawetê hatin vexwendin. Wan, begên senceqan ên li wîlayetên xwe û Evrenoz Xazî jî vexwendin. Ji Iraqa Ecem û Iraqa Ereb emîr hatin vexwendin.

Ahenga li Kutahyayê
Qonaxa yekê ya dawetê li aliyê Germiyanê pêk hat. Ew weka ku ne merasimeka û ahengeka ji bo bûkê, lê nîşandana hêzê bû.
Xemilandina bajarê Kutahyayê gelek balkêş bû, weka ku bi qumaşan hatibe pêçan, li kolanan xîvet/kon hatibûn danîn û bi senceqên rengîn xemilandî bû.
Bi hatina şandeyên ji mîrekiyên Anatolyayê, bajar bi rastî veguherî ahengeka dîplomatîk.
Yek ji dîmenên giring ew bû ku bi cirîd û pêşbirkên hespan siwarên Germiyanî û Osmanî hatin hemberîkirin, baştirîn siwaran nimayişên hêja pêşkêş kirin. Pêşandanên çekan, tîrbazî, lîstikên şûrkêşîyê, hunera rimbaziyê bi taybetî ket ser zimanan.
Ziyafetan bi rojan dom kir. Xwarin di distên mezin de dihatin pahtin, li meydanan dihatin belavkirin û bi xêrxwazî feqîr dihatin têrkirin. Di nav pêşkêşkiriyan de ev jî hebûn: goştê berxan, birinc, şerbeta hingiv û şîrînî. Ev “nîşandana asta dewlemendiyê” bû.
Gava wext hat, wan keçik sipart xanima Aqsunkurî û dayîna Bayezid Xanî. Suleyman Şahî, Paşacuk Axayê çêjgir jî şand da wekî rikêbgir tevbigere, li hespê bûkê binêre û xanima wî jî kir xwişkînebûk. Leşker li wan bajaran bicih bûn ku wî wek cihêzên keça xwe dabûn û karwanê berbûriyan bi rê ket, bûk anî Bursayê.

Ahenga ’’efsanewî’’ li Bursayê
Merasim, pîrozbahî û ahenga mestir li Bursaya paytexta Osmaniyan bû. Hatina bûkê bi meşeka berbûriyan a mezin hate pîroz kirin. Bûk li ser texterewanekî zêrîn dihat hilgirtin. Li pêşiyê senceq, li dawiyê xelat û diyarî hebûn.
Li nav bajêr, şahiyên şevê bi def, bilûr û meşaleyan hatin gêrran. Ji bo gel, şahiyên li derveyê bajêr hatin lidarxistin. Pêşbirkên binavê/pehlewaniyê, destanbêjî, hunerên reqsan û lîstikên heywanan (reqisandina hirçan hwd) hatin pêşkêşkirin. Pêşbirkên tîrbaziyê hatin kirin. Yek ji balkêştirîn dîmenan korteja meşaleyan û numayişên/pêşandanên agiran bûn. Bajar bi şev ronî bû. Atmosfereka ku dişibiya “merasîma tacgirtinê” hatibû afirandin.
Nunerên ji emîrên derûdorê tevî xelatên xwe hatin. Wan hespên sipehî, karwanên deveyan û curbicir diyariyên ecêb xweşik anîn. Piştre, her kesê ku gihîşt, wekî adet bû, diyariya xwe danî û li gor pileya xwe li rêzê rûnişt. Nunerê Sultanê Misrê jî hat û diyariyên xwe pêşkêş kirin. Wan nunerê Misrê li seriya hemî nunerên din danî.

Diyariyên Memlukiyan
Memlukî hem ew vexwendî bûn ku li derveyî mîrekiyên Anatoliyayê bûn hem jî sultaniyeka ku Osmanî jî tê de ji hemûyan mestir bûn. Siyeka wan tim li ser Îslama Anatoliyayê hebû û herkesî hesabê wê dikir. Loma vexwendin û hatina şandeya Memlûkîyan giring bû. Vê şandeyê diyariyên wekî hil’at (cilên rûmetê), qumaşên qesra Memlûkî ên bi zêr neqişandî û diyariyeka sembolîk a meşrûiyetdanê ya ji bal Sultanî ve şandî anîn. Ev dihat maneya naskirina Bayezîdî di cîhana Îslamî de.
