Month: November 2013

QIYAMETA ZIMANÊ KURDÎ

Netkurd 21/6/2005 Netkurdê dest bi kampanyaya bikaranîna zimanê kurdî kir. Proseseka bişaftina miletê kurd li pêdarê ye, Netkurd dixwaze keda xwe têxe nav têkoşîna berovacîkirina vê prosesa bêyom. Helbet Netkurd hêz û îmkana xwe zane; malperek e, îmkanên wê gelek sînorkirî ne û ev kampanyayeka demî ye, li hember proseseka ku wek şapeyekê bi ser

Read More

ŞÊXÊ MEZIN

Netkurd 5/6/2005 Gava nûçeya şehîdbûna Şêx Mehemed Maşûqê Xeznawî hat, reaksiyona min a pêşîn wek berpirsekî Netkurdê ew bû ku ez bizanibim ev Şêxê ku rejimek ewqas jê tirsiya û ew ji navê rakir kî ye. Da ez nas bikim û wî bi xwendevanên Netkurdê jî bidim nasîn, ez li vî alî li wî alî,

Read More

DEMA NEŞTERLÊDANÊ HATIYE

Netkurd 22/5/2005 Di van çend salên dawiyê de hin îmkan û derfetên ne piçûk li ber miletê kurd vebûne. Guhertinên ser ruyê erdê yên global û buyerên Rojhilata Navîn bingehekî lêhatî ji bo bidestxistina gelek maf û azadiyên kurdan payda kiriye. Destkeftiyên kurdan ên li Kurdistana Îraqê, şert û mercên ku YE li ber qebûlbûna

Read More

ZÛ BIKIN WEXT TENG DIBE

Netkurd 15/5/2005 Di ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re sê meh û nîv derbasbûn. Hîn jî parlamento, vê dezgeha biryardanê a herî bilind necivîyaye, dest bi karê xwe yê qanûndanînê û kontrolkirina îdareya welat nekiriye. Hukumeta yekbûyî ya ku temsîla tevayîya Kurdistanê bike hîn nehatiye danîn, serokê herêma Kurdistanê hîn nehatiye hilbijartin. Yanî Kurdistan di rastiyê

Read More

WEKHEVÎ Û NEWEKHEVÎYÊN ME

Netkurd 30/4/2005 Yek ji wan nivîsên ku van demên dawiyê bala min kişandine ya mamoste Tosinê Reşîd e: “Êzdî li benda naskirina rastiyê ne”. Nivîs her çendî li ser rewşa kurdên êzdî ye lê karekterên pirsgirêkên ku di wir de tên diyarkirin bi wan tenê namîne, di war û grûbên dîtir cuda yên civaka me de

Read More

SÛRÎYE, TIRKIYE Û KURD

Netkurd 16/4/2005 Serokkomarê Tirkiyeyê Ahmed Necdet Sezer, serlêdana xwe ya ji bo Sûrîyeyê xelas kir û vegeriya paytextê xwe. Mazûban ji vê serlêdanê gelek kêfxweş bûn. Bişar Esedî ji bo qedirlêgirtina serokê Tirkiyêyê bi protokolan jî nema, germî û dilxwşiyeka bêhed nîşan da. Masmedîa sûrîyeyî ya di bin vê îdareya totalîter de bi yek dengî

Read More

JI SEMBOLÎKÎYÊ WÊDETIR

Netkurd 10/4/2005 Hilbijartina Celal Talebanî wek serokkomarê Cumhurîyeta Îraqê a Federal di derûdorên sîyasî yên cîhanê û yên Rojhilata Navîn de balkêş hat dîtin û reaksiyonên cuda li hemberê vê buyera dîrokî hatin nîşandan. Hemû ajansên dinyayê bal kişandin ser wê yekê ku di dîroka Îraqê de kurdek bi kesayetiya xwe cara pêşîn e ku

Read More

BEYRAQ, ALA, XÎRETKÊŞÎ Û BÊXÎRETÎ

Netkurd: 24/3/2005 Ev du-sê roj in, tirkan bi  generalên xwe, televizyon, rojname, serokpartî, siyasetmedar û burokratên xwe yên çi rast  û çi çep, dest bi hezeyaneka mezin kirine, bûye borrebora wan, girêz ji devê wan diherike, xeberan dibêjin, tehdîdan diweşînin, xaleyanekê radikin, êrîşan dibin ser mal, can û karên kurdan, heqaretan li wan dikin, dev

Read More

KÎJAN NETEWEYÎ?

Netkurd: 21/3/2005 Sazûmana nû ya ser rûyê erdê û rûdanên destpêbûyî yên Rojhilata-navîn bizava kurdî ya netewebûnê xistiye qonaxeka taze. Bi taybetî serkevtina gelê kurd li Kurdistana başûr di tevgera sedsalan de bûye mîladek. Meriv bi rehetî dikare avabûna Kurdistana federe bike kevirê nîşanê yê navbera du qonaxan û bêje qonaxa berî avabûna dewletê û

Read More

KCK LI BER ÇAVÊ MIN MESTIR BÛ

NETKURD: 2010-11-03 13:50:04 Ez wek kurdekî siyasî yê rewşenbîr ê ku ji roja avabûna wê; ji nîvê salên 70-yan tevgera PKK-ê ji nêz ve dişopîne, bi rehetî dikarim bêjim ku di seranserê jiyana wê de, min (ji bo ku ez nebêjim hîç) kêm biryar û destpêşxerî (însîyatîf) dîtine ku wek ên vê dawiyê (yên bi

Read More