Month: November 2013

KURDISTAN QUO VADIS?

Netkurd 12/9/2008 Buyerên vê dawiyê yên li ser herêmên vederkirî û daxwiyaniyên berpirsên Kurdistanê yên li ser peywendiyên Bexda û Hewlêrê, endîşeyek mezin li meriv peyda dikin û bê hemdê xwe ev pirs di hişê meriv re derbas dibe: Kurdistan ber bi ku ve? Bi taybetî ew daxwiyaniyên serokê Kurdistanê ku di hevpeyivîneka li gel

Read More

PEYMANA STRATEJÎK A TIRKIYE IRAQÊ

Netkurd 17/7/2008 Hefteya derbasbûyî, di dema serdana Recab Tayyip Erdoganî ya Bexdayê de, di navbera Tirkiye û Iraqê de peymaneka bi navê Peymana Konseya Bilind a Hevkariya Stratejîk a Tirkiye-Iraqê hat îmzakirin. Ev, peymaneka çarçoveyî ye û naveroka wê divê bi peyman, proje û karûbarên cîbicîkirinê bên dagirtin. Eger karibe bê biserxistin, peyman rê li

Read More

MUHTEREM: EFSANEYA DEWRANEKÊ

Netkurd 21/6/2008 Diyarbekir. Berî nîvro, rojek ji rojên germa hezîranê. Min hay jê nîne, lê diyar e 21-ê mehê ye. Ez li Parka Dîlanê rûniştî me. Ji nişka ve çavê min bi hevalekî farqînî dikeve ku ji wê de ber bi min ve tê. Em hevalên hev ê partiyekê ne. Lê balkêş e, ev hevalê

Read More

PROJEYA VÎZYONA KURDISTANÊ

Netkurd 4/6/2008 Duh li Dubaîyê bi merasimekê mezintirîn projeya Kurdistanê ya heta nuha (ku projeyeka dêwîn e) hat eşkerekirin. Protokola navbera hukumeta Kurdistanê û şirketa Emîratan; DAMAC-ê ji bal serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê şirketê ve hat îmzakirin. Ew projeyeka bi 18,3 milyar dolaran e, ê di 10 salan de temam bibe. Bifikirin ku ev hê

Read More

DAXWIYANIYÊN ÖCALAN KΠDINIVÎSE?

Netkurd 16/3/2008 Her ku diçe daxwiyaniyên Abdullah Öcalan ên heftane yên ku ew di riya awukatên xwe re dişîne, bi hin taybetmendiyên xwe balkêş dibin û gumaneka mezin li ser wan peyda dibe ku gelo bi rastî ew çend daxwiyaniyên wî bi xwe ne, çend hin destên din, bi çi armancê katine nav daxwiyaniyan. Yek ji

Read More

TIRKIYE BÛYE GURZÊ MALIKÎ

Netkurd 23/2/2008 Operasyona bajeyî ya orduya tirk a li ser axa Kurdistanê destpêkir. Daxwiyaniya resmî a serokerkaniya Tirkiyeyê îdîa dike ku ev operasyon tenê li hemberî PKK-ê ye, ew ne li hemberî kurdên bakurê Iraqê ye û bi şertê ku ew midaxeleyekê nekin ne li hember hêzên desthilata deverê (Kurdistana federe a ku ew nasnakin)

Read More

ISRARA ”ZIMANEKÎ YEKGIRTΔ STALÎNÎZM E

Netkurd 4/2/2008 Wezîrê perwerdeyê yê hukumeta Kurdistanê Dilşad Ebdurrehman di hevpeyivîna xwe de ya ku duh rojnameya Kurdistanî Nwê pê re kiriye, bi mixabiniyeka mezin hebûna perwerdeyê li devera Bahdînan a bi zaravayê kurmancî  xeteraka mezin dibîne. Ew diyar dike ku ev ne encama biryara wî ye, ji biryarên wezîren berê tê. Dilşad Ebdurrehman her wiha

Read More

HUKUMET NAXWAZE PKK JI ÇIYA DAKEVE

Netkurd 27/1/2008 Qunciknivîsekî rojnameya Yeni Şafakê ya nêzî hukumeta AKP-ê heye. Bi îmza Yasîn Dogan dinivîse. Yek ji wan qunciknivîsan e ku gelek tê xwendin, her kes meraq dike ka çi nivîsiye. Lê meraqdariya ku ew li ba gelek kesan peyda dike, di dereceya yekê de ne binirxiya naveroka nivîsên wî ye, karûberê wî yê

Read More

QANÛNA PETROLÊ FEDERALIYÊ DIKUJE

Netkurd 14/1/2008 Yek ji wan giringtirîn pirsgirêkên navbera hukumeta Kurdistana federe û erebên hukumeta Bexdayê jî Qanûna Petrolê ya Iraqê ye. Buhara par xwedêgiravî hemû aliyên siyasî yên kurd û ereb li ser reşnivîseka qanûna petrolê lihevkiribû, ew şandibû ji hukumeta Bexdayê re, hukumetê ê ew bişandaya parlamentoyê da wek qanûn derkeve. Hêvî dihat kirin

Read More

2007-ê PIRS LI PEY XWE HIŞT

Netkurd 1/1/2008 Sala 2007-ê ji bo kurdan çawa derbas bû? Gava meriv bala xwe dide buyerên 2007-ê yên peywendîdar bi pirsa kurdan ve rewşeka balkêş derdikeve. Sala 2007-ê, ji alî Kurdistana Sûriyeyê û ya Îranê ve, ji bilî çend rûdanên hûrik sakîn derbas bû. Dengvedanên herî balkêş şerên navbera hêzên PJAK-ê û yên Îranê bûn

Read More