Memlûkî bi taybetî bi hespên xwe yên şer navdar bûn, ku ji newalên peravên Nîlê û Sûriyeyê dihatin, ew “cinsên bijartî yên hespên erebî” hatin şandin.
Pelên zêr, kemerên bigewher û alavên şeran – standard di dawetên dîplomatîk de – diyariyên daîmî yên Memlûkiyan bûn, sembolên arîstokrasiya leşkerî ya Îslamî bûn.
Piştî ku ew rûniştin, bi destûrê waliyên senceqên Osmaniyan hatin. Wan jî li gor pileyên xwe diyariyên xwe pêşkêş kirin.
Diyariyên Evrenoz Xazî jî hatin pêşkêşkirin. Pêşîyê, sed kole û sed cariye… Her wiha deh kuran li ser destan deh tepsiyên/siniyên zîvîn ên tijî florin (navê pereyekî zêrîn ê wê demê) û dehên din; tepsiyên zêr ên tijî istevart(?) hebûn, heştêyan jî surahiyên/misînên zîvîn ên tijî şerbet hebûn. Bi kurtî, tu yek ji van xizmetkaran dest vala nebû.
Dema şandiyên hatî ev yek dît, ew ji diyariyên ku Evrenoz Xazî anîbûn matmayî man û deng bilind kirin, “Xwezî yek ji mirovên vî hukumdarî wekî vî buya…”.
Ew xulam û cariyeyên ku Evrenoz Xazî anîbûn hemû li şandiyên hatî hatin belav kirin.
Murad Xanî xemlên zêr û zîv jî dan wan. Piştre wî hemû hespên ku şandiyan anîbûn jî dan Evrenozê hevkarê xwe.
Wî her wiha beşek ji florînan bexişand. Yên mayî li ser alim û feqîhan parve kir. Ji xwe re tiştek nehişt. Gelek kes, xizan hatin, dewlemend çûn û ji bo Xan dua kirin.
Daweta Şehzade Bayezîdê kurê Muradê I-ê ê Osmanî û Dewletşah (Sultan) Xatûna keça Emîrê Germiyaniyan bi vî awayî gihîşt dawiya xwe, bûk û zave bi hev şa bûn.
Lê ev dawet ne encama evîna du evîndaran bû. Ew di esasê xwe de encama rewşeka siyasî ya hevrikiya wê demê a navbera mîrekiyên Anatoliyayê û peydabûna balanseka nuh bû di navbera wan de. Di şekilwergirtina vê hevrikiyê de ji derva; ji rojhilatê jî pêdivî û berjewendiyên Dewleta Memlukî ya mezin zor dida mîrekiyan û dengê gefên Tîmûriyan jî ji alî Ecemistanê, Azerbaycanê û Kurdistanê îdî digihîşt wan. Di vê hevrikîyê de Germiyanî jî ji bo êbêya xwe li hevkar û hevalên nuh digeriyan.
Germiyanî kî bûn?
Mîrên Dewleta Germiyaniyan wek Candarîyan, Mendeşahiyan, Hemîdiyan, Eşrefiyan, Şadgeliyên Amasyayê û hwd, bi eslê xwe Kurd bûn. Îbnî Bîbî, di berhema xwe de ya li ser Selçûqiyên Romê îşaret ber bi wê dike ku Germiyaniyên li Kutahyayê Kurd in. Em ji Îbnî Battûtayê gerokê nîvê yekê ê sedsala 14ê tê digihên ku Kurdên Germiyanî bi baweriyên xwe alîgirên Yezîd bîn Muawiye bûn. Îbnî Battuta li dor salên 1340-ê, li Rojavayê Anatoliyaya niha, li nav hema hema hemû mîrekîyên serbixwe yên jibermayiyên Dewleta Selçûqiyên Romê (ya hilweşiyayî) geriya bû.
Dîroknasê Îslamê yê Fransî Claude Cahen xwe dispêre çavkaniyên dîrokî yên Îslamê; bi taybetî agahiyên Îbnî Bîbî û Îbnî Battuta û dinivîse ku Germiyanî Kurdên xwedan baweriya êzîdîyatiyê ne. Dîroknasên dema me jî Germiyaniyan ji Kurdên êzîdî hesab dikin.
