Netkurd 14/1/2008 Yek ji wan giringtirîn pirsgirêkên navbera hukumeta Kurdistana federe û erebên hukumeta Bexdayê jî Qanûna Petrolê ya Iraqê ye. Buhara par xwedêgiravî hemû aliyên siyasî yên kurd û ereb li ser reşnivîseka qanûna petrolê lihevkiribû, ew şandibû ji hukumeta Bexdayê re, hukumetê ê ew bişandaya parlamentoyê da wek qanûn derkeve. Hêvî dihat kirin
2007-ê PIRS LI PEY XWE HIŞT
Netkurd 1/1/2008 Sala 2007-ê ji bo kurdan çawa derbas bû? Gava meriv bala xwe dide buyerên 2007-ê yên peywendîdar bi pirsa kurdan ve rewşeka balkêş derdikeve. Sala 2007-ê, ji alî Kurdistana Sûriyeyê û ya Îranê ve, ji bilî çend rûdanên hûrik sakîn derbas bû. Dengvedanên herî balkêş şerên navbera hêzên PJAK-ê û yên Îranê bûn
TUGLUK ”KEÇA” ÎSMETÊ KERR
Netkurd 28/12/2007 Aysel Tugluk xwedêgiravî parlamentera kurdan e, li ser navê Diyarbekirê ji DTP-ê di ”parlamentoya tirkan” de ye. Lê ne wer parlamentereka normal e a ku bi proseseka normal, ji bal diyarbekiriyan hatibe hilbijartin. Ew bi xwe ne diyarbekirî ye. Piştî ku destê xwe danî ser “qur’ana kemalîstan” û bi kemalîzmê sond xwar, bi
AMERÎKAYÊ GAZA TIRKAN GIRT
Netkurd 17/12/2007 Piştî operasyona duh a balafirên şer a ser bi çiyayê Qendîlê, tirk bi serokkomar, serokwezîr û serokerkanê xwe, bi hukumet, parlamento û orduya xwe, bi medya û kolanên xwe coşiyane, devê wan heta ber guhê wan ji hev dibe, gilêz ji devê wan diherike, vir de wirde direqisin. Yaşar Buyukanit venaşêre ku ev
DESTHILATA KURDISTANÊ ÇI DIKE?
Netkurd 21/11/2007 Hin berpirsên PKK-ê û beşeka giring ji ragihandina wê, li hemberî desthilata Kurdistana azad dest bi propagandayekê kiriye, ku goya Tirkiye û Amerîkayê li hev kirine PKK-ê tasfiye bikin û desthilata Kurdistana azad, bi taybetî PDK û YNK jî di nav vê komployê de ne. Ev propaganda bi desteka derew û dezînformasyonên medyaya
DENÎZ BAYKAL ÇI QESD KIR?
Netkurd 14/11/2007 Denîz Baykalê serokê Partiya Gelî ya Komarî (CHP) yê ku ev çend sal in bi dereceyeka şovenîzma har dijminayetiya gelê kurd dike, berî hilbijartinan û piştî wê jî di dereceyeka pirr eşkere de berdevkiya sıyaseta orduya tirk a êrîşbirina ser Kurdistana azad kir ku bi PKK-ê razî nedibû, serê serokê Kurdistanê dixwest, hefteya
AMERÎKAYÊ KÎ TERCÎH KIR?
Netkurd 6/11/2007 Cîvîna navbera serokê Amerîkayê George Bush û serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duh pêk hat. Li Tirkiyeyê giringiyeka gelek mezin dihat dayin ji bo vê civînê. Hetta gelek berpirsên siyasî û eskerî, herwiha nivîskarên giring ên medyaya tirk, ev civîn wek ”mile stone”eka nuh a peywendiyen navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê dinirxand. Gava meriv bala xwe
DU HEDEFÊN PIRR XETER ÊN TIRKAN
Netkurd 24/10/2007 Li Tirkiyeyê defa hewarê ya şerê li ser axa Kurdistana azad a piştî derxistina tezkerê bi wî awayî lê dixe, karwanê nebixêr ê şerxwaziyê bi wî awayî bajar bi bajar gund bi gund tê berpakirin ku êdî kesên herî aqlê selîm ê tirk jî di bin bahoza vê şerxwaziyê de ji bilî derbaskirina
DUH HEZÎMETA BALKAN ÎRO KURDISTAN
Netkurd 16/10/2007 Ertugrul Özkökê birêvebirê giştî yê rojnameya Hurriyeta tirkî û dolê bazdayiyên hezîmeta Balkanan ên ku di hezîmeta şerê serxwebûna neteweyên Balkan de ji ber xezeba gelên azadîxwaz reviyan û bi zorakê li derûdora Îzmîrê xwe ragirtin, xwe xistin bin koşa dewleta xwe ya osmanî, diyar e tu ders ji wan hezîmetan wernegirtiye, bi
ŞER JI BO ÇIYE?
Netkurd 10/10/2007 Gotinek heye ez dibêjim qey ya tirkan e, ne a wan be jî min bi xwe di riya wan re bihîst. Dibêjin “Yekî ji bo kêçekê lihêv (organ) şewitand”. Gava ji bo xelasbûna ji pirsgirêkeka piçûk a wek kêçekê, kesek çereseriyeka li gor wê nade ber xwe û bi texrîbateka gellek mestir dixwaze