Category: NIVÎSÊN BI KURDÎ

Kitêbeka gellek hêja: Tarîxa Dewleta Kurdan

Di van demen dawiyê de min kitêbek li ser dîroka dewleta Kurdên Eyyubî xwend. Wek kesekî dîrokhez û pêbiliyê dîroknasiyê yê amator, min gelek jê hez kir û agahiyên hêja jê wergirtin, min xwest bi nivîseka nasandineka kurt ez haya dîrokhez, xwendinhez û kurperweran yên ku jê bêagah in jî pê bixim. Navê kitêbê Dîroka

Read More

Gelo Yavuz 40 hezar Alewî qetilkirin, ma Îdrîsê Bedlîsî xayinê neteweyî bû?

Di Şerê Çaldiranê de rola Osmaniyan, Safewiyan û Kurdan  Hevpeyivîn li gel Mûrad Ciwan / Muhsîn Kızılkaya  – Di demên dawiyê de, bi minasebeta minaqeşeyên li ser Dersimê, careka din ew îddîa hat rojevê ku Yavuz Sultan Selîm gava çû Şerê Çaldiranê 40 hezar Alewî serjêkirin. Gelo bi rastî jî Yavuz 40 hezar Alewî kuştin?

Read More

Di Şerê Çaldiranê û buyerên piştî wê de rola Kurdan

Metnê temam ê kurte-teblîxa ku min li SEMPOZYUMA NAVNETEWEYÎ YA BEDLÎSÊ A I-ê a 26-27-28-ê Hezîrana 2014-ê da:   Di Sefera Sultan Selîm a ser Çaldıranê û Berfirehbûna Osmaniyan a Nav Daru’l Îslamê de Rola Kurdan a Bi Serokatiya Mîrekiya Bedlîsê   Mûrad Ciwan / Lêkoler-nivîser   ”Eger Kurdan gazî nekiraya, Tirkê Mezin[1] esla cesareta

Read More

DUH MIN PAŞEROJA KURDISTANÊ REŞ DÎT

Netkurd 24/12/2008 Duh nuçeyeka li ser Kerkukê, ku diviya nîşana xweşbînî û geşbîniyê buya, xemgîniyeka bêhed da min û hêviya min a li ser paşeroja neteweyê kurd reş kir. Nûçe li ser merasimekê bû ku bi minasebeta resmîbûna zimanê tirkmanî li Kerkukê, lewheya ”Parêzgariya Kerkukê” a bi çar zimanan nivîsandî li ser avayiya parêzgeha vî

Read More

XADIM; ’GUNEHKARIYA’ QURBANIYAN

Netkurd 17/12/2008 Selahattin Bulut, lutuf kiriye, kitêba xwe ya dawiyê; ’Xadim’ ji min re şandiye. Min ew girt û dabelihand. Ez ’kitêbxur’ekî ne xerab im, lê hûn zanin, ’parî’ bi xwe gava ne xweş bin, meriv çi bike jî di gewriya meriv re naçin xwarê. Gava min kitêb xelas kir, du îsyan di dilê min

Read More

Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e?

Ji Netkurd-ê   Tirkiye di seranserê tarîxa xwe de ketiye qonaxeka bi wî awayî ya minaqeşeyên li ser pirsa kurd ku tu carî neketibuyê. Dewlet, hukumet, mixalefet, unîversîte, medya, rewşenbîr, sermiyandar, esker, polîs, rêxistinên civaka sivîl, xelkên jirêzê; bi kurtî herkes van rojan bi awayê çareserkirina pirsa kurd minaqeşe dike. Hukumet bi sipartina Desteya Ewleyiya

Read More

Bi nêrîneke cuda Alayên Hemîdiye

(Mûrad Ciwan, di payîza sala 2011 an de li Stenbolê, li navenda Ekopolîtîkê di derbarê Alayên Hemîdiyeyê de semînerek da. Teksta li jêr, ji tomara dengê semînerê hatiye vekirin û redaktekirin, ji ber çavan hatiye derbas kirin û hinekî jî hatiye berfirehkirin.)    Ergun Yildirim: Dema em li bîyografiya Mûrad Ciwan dinêrin, him di qada

Read More

Hustuyê devê û rastiya Mehmed Uzunî

Ji devê pirsîne ku “çima hustuyê te xwar e”. Devê bersîv daye: “ma ku dera min rast e ku..” Gotineka bav û kalan   Yên ku hejmara berê ya Nûdemê(no:29) xwendibin, wê bibîr bînin ku nivîseka min li ser hin axaftinên Mehmed Uzunî ên li ser ziman û edebiyata kurdî derketibû. Nivîsa min li ser

Read More

Gerrek li nav şêrebirîndarên warwêran

Di ser serîhildan û şikestina gelê kurd ê Kurdistana Iraqê re du meh derbas bûne. Tarîxa Kurdistanê di van çend mehên dawiyê de bûye şahida bûyerên wiha mezin û bilez ku wê tu caran nedîtiye. Bûyer wek babelîskan li pey hev dizîvirin û diçin. Meha sibatê, hîn dewreyek ji dewreya dîktatoriya herî xedar a Sedamî

Read More

Li ba Ahmedê Xanî peywendiyên jin û mêran, evîn û erotizm

Ahmedê Xanî çend ku alimekî dînî yê dîndar e, ew çende jî mutefekkirekî dunyewî ye. Wî gellek hay ji dîrok, efsane, destan û menqiben dewra xwe, hay ji ilmê stêrnasiya wê demê, hay ji zanyariyên îctîmaî(sosyolojîk, etnolojîk), ji ilmê hîndekriyê, ji nefsiyatê heye. Ew xweş dizane ku jiyana însanan û ya civakê ne bes ji

Read More