Li gor têgihîştina gelek dîroknasan ev Kurdên Êzîdî di nîvê yekê ê sedsala 13-ê de di encama êrîşên waliyê Mûsilê ê dewleta Zengîyan Bedreddîn Lulu û piştre ya êrîşên Îlxaniyên Moxolan de, li aliyekî ber bi rojavayî; Helebê, Antakyayê û Meraşê ve, li aliyê din ber bi bakurî; zozan û germiyanên navbera Diyarbekirê, Meletyeyê û Erzurumê ve harikîn. Di nav Dewleta Eyubiyan de, li dora Helebê wan rolên giring hildan ser milên xwe. Piştre di encama berdewamiya êrîşên Moxoliyan de ew ji herdu aliyan ve herikîn nav erdên Selçûqiyên Romê.
Îhtîmaleka mezin qismek ji van kurdên Êzîdî hê di dawiya sedsala yazdeyê, yên duwazde û sêzdeyê; di wexta derbasbûna xazîyên/micahidên misilmanan, bi teybetî Selçûqiyên Romê de derbasî nav axa Bîzansê bûn û li van deran kele, bajar û erd zeft kirin, bûn emîr serhed (uc beyi) û emîr sewahîlên (sahil beyî, emîrê peravan, uc begîyên aliyên hemhidûdên deryayan) Dewleta Selçuqiyên Romê. Herwekî bi minasebeta Serîhildana Babaiyan navê Mîrê Germiyaniyan Mubarezeddîn [Yaqûb Begê I-ê] bîn Alîşêr di tarîxa Îbn Bîbî de derbas dibe ku wî du caran bi orduya xwe ya Kurd û Germiyanî a li Meletyeyê şerê Baba Îshaqê xelîfeyê Baba Îlyasê Wefaiyeyê kiriye, ew herdu caran jî têk çuye. Em bi saya Îbnî Bîbî bi navê mîr û serleşker Mubarezeddîn bîn Alîşêrê Germiyanî dihesin ku Yaqûb Begê I-ê ye. Alîşêrê bavê wî jî wek Kerîmuddîn Alîşêr tê nasîn.
Lê tarîxa Germiyaniyan bi vê buyerê dest pê nake. Hê ji berê de ew hatibûn van deveran, Kutahya, Ladîk/Dongizlî/Denizli, [Afyon] Qerehîsar û gelek bajar û keleyên din zeft kiribûn û wan mîrekiya Germiyaniyan ava kiribû. Paytexta wan jî Kutahya bû. Germiyanî di wê deme de bi firehbûna erdên xwe, piştî Qeremaniyan dihatin. Bajarên ku di bin hukmê wan de bûn Kutahya paytext bû. Piştre, Qerehîsar-î Sahib/Afyonqerehîsar, Uşaq, Ladîk/Dongizlî/Denizli, Simaw, Emet/Egrîgoz, Tavşanlî, Banaz, Qula, Alaşehîr û Honaz…
Germiyanî gelek berî Osmaniyan ava bûbûn. Berê di nav dewleta Selçûqiyan de mîrekiyeka serhedan(uc beyligî) bûn. Ku di encama şerên li gel Moxoliyan de Dewleta Selçûqiyên Romê (anuha Tirk jê re dibêjin Selçûqiyên Anadoluyê yan Selçûqiyên Turkiyeyê) hilweşiya wan wekî hemû mîrekiyên Anatoliyayê serxwebûna xwe ragihand.
Di nîvê yekê ê sedsala 14-ê de, Îbn Fazlullah el-Umerî, ku agahdariyên hêja bi saya Heyder Uryan û gerok Balabanê Cenevîzî li ser Anatoliyayê peyda kirine, nivîsîye ku hukumdarê Germiyanê mezintirîn emîr bû. Kutahyaya navenda mîrektiyê, xwediya keleheka mezin, gundên berhemder û çêregehên berfireh bû. Mîrektîyê 700 wargeh û artêşeka mezin; 40 hezar leşkerên siwarî hebûn. Li gor Balabanê Cenevîzî, di demên şer de, wî dikaribû 200 hezar siwarî û piyadeyên bi tevahî çekdarkirî bişîne. Mimkin e ku ev hejmara dawî zêde be an jî hejmara giştî ya leşkerên ku ji mîrektiyên girêdayî hatine komkirin jî temsîl bike. El-Umerî her wiha behs dike ku di dema desthilata Yaqûb Begê de, salane 100,000 dînar bac û kelûpelên hêja ji Bîzansê dihatin wergirtin.
