Biryara serlêdana rapirsiya cudabûna Başûrê Kurdistanê hat dayin. Di 25ê îlonê de yên deverên li serê nelihevkirî (maddeya 140) jî tê de hemû welatiyên pêkhateyên etnîkî, dînî û mezhebî ên Başûr ê tevî rapirsiyê bibin. Zelal nebûbe jî çawa, yên li derveyê welêt jî ê deng bidin. Gelo xelkên deverên di bin destê PKKê û
PEYMANA QESRA ŞÊRÎN
Peymana ku welatê kurdan kir du beş, di 17ê gulana 1639’ê de li Deşta Zohabê ya nêzî Qesra Şêrîn a ser bi Îranê ve hat mohrkirin.1 Kurd giringiyeka mezin didin vê peymanê; ew wek destpêka êş û jana kurdan a îroyîn tê nirxandin. Destpêka vê êşê esas berî wê bi 500 salan, bi hatin û
QURINCOK LI QETERÊ KETIN, TIRKIYE VECINIQÎ
Rûdaweka payî bi awayekî nepayî hat. Siûdîyê, Misirê û hin dewletên ereb bi biryareka sert Qeter xist dorpêçê, ew kir masiyê av li serê ziwakirî. Têkiliyên wê yên dîplomasî, eskerî û aborî qeyd û bend bûn. Pêre pêre xetereka xelayê jî serî hilda. Îranê û Tirkiyeyê xwe dan ber veguhaztina pêdiviyên xurekî yên acîl. Lê
BÊEXLAQIYA XWESIPARTINA ‘NA’YÊ
Mîkro-ferqa navbera rêjeyên ‘erê’ û ‘na’ya referandûmê, hêviyek xist dilê mixalefeta li hemberê desthilata bi serokatiya Erdoğan. Hin derûdor li bendê ne ku rêjeya ‘na’yê li hemberî desthilata îro bibe esasê platformeka hilbijartinên êbê. Diyar e, cudatiya navbera hilbijartinan û referandûmekê li ber çavan nayê girtin. Rêje jî ne ya kutleyeka homojen, an a xwedan
REFORMÊN ARASTEKIRIYÊN BO DESTHILATÊ
Piştî rapirsîna destûrê, Tirkiye li ber dergehê hin guhertinan e. Beşeka wan ew qanûn û rênuma ne ku divê li destûra nuh bên anîn. Yên din, zêdetir ew in ku piştî referandûmê mecbûriyeta bicîhkirina wan serî hildaye. Bi taybetî ku ’erê’ di rapirsîyê de bi ferqeka marjînal a ’sîratîn’ (1,4%) biserket û ’nayek’a endîşeder a
ŞÛR ZÛ HATIN KÊŞAN
Referandûma li ser guhertinên destûra Titkiyeyê li gor daxwaza serokayetîxwazan encam da; ‘erê’ %51.4, ‘na’ %48.6. Lê bi marjînaleke gelek piçûk, ferqa navbera wan bû %1,4. Cara pêşîn e, ne demokrasiya pirpêkhateyî be, heta serweriya takedestî be jî, bi destûrî , bi dengdanên hilbijêran, hilbijartî kî be ê bibe fermanrewa. Di tarîxa tirkan de guhertineka
TALANKIRINA KOŞKA AHMED XANÊ HELO XANÊ ERDELANÎ
Yek ji wan mîrekiyên Kurdistanê ên ku erdên wan li ser serhedên navbera Osmanî û Îranîyan parçe bûn, bi qirnan bûn meydanên şeran û ji herdu aliyan rastî êrîşan hatin, Mîrekiya Erdelanê ye. Erdên tarîxî yên Mîrekiya Erdelanê nuha li Başûrê Kurdistanê devera Şarezorê, Xaneqînê û Qeredaxê li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê, ustana Kurdistanê; Sinneyê
ZANKOYÊN LI BAJARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ
Yek ji wan reformên berbiçav ên Tirkiyeyê, damezirandinên zankoyan (unîversîteyan) ên li her bajarî yên van salên dawiyê ne. Li hemû bajaran zankoyên dewletê û li gelek bajaran jî li gel wan yên taybetî, yên weqfan û civakên sivîl ava bûne. Gelek siyasetmedar, entelektuel û pispor bi sedemên cuda, avakarina zankoyan li her bajarî û
ÎNSANÊ PIRZIMANÎ, MILETÊ PIRZIMANÎ
Ji mêj ve difikirim; me hebûna însanê/a pirzimanî qebûl e, lê fikra miletê pirzimanî qet nayê hişê me û em serê xwe li ser fenomeneke wiha naêşînin. Gelo wek insanê/a pirzimanî, nikare miletê pirzimanî jî hebe? Hemû milet ne xwediyê take zimanekî ne. Beşek ji wan; ne tenê hin takekes an tebeqeyên wan, seranser civak
LI BAŞÛR SÎSTEMA SEROKATIYÊ YA FEDERALÎ
Li Başûrê Kurdistanê ji mêj ve ye behsa serxwebûnê tê kirin, lê di gelek warên rêxweşkirinê de yên ber bi serbixweyiyê ve, yekrêzîya neteweyî nehatiye peydakirin. Yek ji wan waran jî zelalnebûna awayê sîstema siyasî ya Kurdistaneke serbixwe ye. Diyar e, ne bes ji bo serbixweyiyê, ji bo federalî an konfederaliyeke li gel İraqê jî