OBAMA JI BO KURDAN BAŞ E YAN XERAB E?

Netkurd 17/11/2008 Min bi xwe heta nuha şiroveyeka birêkûpêk a li ser hatina Barack Obamayî a ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nav kurdan de nediye. Gelek caran ji vir an wir de, piço piço, ew jî li ser esasên argumentên biyaniyan behsa hatina Obamayî tê kirin. Ji alî rewş, paşeroj û berjewendiyân

Read More

DOSYEYA KURD KET DOLABA DAXISTÎ

Netkurd 10/11/2008 Em kurdên Kurdistana bakur jî yên Kurdistana başûr jî divê îdî qebûl bikin ku dosyeya pirsgirêka kurd a ku me hêvî dikir AKP ê çareser bike, hatiye girtin û ew ketiye nav wan dosyeyên pirsgirêkên paşdexistî yên hundurê dolabeke daxistî. Bi vê, ez nabêjim ku Erdogan, hukumet û partiya wî ê qet behsa

Read More

SERDANA BARZANÎ A ÎRANÊ

Netkurd 25/10/2008 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya sê rojan a Tehranê temam kir û duh piştî nîvro li gel heyeta bi xwe re vegeriya Hewlêrê. Ev serdan ji gelek aliyan ve ji bo serkirdayetiya Kurdistana federe giring bû: Îran dewleteka cîran a Iraqê ye, beşekî Kurdistanê di bin destê wê de ye, pirsgirêka

Read More

HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ Û SIYASETA KURDAN

Netkurd 18/10/2008 Di 4-ê çiriya paşîn (november) de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hilbijartinên ji bo serokatiyê dibin. Bi taybetî piştî krîza aborî, hemû anketên li ser hilbijartinan nîşan didin ku demokrat Barack Obama di çar salên pêşiya me de serokê DYA-yê ye. Senatorê Delawareyê Joseph Biden jî ê bibe cîgirê Obama. Senator Joseph

Read More

ÇAVSORIYA DÎPLOMATEKÎ

Netkurd 5/10/2008 Kitêba Ingmar Karlssonî a li ser kurdan (Kurdistan: landet som icke är – Kurdistan: welatê ku nîne -) ne tenê di medyaya swêdî de, di nav kurdên Swêdê de jî bû sedemê minaqeşeyeka berfireh, di vê navberê de çend nivîs jî li serê derketin. Hin ji wan kurdên ku tevî minaqeşeyê bûn ji

Read More

KURDISTAN QUO VADIS?

Netkurd 12/9/2008 Buyerên vê dawiyê yên li ser herêmên vederkirî û daxwiyaniyên berpirsên Kurdistanê yên li ser peywendiyên Bexda û Hewlêrê, endîşeyek mezin li meriv peyda dikin û bê hemdê xwe ev pirs di hişê meriv re derbas dibe: Kurdistan ber bi ku ve? Bi taybetî ew daxwiyaniyên serokê Kurdistanê ku di hevpeyivîneka li gel

Read More

PEYMANA STRATEJÎK A TIRKIYE IRAQÊ

Netkurd 17/7/2008 Hefteya derbasbûyî, di dema serdana Recab Tayyip Erdoganî ya Bexdayê de, di navbera Tirkiye û Iraqê de peymaneka bi navê Peymana Konseya Bilind a Hevkariya Stratejîk a Tirkiye-Iraqê hat îmzakirin. Ev, peymaneka çarçoveyî ye û naveroka wê divê bi peyman, proje û karûbarên cîbicîkirinê bên dagirtin. Eger karibe bê biserxistin, peyman rê li

Read More

MUHTEREM: EFSANEYA DEWRANEKÊ

Netkurd 21/6/2008 Diyarbekir. Berî nîvro, rojek ji rojên germa hezîranê. Min hay jê nîne, lê diyar e 21-ê mehê ye. Ez li Parka Dîlanê rûniştî me. Ji nişka ve çavê min bi hevalekî farqînî dikeve ku ji wê de ber bi min ve tê. Em hevalên hev ê partiyekê ne. Lê balkêş e, ev hevalê

Read More

PROJEYA VÎZYONA KURDISTANÊ

Netkurd 4/6/2008 Duh li Dubaîyê bi merasimekê mezintirîn projeya Kurdistanê ya heta nuha (ku projeyeka dêwîn e) hat eşkerekirin. Protokola navbera hukumeta Kurdistanê û şirketa Emîratan; DAMAC-ê ji bal serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê şirketê ve hat îmzakirin. Ew projeyeka bi 18,3 milyar dolaran e, ê di 10 salan de temam bibe. Bifikirin ku ev hê

Read More

DAXWIYANIYÊN ÖCALAN KΠDINIVÎSE?

Netkurd 16/3/2008 Her ku diçe daxwiyaniyên Abdullah Öcalan ên heftane yên ku ew di riya awukatên xwe re dişîne, bi hin taybetmendiyên xwe balkêş dibin û gumaneka mezin li ser wan peyda dibe ku gelo bi rastî ew çend daxwiyaniyên wî bi xwe ne, çend hin destên din, bi çi armancê katine nav daxwiyaniyan. Yek ji

Read More