Di destpêkê de gelek mîrekiyên esilkurd û kurd-tirk têkilhev ên weka Sarûxanî, Eşrefî, Aydinî û Hemîdî, ser bi Germiyaniyan ve bûn, piştre bûn vasalên wan, ku xurttir bûn, wan jî serxwebûnên xwe ragihandin. Ji berê de hevrikî, minafese, şer û pevçûn di navbera Qeremanî û Germiyaniyan de hebû. Di şerê Qeremaniyan de yê li hemberê Selçûqiyên Romê û di yên li hember wan mîrekiyên li jorê binavkirî de Germiyanî hemî caran li hemberî Qeremaniyan rawestiyan û gelek caran ew têk birin. Herwekî di şerekî li hemberî Hemîdîyan de Qeremaniyan erdên wan dagir kirin, Suleyman Şahê Germiyanî hevkarîyek li gel yên ewil best û erdên wan paşde vegerandin. Germiyaniyan ev mewqif ji bo tehdîda Qeremaniyan dûrî xwe bihêlin jî distendin.
Gava Osmanî derketin meydanê, wek cîranên Germiyaniyan yên li rojava wan jî tehdîdek anî ser Germiyaniyan û bi taybetî ku Osmanî ji Tengava Dandanakanê (Çanakkale Bogazi) derbasî Trakyayê û Rumeliyê bûn, li wan deran serkeftinên mezin bidest xistin, erdên xwe berfirehkirin, gelek bihêztir bûn.
Piştî van serkeftinên mezîn Muradê I-ê sala 1376’ê ji Rumeliyê vegeriya Anatoliyayê û çavê xwe berda erdên bin desthilatên hemû mîrekîyên Misilman; yên bakurê-rojhilat, rojhilat û başûrê hidûdên dewleta xwe. Tam di wê wextê de Alaeddîn Begê Qeremanî bi hemleyeka zîrekane bi keça Muradê I-ê Safiye Sultanê re zewicî û xizmayetî li gel padîşahê Osmanî danî. Vê zewacê her du dijminên Germiyaniyan nêzî hev kirin û tirseka mezin xist dile wan.
Êdî du tehdîdên dijminane yên mezin ên hevgirtî li hemberî Germiyaniyan hebûn. Ew li tevdîr û tifaqên nuh geriyan. Wê demê Suleyman Şah jî melikê Dewleta Germiyanîyan bû. Şehzade Bayezîd kurê Muradê I-ê bû.
A daweta Bayezîdî û Dewletşahê ya dengvedayî yek ji van mihaweleyên tedbîr û tifaqên Suleyman Şahî bû ji bo berterefkirina dijminayetiya Osmaniyan, bidestxistina hevkarîya wan li hemberî êrîşên Qeremaniyan.
Ji tirsa Qeremaniyan ku her ku diçû êrîşkartir dibûn, emîrê Germiyanê; Silêman Şah, ji bo parastina mîrektiya xwe bi Osmaniyan re hevkariyeka stratejîk avakir ku hem Osmaniyan ne bi şer, bi xizmayetiyê erdeka mezin a Anatoliyaya Rojava bidest xist, Germiyanî kirin hevalên xwe û cara pêşî ciyê piyên xwe li Anatoliyayê xurt kir. Piştî vê peymanê sefgiriyeka nuh li Anatoliyayê rû da, gelekên mîrekiyên vê erda han sefên xwe bi vê tifaqê re kirin yek, Qeremanî gav bi gav ber bi tenêmayinê ve çûn û fahm kirin ku vê daweta han li hemberî wan çi encameka stratejîk afirandiye
Gava Suleyman Şah pêşniyar kir ku ew keça xwe bide Şehzade Bayezîd bajarên cihêzkirî jî pêre, şert danî ku mîrektî bi awayekî xweserî bê parastin û Bayezîd piştî dawetê bê li Kutahyayê hukumranî/walîtî bike. Muradê I-ê bi kêfxweşî ev pêşniyar qebûl kir da serdestiya xwe li Anatoliyayê xurt bike.
