HEZEYAN JI BO Çİ YE?

Netkurd 19/9/2005 Gelo van çend hefteyên dawiyê li Tirkiyeyê ji bo çi tansiyona li hember kurdan careka din bilind bû? PKKê û eskerên tirk operasyonên xwe yên leşkerî zêdekirin, meyildarên PKKê, HADEPîyan û derûdorên wan, jin û zarok xisitin çend otobusan, şandin ber bi Îmraliyê de, da xwdêgiravî ji bo piştgiriya serokê xwe bikin. Li aliyê

Read More

DERSXANEYÊN KURDÎ

Netkurd 6/9/2005 Dersxaneyên kursên ziman ên şexsî ku berî salekê du salan, piştî hewldana li hember gelek dijwarî û astengan vebûbûn, berî çend hefteyan bi hev re biryara xwe dan ku kilîtê li ser deriyê xwe xin. Berpirsiyarên dersxaneyên kursên kurdî li gor ku ji çapemeniyê re diyar kirin  têra xwe kes muraceeta beşdarbûna di

Read More

ERDOGAN Û ÖCALAN

Netkurd 26/8/2005 Beyana dawîn a serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan a ku çû Diyarbekirê û li wê derê îtîraf kir ku li Tirkiyeyê pirsek bi navê pirsa kurdî heye, him di nav tirkan, him jî di nav kurdan de rê li ber minaqeşeyên fireh vekir. Li herdu aliyan jî li ser vê şêla dawîn a serokwezîr

Read More

AHMEDÊ XANÎ SERGIR BÛ?

Netkurd 9/7/2005 Berî çendekê li Bayezîdê festîvalek hebû. Bi minasebeta festîvalê perdeya peykerê Ahmedê Xanî jî hat hilanîn. Niha li parka Bayezîdê Ahmedê Xanî bi girseyî, bejnbilindî û xurtî û ezameta xwe bala xwe dide kesên ku seredana parkê dikin û digerin. Wêneyê peykerê Xanî di hin weşanan de; di vê navberê de di Netkurdê

Read More

QIYAMETA ZIMANÊ KURDÎ

Netkurd 21/6/2005 Netkurdê dest bi kampanyaya bikaranîna zimanê kurdî kir. Proseseka bişaftina miletê kurd li pêdarê ye, Netkurd dixwaze keda xwe têxe nav têkoşîna berovacîkirina vê prosesa bêyom. Helbet Netkurd hêz û îmkana xwe zane; malperek e, îmkanên wê gelek sînorkirî ne û ev kampanyayeka demî ye, li hember proseseka ku wek şapeyekê bi ser

Read More

ŞÊXÊ MEZIN

Netkurd 5/6/2005 Gava nûçeya şehîdbûna Şêx Mehemed Maşûqê Xeznawî hat, reaksiyona min a pêşîn wek berpirsekî Netkurdê ew bû ku ez bizanibim ev Şêxê ku rejimek ewqas jê tirsiya û ew ji navê rakir kî ye. Da ez nas bikim û wî bi xwendevanên Netkurdê jî bidim nasîn, ez li vî alî li wî alî,

Read More

DEMA NEŞTERLÊDANÊ HATIYE

Netkurd 22/5/2005 Di van çend salên dawiyê de hin îmkan û derfetên ne piçûk li ber miletê kurd vebûne. Guhertinên ser ruyê erdê yên global û buyerên Rojhilata Navîn bingehekî lêhatî ji bo bidestxistina gelek maf û azadiyên kurdan payda kiriye. Destkeftiyên kurdan ên li Kurdistana Îraqê, şert û mercên ku YE li ber qebûlbûna

Read More

ZÛ BIKIN WEXT TENG DIBE

Netkurd 15/5/2005 Di ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re sê meh û nîv derbasbûn. Hîn jî parlamento, vê dezgeha biryardanê a herî bilind necivîyaye, dest bi karê xwe yê qanûndanînê û kontrolkirina îdareya welat nekiriye. Hukumeta yekbûyî ya ku temsîla tevayîya Kurdistanê bike hîn nehatiye danîn, serokê herêma Kurdistanê hîn nehatiye hilbijartin. Yanî Kurdistan di rastiyê

Read More

WEKHEVÎ Û NEWEKHEVÎYÊN ME

Netkurd 30/4/2005 Yek ji wan nivîsên ku van demên dawiyê bala min kişandine ya mamoste Tosinê Reşîd e: “Êzdî li benda naskirina rastiyê ne”. Nivîs her çendî li ser rewşa kurdên êzdî ye lê karekterên pirsgirêkên ku di wir de tên diyarkirin bi wan tenê namîne, di war û grûbên dîtir cuda yên civaka me de

Read More

SÛRÎYE, TIRKIYE Û KURD

Netkurd 16/4/2005 Serokkomarê Tirkiyeyê Ahmed Necdet Sezer, serlêdana xwe ya ji bo Sûrîyeyê xelas kir û vegeriya paytextê xwe. Mazûban ji vê serlêdanê gelek kêfxweş bûn. Bişar Esedî ji bo qedirlêgirtina serokê Tirkiyêyê bi protokolan jî nema, germî û dilxwşiyeka bêhed nîşan da. Masmedîa sûrîyeyî ya di bin vê îdareya totalîter de bi yek dengî

Read More