Mîkro-ferqa navbera rêjeyên ‘erê’ û ‘na’ya referandûmê, hêviyek xist dilê mixalefeta li hemberê desthilata bi serokatiya Erdoğan. Hin derûdor li bendê ne ku rêjeya ‘na’yê li hemberî desthilata îro bibe esasê platformeka hilbijartinên êbê. Diyar e, cudatiya navbera hilbijartinan û referandûmekê li ber çavan nayê girtin. Rêje jî ne ya kutleyeka homojen, an a xwedan
REFORMÊN ARASTEKIRIYÊN BO DESTHILATÊ
Piştî rapirsîna destûrê, Tirkiye li ber dergehê hin guhertinan e. Beşeka wan ew qanûn û rênuma ne ku divê li destûra nuh bên anîn. Yên din, zêdetir ew in ku piştî referandûmê mecbûriyeta bicîhkirina wan serî hildaye. Bi taybetî ku ’erê’ di rapirsîyê de bi ferqeka marjînal a ’sîratîn’ (1,4%) biserket û ’nayek’a endîşeder a
ŞÛR ZÛ HATIN KÊŞAN
Referandûma li ser guhertinên destûra Titkiyeyê li gor daxwaza serokayetîxwazan encam da; ‘erê’ %51.4, ‘na’ %48.6. Lê bi marjînaleke gelek piçûk, ferqa navbera wan bû %1,4. Cara pêşîn e, ne demokrasiya pirpêkhateyî be, heta serweriya takedestî be jî, bi destûrî , bi dengdanên hilbijêran, hilbijartî kî be ê bibe fermanrewa. Di tarîxa tirkan de guhertineka
TALANKIRINA KOŞKA AHMED XANÊ HELO XANÊ ERDELANÎ
Yek ji wan mîrekiyên Kurdistanê ên ku erdên wan li ser serhedên navbera Osmanî û Îranîyan parçe bûn, bi qirnan bûn meydanên şeran û ji herdu aliyan rastî êrîşan hatin, Mîrekiya Erdelanê ye. Erdên tarîxî yên Mîrekiya Erdelanê nuha li Başûrê Kurdistanê devera Şarezorê, Xaneqînê û Qeredaxê li Rojhilatê Kurdistanê li Îranê, ustana Kurdistanê; Sinneyê
ZANKOYÊN LI BAJARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ
Yek ji wan reformên berbiçav ên Tirkiyeyê, damezirandinên zankoyan (unîversîteyan) ên li her bajarî yên van salên dawiyê ne. Li hemû bajaran zankoyên dewletê û li gelek bajaran jî li gel wan yên taybetî, yên weqfan û civakên sivîl ava bûne. Gelek siyasetmedar, entelektuel û pispor bi sedemên cuda, avakarina zankoyan li her bajarî û
ÎNSANÊ PIRZIMANÎ, MILETÊ PIRZIMANÎ
Ji mêj ve difikirim; me hebûna însanê/a pirzimanî qebûl e, lê fikra miletê pirzimanî qet nayê hişê me û em serê xwe li ser fenomeneke wiha naêşînin. Gelo wek insanê/a pirzimanî, nikare miletê pirzimanî jî hebe? Hemû milet ne xwediyê take zimanekî ne. Beşek ji wan; ne tenê hin takekes an tebeqeyên wan, seranser civak
LI BAŞÛR SÎSTEMA SEROKATIYÊ YA FEDERALÎ
Li Başûrê Kurdistanê ji mêj ve ye behsa serxwebûnê tê kirin, lê di gelek warên rêxweşkirinê de yên ber bi serbixweyiyê ve, yekrêzîya neteweyî nehatiye peydakirin. Yek ji wan waran jî zelalnebûna awayê sîstema siyasî ya Kurdistaneke serbixwe ye. Diyar e, ne bes ji bo serbixweyiyê, ji bo federalî an konfederaliyeke li gel İraqê jî
SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ III
Dor hat ser alîyê sisiyan ê referandûmê; ronahîdana ji perspektîfa pirsa kurdan. *** Destûreka demokratîk a encama lihevkirina civakî, bêyî qebûlkirina mafên kurdan ên kesayetî û kolaktîfî û misogerkirina wan nabe. Ne destura heyî, ne jî guhetinên anîna sîstema serokatiyê ev rastî hilgirtine nav xwe; herdu jî kurdan tune hesab dikin; bes miletekî homojen ê
SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ II
Hefteya çûyî, bi behsa zelalkirina alîyê destûrî yê referandûmê dawîya nivîsê hatibû, niha ez ê mihawele bikim ronahîyê bidim ser alîyê duyem: konjuktura siyasî. *** Kartêkirtirîn alîyê referandûmê, yê siyasî yê konjuktura heyî ye. Hêza desthilatdar, her awayê rê û dirban bi kar tîne da karibe guhertinên destûrê bi rêjeyeke bilind bide qebûlkirin. Hevkarî li
Sê alîyên referandûmê
Murad Ciwan Ya maqûl ew bû ku tenê alîyekî referanduma 16ê nîsanê hebûya, lê ji ber rewşa sîyasî, bi kêmasî sê alîyên wê bi kartêkirinên xwe yên giring derketine pêş. Alîyê destûrî, yê berberekîya sîyasî ya konjuktura heyî û yê pirsa kurdan. Ez dixwazim li ser van her sê alîyan rawestim. Alîyê destûrî ew e ku