Bi saya dawetê, wekî cihêzên Dewlet Xatûnê, Kutahya, Sîmaw, Egrigoz/Emet û Tavşanlî ketin bin îdareya Osmaniyan. Piştî dawetê, Bayezîd waliyê Kutahyayê hate tayînkirin. Suleyman Şah ji text vekişiya, kurê wî Yaqûb Begê II-yê bû serwerê erdên mayî yên Germiyaniyan. Jê pê ve Suleyman Şah jiyana xwe li Qerehîsar-î Sahîbê (Afyonqerehîsarê) buhurand û li wê derê mir.
Piştî vê, di demên cuda de mîrekiyên kurd; ya Amasyayê bi peymaneka aştiyane, Candarîyan/İsfendîya rîyan bi tehdîd û peymanên encamên avakirina xizmayetiyan, Mendeşahiyan di encama şer û lihevkirinan de tevî Osmaniyan bûn. Hemîdiyan erd û bajarên xwe firotin Osmaniyan. Ev hemû ji ber tehdîd û êrîşên Qeremaniyan, Memlukîyan û Tîmûriyan, her wiha hevrikî û pevçûnên nav mîrekiyan bi xwe bûn.
Piştî mirina Mûradê I-ê, Yildirim Bayezîd bû padîşahê Osmaniyan. Wî siyaseteka sînordarkirina serweriyên van mîrekiyên ku ketibûn bin şemsiyeya hevkariya li gel Osmaniyan û xurtkirina merkezîkirinê meşand. Vê siyasetê xanedaniyên van mîrekiyan aciz û nerazî kirin. Gava Tîmûr di şerê Anqerê ê 1402-yê de zora padîşah Bayezîdî bir, ew êsîr kir, di qefeseka hesinî de ew bi seferên xwe re li gel xwe gerand û ew di vê êsîrîyê de mir, Osmanî ketin dewreka fetretê ya giran, van mîrekiyan careka din serxwebûna xwe ragihand. Osmanî nêzî pêncî salên din bi vê sergêjaniyê ve mijûl man.
Di dema ku ev mîrekî di nav Dewleta Osmanî de nîv-serbixwe bûn, xwedan ordî bûn û di serê orduyên xwe de li gel padîşahê Osmanî diçûn seferên xeza û fethên Ewropayê. Helbet ev ne çend esker, lê orduyên mezin ên xwedan hejmarên bi deh hezaran bûn.
Her wiha Germiyanîyan di pêşvebûna/prosesa avakirina û berzkirina cîhana Osmanî de roleke pir balkêş heye. Ev yek wergerandina berhemên ji Farisî bo Tirkî bû ku yên qanûnan/fiqhê û kevneşopiyên îdarî/fermanrewayî yên dewletbûnê, her wiha yên dinyaya edebiyatê, şi’rê, muzîkê, mihrican û şahiyan ên çînên serdest, rêvebir û aliman ên civakên Îranî; Fars, Kurd û yên din bûn. Li gel vê, rêberîkirina nasandin û dewlemendkirina rabûnrûniştinên kultur û huneran bû ku jiyana arîstokrasiya dîwana Osmanî, bi awayekî, tendurust û berhemder dikir.
Şi’r û muzîka klasîk a Osmanîyan, reqs, mihrican, şahî û ziyafetên xwarin-vexwarinên wan, bi saya van werger û rêveçûnên rehberane li ser şaristanî û mîrasa çandî ya Germiyanîyan hatine afirandin û avakirin.
Dîroknasê Tirk ê naskirî Halil İnalcık li ser vê mijarê pirtûkek têrdagirtî nivîsîye.[6] Wî bi balderîyeke tekûz lêkolaye ku Germiyanî weka civakeka dewlemend, pêşketî û şaristanî ya serdema xwe, çawa rasterast hunera rêveberî, çand û şahiyê ya civakên Îslamî yên Îranî yên ku ew pê ve bestî bûn, jiyane û wan çawa hêsanî peyda kirine da serokên koçer ên Tirkmen ên umî/nexwende, wergerin ser bi beg, mîr û şahbanûyên arîstokrat ên dîwangêr, xwendewar, alim, bawermend û xwedan bîreweriyên çandeyî yên dîwana Osmanî. Li gor wî, yên ku çandiyên Helenîstîk û Îranî bi hev ve jenane û hûnane û di sedsala 14ê de tevî jiyana rewşenbîrî ya dîwana Osmanî kirine, bûne rêberên vehûnana vê şaristaniyê, ew dewletmedar, feqîh, zanyar, katib û edîb in ku ji nav civatên dîwana arîstokrasîya Germiyaniyan derketine.
Îskendernameya Ehmedî, berhevoka nameyên fermî yên Ehmedê Daî, berhemên Şeyxî û Gencewî, Kabûsnameya Keykawus, berhemên Fîrdewsî, Hafızê Şîrazî û yên Sadî, Siyasetnameya Nizamu’l Mulk û gelek berhemên din yên di van nirxan de Germiyaniyan pêşkêş kirin, di nav wan de wergerên Ehmedê Daî di warê wêjeyê de, digel berhevoka nameyên fermî yên bi navê Teressul, ku ji bo rayedarên dewleta Osmanî girîng bûn, ji bo nivîskar û burokratên Osmanî wekî rêber xizmet kirin.
Germiyaniyan, bi saya girêdanên xwe yên bêdawî yên bi welatê xwe yê resen ve, her gav hay ji van berhem û awayên jiyanê hebûn û bi wan dijiyan. Her weha wan ji bo elîtên Osmanî yên ku bi Farisî û Erebî nizanibûn û nenasên wan civakan bûn ev awayê jiyanê peyda dikir. Bi vî awayî, wêjeya Osmanî, helbesta klasîk, muzîk, jiyana çandî û hunerî ya dîwanê li ser vê zanîna berhevkirî ava bûn û bi pêş ketin.
Ewliya Çelebî dibêje ku Qesra Germiyaniyan ji 360 odeyan pêk dihat. Li gor El Umerî, di serdema Emîr Yaqûb Begê I-ê yê kurê Alîşîrî de ew navendeke mukemmel ya xwendin û çandeyê bû. Ji burokrat û katibên dewletê bigire heya hunermend, zanyar û nivîskaran, hema hema her beşeka civakê dikaribû beşdarî vê jîngehê bibe, zanîn, jêhatîbûn û bikêrhatiyên xwe nîşan bide.
Wekî ku em ji Dîroka Aşiqpaşazade tê digihîjin, Osman Beg pergala bacê, adet û qaîdeyên bazarê û beşek girîng ji şêwaza xwe ya rêveberiyê ji Germiyaniyan fêr bûye. Tê zanîn ku komeka rêberan a pirr giring a ji zanyar û feqîhên/hiqûqnasên Kurd ên ji Amasyayê, Germiyanê û welatên Candarîyan pêkhatî li dora Osman Beg, paşê kurê wî Orhan Beg û yên piştî wan heta dawiya dewleta Osmanî jî her hebûn.
[1] Piştre ew bi navê Yildirim Bayezîd hat naskirin.
[2] Di hin dîrokan de, bi navê Sultan Xatûnê te binavkirin. Muhtemelen ev herdu nav jî ne yên eslî yên bûkê bûn. Li gor adeta mîr, şah, sultan, padişah û xelîfeyan keç ku bi hempayeyên bavên xwe re dizewicîn navekî bi yê bavê xwe ve bestî werdigirtin û dihatin naskirin, gelek caran nedihat zanîn navê wan ê eslî çi ye.
[3] Ew jî ji terîqeta Wefaîyeyê ya Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî ye
[4] Ev kes, piştî mirina bavê xwe bi navê Yaqûb Begê II-ê ket şuna wî.
[5] Di hin dîrokan de tê gotîn ’’hespên sipehî yên Germiyanî’’. Çimkî di wê demê de li gel hespên Ereban, hespên Germiyanî jî gelek navûdeng dabûn.
[6]İnalcık, Halil, Has-Bahçede ‘Ayş u Tarab, Nedimler, Şairler, Mutribler, Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul, 2015.
Leave a comment